Nav paşnav: Abdulhakîm Goren
Nasnav: Mûrat Erdal
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Dayik-Bav: Saîde-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
MÛRAT ERDAL
Hevrêyê me li navçeya Silopî ya Şirnexê ku bi welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê re tê nasîn, ji dayik bû. Tevî hemû zilm û êrîşên qirkirinê, ji ber malbata hevrêyê me kariye çand û kevneşopiyên Kurdewariyê biparêze, hevrêyê me li gorî cewhera xwe mezin bû. Weke her ewladekî Kurd ê Botanê, hevrêyê me Mûrat bi rêya zilm, êşkence û komkujiyên li ser gelê me, rastiya dewleta Tirk nas kir. Ji ber vê li dijî dewletê xwedî hêrsek mezin bû. Ruhê berxwedanê yê têkoşîna azadiyê ku li dijî polîtîkayên dewletê yên li ser gelê me pêş ket û helwesta gelê me bandor li hevrêyê me Mûrat kir û mîna her ciwanekî Kurd lêgerînên wî pêş ket. Hevrêyê me Mûrat ê ku dixwaze erkên xwe yê welatparêziyê bi awayê herî rast bicîh bîne û ji ber vê dudilî nebû ku fedekarî bike, fêm kir ku ew tenê bi tevlîbûna nav refên gerîla dikare vê yekê bi dest bixe. Bi kûrkirina van lêhûrbûnan di vî alî de roj bi roj gihaştiye asta biryardayînê. Di sala 2012'yan de ku temsîla qonaxa herî girîng a Şerê Gel ê Şoreşgerî bû, hevrêyê me Mûrat ku dixwest tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe, berê xwe da çiyayên Zagros û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Mûrat ku perwerdeya xwe ya destpêkê li newalên kûr ên Zagrosê dît, ji ber ku li nava xwezaya bi heybet a Kurdistanê de cih girt û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bû, serbilindiyeke mezin jiya. Her carê ev serbilindî anî ziman û di her kêliya jiyana xwe de karî bû nîşan bide. Tevlîbûna wî ya aktîf a di pêvajoya perwerdeyê de, li gel enerjî û coşa xwe ya bilind, ji bo hemû hevrêyan bû çavkaniya moral û hêzê. Hevrêyê me ku pêvajoya şer a dewam dike di dema perwerdeyê de ji nêz ve hîs kir û xwest di dema herî nêz de li eniya pêş şer bike û li kêleka hevrêyên xwe be, li ser vê esasê bi taybetî di mijarên leşkerî de xwe pêş xist. Ji bo vê jî hevrêya me di şerê gerîla de pêşketineke girîng bi dest xist û di heman demê de kûrkirina têgihiştina xwe ya îdeolojîk didomîne.
Piştî ku pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî qedand, hevrêyê me ku xwest yekser berê xwe bide qadên ku şer lê giran bû, li herêma Zagrosê careke din tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me bi qasî çar salan li herêma Zagrosê ma û bû xwedî pratîkeke serketî. Hevrêyê me bi tecrûbeyên di vê pêvajoyê de bi dest xistî re bû şervanekî azadiyê yê xurt. Hevrêyê me bi saya tecrûbeyên ji pratîkê wergirtî gihîşt asta teşhîskirin û analîzkirina kêmasiyên di pêvajoya şer de hatine jiyîn û weke çareseriyê bal kişand ser kûrbûna di şerê gerîlatiya profesyonel de. Di vê çarçoveyê de hevrêyê me ku dixwest di felsefeya jiyanê ya Apoyî de kûr bibe û di taktîkên gerîla de pispor bibe, vê carê derbasî pêvajoyeke hîn berfireh a perwerdeyê bû. Hevrêyê me ku bi perwerdeyê re tecrûbeyên nû bi dest xist û di gelek warên leşkerî de pispor bû, xwest vegere çiyayên Zagrosê, ku li wir dest bi şerê gerîla kir û bîranînên wî yên bi wate hebûn, da ku bersiva êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bide. Pêşniyara hevrêyê me hat qebûlkirin û bi kelecan û coşeke mezin, her wiha asta biryardariyê ya di roja destpêkê ya jiyana xwe ya gerîlatiyê de derbasî zagrosan bû. Bi tevlîbûna li nava berxwedana gerîla ya destanwarî ya li dijî êrîşên dijmin re bû yek ji hevrêyên me ku bêbawerî ya milîtaniya Apoyî îspat kir. Bi saya performansa xwe ya bilind a leşkerî hevrê Mûrat ji bo hevalên xwe yên şervan bû çavkaniya hêzê û weke yek ji wan kesên ku kevneşopiya berxwedanê ya bênavber afirand, cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girt.
Em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêyê me Mûrat ku di Sibata 2018'an de di êrîşeke dijmin de şehîd bû dewrî me kiriye li ba bikin û di şexsê wî de layiqê hemû şehîdên azadiyê bin.[1]