کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  587,487
الصور
  124,686
الکتب PDF
  22,129
الملفات ذات الصلة
  127,122
فيديو
  2,193
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,767
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,948
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,783
عربي - Arabic 
44,417
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,831
فارسی - Farsi 
16,037
English - English 
8,541
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,777
الأماکن 
4,871
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات (المجلات والصحف والمواقع الإلكترونية ووسائل الإعلام، إلخ) 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
285
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,909
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,482
الشهداء 
5,182
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
1,000
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,520
PDF 
34,786
MP4 
4,049
IMG 
235,572
∑   المجموع 
275,927
البحث عن المحتوى
Federalî Sûriyayê dike yek û Astana parçe dike-1
صنف: بحوث قصیرة
يدّونُ كورديبيديا تاريخً كردستان والكورد يومياً..
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Federalî #Sûriya# yê dike yek û Astana parçe dike-1
Reportaj Summay

Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger Xiyas Neîsa diyar kir ku danûstandinên Astana 9 armancên xwe xêzkirina herêman e û parkirina wê di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de ye. Xiyas got ku şerê li Sûriyê ji şerê bi wekîlan veguherî şerê esîlan e.
Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger Xiyas Neîsa Xiyas Neîsa di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa me diyar kir ku projeya Federaliya Demokratîk armancên wê ne parçebûna xaka Sûriyeyê ye û got ku tevahî planên Tirkiyê yên li ser herêmê di çarçoveyê têkbirina vê projeyê ye.
Hevpeyvîn wiha ye:
*Bi derbasbûna dagirkeriya Tirkiyê ya xaka Sûriyeyê re aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Di heman demê de tora 9'emîn a danûstandinên Astanayê didome. Di nêrîna we de rewşa siyasî ber vi kuve diçe?
Eşkere ye, Sûriyê di navbera gelek welatên herêmî û navdewletî tê dabeşkirin.
Îtîfaqa Astana di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de pêk hat. Aramanc îtîfaqê ew e herêm ji nû ve were rêzkirin û di navbera xwe de dabeş bikin. Tirkiyê komên çekdar neçar kirin ku ji rojhilatê Helebê derkevin û radestî rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê werin kirin, li beramberî ku Tirkiyê Cerablus, Ezaz û Babê dagir bike. Herî dawî rêjîmê Xûtaya Rojhilat û herêmên din ên gundewarên Şamê, Humis û Hemayê girt li beramberî wî Tirkiyê Efrîn dagir kir.
Rewşa giştî ya Sûriyê diyar dike ku parçebûneke pêş dikeve.
Em dibînin ku rêjîma Sûriyê ji sedî 60 ji xaka Sûriyê bi dest xistiye. Her wiha hin herêmên Ii başûrê Sûriyê di bin serweriya rêjîma Urdun- Amerîka de û Israîl de ye û herêmên li rojavayê bakurê Sûriyê wekî Idlib, Cerablus û Efrînê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye.
Ji beriya çend salan ve, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrûbeyeke cuda pêş dikeve, ev tecrûbe ji yên li herêmên din cûda ye, ji ber ku li ser bingehê siyasî, civakê, demokratîk beşdarbûna hemû gelan pêş dikeve. Ez behsa tecrûbeya Rojava dikim, ev tecrube di şert û mercên şer de pir hêjaye.
Pêwîste rola hêzên demokratîk û civakî werin pêşxistin
Mayîna Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li diîj DAIŞ wekî ku Amerîka dibêje vê tecûrbeyê kêm nake, Hevkariya QSD'ê û Hêzên Koalîsyonê tenê leşkerî ye, armanc jê şerê DAIŞ'ê ye. Her kes dizane ku hevkariya bi Amerîkayê re ne cihê baweriyê ye, ev tişt geke caran diyar bû jî.
Mixabin tecrûbeya li Rojava hatiye rûnişkandin li Sûriyê bi xwe baş nehat destgirtin, aktora vê yekê lewazbûna hêzên demokratîk û şoreşgerî li Sûriyê. Li ser vê yekê pêwîste hêzên demokratîk bi awayekî ciddî hevgirtina xwe xurt bikin. Ne wisa be em ê di her aliyan de lawaz bimînin û parçe bibin.
Nebûna rola siyasî û girseya yekgirtî û hêzên demokratîk û şoreşgerî wê welat ber bi du îhtîmalan ve bibe, ya yekem dewletên herêmî û cîhanê bighêjin lihevkirinekê da ku berjewendiyên xwe biparêzin, bi vê yekê rê li ber xeta Çareseriya siyasî vedike, ya duyem jî nakokî û berjewendiyên wan ên li ser welat zêdetir bibin, di encamê de agirê şer gurtir dibe, gelê me fatoriya vê şerê dide.
*Li Sûriyê şerê bi wekîlan bi dawî bû û şerê dewletan dest pê kir. Îsraîl li Îran dide, Rûsya bêdeng e, rêjîm şermezar dike, Amerîka temaşe dike, Tirkiyê planên xwe yên dagirkirina Sûriyê didomîne, li gel wî DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe, gel dosyaya Sûriyeyê li kuderê dimîne?
Raste. Êdî şerê berjewendiyan ên hêzên herêmê û navdewletî li Sûriyê dest pê dike, şerê li Sûriyê ji şerê bi wekîlan derbasî şerên dewletan bû. Rewş bi gêrêke, em ê hewl bidin bi awayekî berfireh şîrove bikin.
Hemû welatên ku li ser Sûriyê şer dikin li ser du dozên sereke li hev kirine, yek têkbirina tevgera şoreşa gel a Sûriyê ev tişt pêk hat,û duyem têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ev jî bi sernektiye.
Em mînak bigirin dest, Tirkiyê, Rûsiya û Îran di çarçoveya lihevkirinên Astanyê de navê Grangotî li xwe dikin. Lê divê em bizanibin ku di navbera wan de ferq û cudahî li ser berjewendî û armancên wan di Sûriyê de heye. Ev feriq û cudahiya dibe ku di her kilyekî de veguherî dijminahî.
Li aliyekî din jî, rexmî ku Tirkiyê û DYA endamên NATO'yê ne, lê di navbera wan de nakokî hene. Heger ku DYA'ê destur da Tirkiyê ku Efrînê dagir bike, niha rê nade ku Minbic û Bakurê Sûriyê dagir bike.
Mînakek din, Rûsya qaşo helîfê Îranê ye, lê dema Îsraîl li bargehên Îran û rêjîmê yên li Sûriyê da, dengê xwe nekir.
Wekî Şepêla Çep a Şoreşger ji destpêka destwerdana empiryalî û herêmê di welatê me de dirûşma me Ne Mosko, ne Washington, ne Enqere, ne Riyad û ne jî Dewha ye. Em dibînin ku tekane busleya têkoşîna me gelê me azad bibe. Erka me ya ji bo gelê xwe têkoşîna rizgariyê li her qadan mezin bikin. Bi enerjiya xweser û enerjiya gelê me, rêxistinbûyî, piştgirî em ê têdikoşin.
*Hûn ji şoreşgerên Sûriyê ne yên ku ji destpêka tevgera aştiyane ya Adara 2011'an de we dest pê kir, nêrîna wa ya ji bo çareseriyê siyasî û aştiyane ye. Gelo çareseriya siyasî li benda çi ye, nexazin di gel dagirkeriyê?
Şoreşa Sûriyê di sala xwe ya yekemîn de aştiyane bû. Tişta ku hişt şoreş ji navaroka xwe derkeve tundiya rêjîmê ya wehşî li hemberî xwepêşandarên aştiyane, her wiha bi hezaran leşker û fermandarên rêjêmê yên nexwestin tundiyê li hemberî xwepêşandaran pêk bînin, veqetiyan. Lê nebûna fermandarên şoreşgerî û siyasî, her wiha lewazbûna tevgerên piştgiriya bi şoreşa Sûriyê yên li derve û destwerdana hêzên herêmê li destekdayîna wan bi rêjîmê an jî komên cîhadîst hişt ku tevgera şoreaş aştiyane lewaz bibe.
Felaketa mezin ew e ku Sûriyê di navbera dewletên herî mezin û yên herêmî de hate dabeşkirin. Herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê tenê karîbû teybetmendiyên xwe biparêze. Di dema ku şerê heyî gelê Sûriyayê di nava 7 salan de xist nava gelek zehmetiyan de, piştî 7 salên derbasbûyî gel hîn jî bi kuştin, wêranî û koçberiyê re rû bi rû ye. Hêzên demokratîk, şoreşger û gelerî parçebûne û jihevketinê jiyan dikin. Ev şertên hatin bibîrxistin dihêlin ku çi çareseriya siyasî ya muhtemel niha dê di çaroveya lihevkirina di navbera hêzên herêmî û navdewletî yên destê wan di xaka me de heye pêk were.
Di hemû rewşan de ya herî girîng rawestandina vî şerê dîne, da ku gelê me karibe nefesa xwe careke din bistîne. Karibe birînên xwe derman bike. Ev berpirsyartî xwe disperse me hemûyan, divê hêzên demokratîk û şorşger eniyeke demokratîk gelerî ya rêxistinkirî saz bike. Ji bo azadiya gelê xwe tekoşîn bide meşandin. Ev tekoşîn li ser esasê tecurbeya ji 7 salên derbasbûyî de hatine girtin, pêk were. Pêwîste kar were kirin ku hevsenge li gorî berjewendiya gelê me û li ser esasê avakirina Sûriyaya Demokratîk, pireng û adil pêk were.
*Herêmên kêmkirina şer, bûn cihê ku herî zêde şerên leşkerî ku rêjîma Sûriyê û hevkarên wê tê de tevgeriyan, piraniya şêniyên Bakurê Sûriyê ji bajarên xwe derketin û koçber bûn, piştî dagirkirina Efrînê bandora Astana ya rastîn çibû, bi taybet bi derxistina şêniyên Xûta, Resten û Heresta?
Dewleta Tirk a dagirker siyaseta dagirkeriyê û guhertina demografî li Efrînê pêk tîne. Diyar e ku civînên Astana piştî salek ji nakokiyên di navbera Tirkiyê, ÎRan û Rûsiya de pêk hatiye. Bi vê yekê jî xetên nû yên hêzan hatin danîn. Di Astana de van dewletan parçeyek mezin ji xaka Sûriyê di nava hev de dabeşkirin. Ev dabeşkirin û parçekirina di xaka Sûriyê de pêk hat, di bin navê herêmên kêmkirina şer de hate kirin. Ne tenê xak lê belê insanên Sûriyê jî di nava hev de parçe kirin. Gelê Sûriyê di destê wan hêzan de bûne kart hesab û bazarên xwe li ser wan didin meşandin. Bi xwîna wan dilîz in.
Lewma di van demên derbasbûyî de ji Xûta û deverên din sivîlan û çekdaran tîn in. li ber wan tu rê nayê hiştin, ji belî ku biçin Idlibê, wan li wir kom dikin. Bi vê yekê jî Idlib bûye wekî bombeyeke tu nizane kîjan kêliyê biteqe.
Tiştê rewşê dijwar dike, siyastên dewleta Tirk ku li Efrînê pêk tîn e. Siyaseteke pir qirêj û xirab didin meşandin. Kurdan ji wir derdixin û di malên wan de xelkên Xûta bi cih dikin. Dîmografiya herêmê didin guhertin.
Ev siyaseta dewleta Tirk dide meşandin, ne tenê li dijî gelê Sûriyê ye, lê belê li dijî dîrok û pêşeroja tevahiya xaka Sûriyê ye. Lewma divê hemû gelê Sûriyê li divî van siyasetên wan tekoşîn bidin meşandin. Tişta pir zora mirov diçe ew e ku di navbera gelê Sûriyê de şerê navxweyî pêş dixin.
Ji me hemûyan tê xwestin ku em van siyasetên wan eşkere bikein, li dijî siyasetên koçberkirinê liber xwe bidin, em siyasetên koçberkirina bi darê zorê red bikin. Ew li dijî gelê resen siyaset Parçe bike, tê birêve bibe didin meşandin. Ev siyaseta dagirkeran e, li dijî civaka didin meşandin. Tenê yekîtiya civakê û tekoşîn wê dikare vê siyastê bide rawestandin.
*Têkiliya di navbera Rûsiya û Tirkiyê pêş dikeve, bi taybet piştî dagirkirina Efrînê bi erêkirina Rûsiya pêk hat, danûstendinên wan derbarê Idlibê hîn jî didome. Herî dawî jî li ser avakirina komeke Tirk da Rûsiya razî bikin, pêk hat. Tirkiyê Endama NATO ye ev tê zanîn, lê di nerîna we de dê pêşeroja vê têkiliya wan çibe?
Têkiliyên demkî ne
Erê raste, dagirkeriya Efrînê bi erêkirina Pûtîn pêk hat, tevî ku DYA ne pê re bû, bi vê yekê re li gorî itîfaqên wan, Idlib ji para Tirkiyê re hate hiştin. Dewleta Tirk niha hewl dide ku Artêşeke niştmanî girêdayî wê saz bike. Ev artêş abi xwe wê li ser esasê tayîfî û ji komên çete yên heyî were sazkirin.
Hewl didin ku komên çete yên heyî nerim nîşan bide. Lê guheritna nav wê rastiya tiştê heyî nede guhertin. Ew çetene û girêdayî Artêşa Tirkiyê ne. Tiştek di destê wan de nîne ku îradeya xwe pêk bîn in. Artêşa Tirk biryara destpêkê û ya dawî di wan herêmên hatine dagirkirin, dide.
Gelê herêmê ji kiryarên çeteyan û Artêşa Tirk pir tengav bûne. Lewma li gelek bajaran gel li dijî wan derketin û çalakî pêk anîn. Gel ji wan bihêrxe, her ku diçe jî hêrsa gel li dijî çeteyan zêde dibe. Ya girîng li dijî wan piştgiriya gel were kirin û çalakiyên wan werin pêşxistin.
Derbarê têkiliyên Tirkiyê û Rûsiya, her wiha Îranê jî bi rastî ne hevkarê hev in. lê belê berjewndiyên wan li Sûriyê hatiye gel hev. Heta vê kêliyê berjewendiyên wan nêzî hev in, lê di nerîna min wê ev itîfaqên wan gelekî dirêj neke, ev demkiye û wê dewam neke.
Berjewendiyên dewletên navborî li Sûriyayê nabe yek. Tirkiyê endamek sereke û dîrokî ya NATO yê ye. Tevî hemû nakokiyên wê yên bi DYA re jî têkiliyên wan ên stratejîk hene. Helwesta Rêveberiya DYA ji piştgiriya QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê rêjîma Erdogan acizî kir. Ji ber metirsîna rêjîma Tirkiyê ji kurdan heye. Ew ji ber vê yekê nexweş in û tu carî dê jê şifa nebin jî.
Di encamê de têkiliya di navbera van dewletan de demkî û li gorî berjewendiyên taybet pêk hatine. Ev têkiliyên wan jî li ser hesabê gelê herêmê û pêşeroja wan e.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 463 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 07-04-2025
السجلات المرتبطة: 5
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 20-05-2018 (8 سنة)
الدولة - الأقلیم: سورية
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: سياسة
تصنيف المحتوى: بحث
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
حصلت کوردیپیدیا علی حق النشر لهذا السجل من قبل صاحب(ة) السجل!
جودة السجل: 98%
98%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 07-04-2025
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 09-04-2025
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 09-04-2025
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 463 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.468 ثانية