کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
قاموس كورديبيديا new
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  593,696
الصور
  125,563
الکتب PDF
  22,259
الملفات ذات الصلة
  130,600
فيديو
  2,200
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
319,957
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
96,942
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,938
عربي - Arabic 
45,345
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
27,837
فارسی - Farsi 
16,707
English - English 
8,577
Türkçe - Turkish 
3,870
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
7,470
الأماکن 
4,871
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات (المجلات والصحف والمواقع الإلكترونية ووسائل الإعلام، إلخ) 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
286
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,919
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,633
الشهداء 
5,251
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
1,002
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
40
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
2,157
PDF 
34,996
MP4 
4,256
IMG 
238,993
∑   المجموع 
280,402
البحث عن المحتوى
​​​​​​​Rizgar Qasim: Li hemberî êrişên muhtemel divê Ereb û Kurd hevgirtina xwe xurt bikin
صنف: بحوث قصیرة
كل حدثٍ في ارجاء الوطن، من مشرقهِ الى مغربهِ، ومن شمالهِ الى جنوبهِ... سيكون مصدراً لكورديبيديا!
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Rizgar Qasim: Li hemberî êrişên muhtemel divê Ereb û Kurd hevgirtina xwe xurt bikin
Reportaj Summay

Serokê Tevgera Nûjen a #Kurdistan#ê Rizgar Qasim anî ziman ku li hemberî her êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker divê Kurd û Ereb hevgirtina xwe xurt bikin. Her wiha bang li PDK'ê kir ku dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde.
Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim di hevpeyvîna li gel ANHA'yê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla nirxand. Di heman çarçoveyê de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hemberî êrişên muhtemel amade bin.

Hevpeyvîn wiha ye:
Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike, li gorî we armanca van êrişan çi ye?
Helbet ev êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê ji dehan salan ve ji aliyê dagirkeriya Tirk ve têne kirina. Armanc jê hebûna Kurdan li her derê hedef digire. Dewleta Tirk îdia dike ku li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê şer dike, lê di rastiyê de armanca wê ku ji vê zêdetir e, ew e ku destkeftiyên gelê Kurd li wir tune bike.
Dewleta Tirk dijminê herî mezin ê gelê Kurd e û li ser bingeha Mîsaqa Millî li Başûrê Kurdistanê ji Kerkûkê heta Mûsilê daxwazên xwe venaşêre. Ê ku li dijî referandûmê derket û destekê dide tirkmenan li Başûrê Kurdistanê, di têkbirina deskeftiyên kurdan de li kuderê dibe bila bibe, dudilî nabe.
Berpirsên Tirk eşkere dibêjin ku îtirafê bi Başûrê Kurdistanê nakin, Başûrê Kurdistanê di destûra Iraq a federal de hatiye naskirin. Lê faşîzma Tirk bi navê xwe yê dagirkirî ji dewletên din ên dagirker cûda ye, Tirkiyê dewleteke dagirker e, dewlemendî û çandan dike hedef û guhertina demokratîk pêk tîne.
Li gel van hemûyan, dewlet Tirk hemû xebat û siyaseta xwe ji bo reşkirina Kurdan di raya giştî de bi kar tîne, ev yek di fîlmên ku diweşîne de diyar dibe. Bi van siyasetan hewl dide bide xuaykirina ku Kurd li her deverê terorîst in. Mînaka vê yekê fîlmê tirkî yê li ser tirkmaniya Kerkûkê û çawaniya reşkirina rastiyan ji bo berjewendiyên xwe . Ji vê divê berpirs û rayderên Başûrê Kurdistanê vê rastiyê fam bikin.
Ne mumikine ku dagirekriya Tirk bi vê hişmendiyê bibe dost, êriş û şerên wê yên li ser herêmê di serî de destkeftiyên gelê me yê li wir dikin hedef.

5 gerîlayên HPG'ê di kemîneke PDK'ê de şehîd bûn, hûn rola niha PDK'ê çawa dinirxînin û bandora wê li doza Kurd û destkeftiyên Kurdan çi ye?
Dîrokê îsbat kir ku tirkan di siyasetên xwe yên dagirkirinê yên li dijî kurdan û gûrkirina şerê birakujiyê de rêgeza 'parçe bike û bi rêve bibe' bi kar anî û heya astekê bi ser ket.
Faşîzma Tirk her tim xwestiye ku partiyeke Kurd bikire û li dijî partiyên ku ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê têdikoşin, bide şerkirin. Şoreşên Kurd li Bakurê Kurdistanê ji Agrî û şoreşa Şêx Seîd û Seyîd Riza bigire heta şoreşa PKK'ê ku împratorya faşîzma Tirk hejand. Tirkiye ji destpêka derketina wê ve di sala 1984'an û heta îro bi hemû hêza xwe hewl dide partiyên kurdî li dijî xwe seferber bike û di dawiyê de Tirkiye li ku be û li her parçeyekê kurdan û destkeftiyên wan dike armanc. Ji ber vê yekê divê Partiya Demokrat a Kurdistanê û hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê bi siyaseta Tirkiyê ya ku wan jî dike armanc nexapin û rêzê li pîroziya gerîlayên ku di rûbirûbûna DAIŞ’ê de ji parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê qet dudilî nebûne, bigirin. Divê hemû partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji plan û lîstokên Tirkan haydar bin.
Ji bingehê ku şerê birakujiyê heram e, ne ji berxwedana lehengî ya gerîla li gel birayên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û fedekariyên ku dane bûye, dibe ku encam ji bo berjewendiyên DAIŞ û hikumeta Erdogan bûye ku heya niha herêma Kurdistanê nas nake. Ji ber vê yekê li ser siyasetmdarên herêmê û fermandarên wê ferz e ku têkiliyên kurdistanî bi PKK û parçeyên din re xurt bikin, li şûna ku hevkariyê dewletên mêtîngeriyên Kurdistanê di serî de Tirkiyê bikin, stratejiyeke kurdistanî bi rêya lidarxistina kongreyeke neteweyî deynin ku karibe nakokiyên di navbera hemû aliyan de bi dawî bike.
Di dawiyê de, şehadeta her gerîlayekî bi destê birayê xwe bi hemû pîvanan cihê şermezariyê ye. Ya ku li herêma Xelîfanê qewimî tenê xizmeta dijminên Kurdan dike.

Di rojên dawî de rayedarên Tirk gefên êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Hûn van gefan çawa dixwînin?
Hikumeta AKP'ê çi li hundir û çi li derve di qonaxên xwe yên herî xirab re derbas dibe. Bi dîtina min siyaseta bazariyê ya ku bi Rûsye û Amerîka re danî ye gihaştiye qonaxên xwe yên dawî. Ji ber ku mijara Sûriyê ji bo çareseriyê ketiye rêyek nû, gefên dewleta Tirk îro berdewamiya zîhniyeta wê ku bi şer û wêrankirinê ji xwe re esas girtine ye ji dema ku ew ji Asyaya Navîn wekî dagirker hatine. Îro Erdogan di nava tevliheviyekê de ye. Bi dîtina min ne Rûsye û ne jî Amerîka rê nadin Erdogan ku dest bi êrişeke nû bike, lê tevî wê yekê jî divê em hovîtiye siyaseta wan a li ser hebûna Kurdan li ber çavan bigirin.

Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji gelê Kurd û Kurdistanê çi tê xwestin, wê çawa karibin bersiva êriên Tirkiyê bidin?
Di dîrokê de ji destpêka dagirkeriya Osmanî ve, Tirk bi planên xwe yên dagirkeriyê, bêyî cudabûn hemû gelên herêmê hedef digirin. Osmanî 400 salî welatên ereban hikum kirin. Bi nêrîna min divê Ereb, çi li Sûriyê be an welatên din be dersan ji xirabiya ku osmaniyan li pey xwe hiştine, bigirin. Îro jî ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi taybet û Ereb bi giştî tê xwestin ku li hemberî her êrişekê bibin yek û ji bo berxwedanê hevgirtina xwe xurt bikin, herêmên ku Tirkiyê dagir kirine rizgar bikin û Rêveberiiya Xweser biparêzin.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,681 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 23-04-2025
السجلات المرتبطة: 52
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 24-10-2021 (5 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: سياسة
تصنيف المحتوى: بحث
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
حصلت کوردیپیدیا علی حق النشر لهذا السجل من قبل صاحب(ة) السجل!
جودة السجل: 98%
98%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( ئاراس حسۆئـ.ح.) في 23-04-2025
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا کامەلاس.ک.) في 24-04-2025
تم تعديل هذا السجل من قبل ( ئەڤین تەیفوورئـ.ت.) في 30-04-2025
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 1,681 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
المزيد

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.203 ثانية