کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند - Central Kurdish
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
هەورامی - Kurdish Hawrami
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
עברית - Hebrew

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
قاموس كورديبيديا 🆕
شركاؤنا
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  598,838
الصور
  126,342
الکتب PDF
  22,348
الملفات ذات الصلة
  132,362
فيديو
  2,205
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
321,885
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,556
هەورامی - Kurdish Hawrami 
68,081
عربي - Arabic 
46,335
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,752
فارسی - Farsi 
17,345
English - English 
8,608
Türkçe - Turkish 
3,887
Deutsch - German 
2,054
لوڕی - Kurdish Luri  
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
365
Nederlands - Dutch 
132
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
64
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
עברית - Hebrew 
23
中国的 - Chinese 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano  
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script)  
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
8,164
الأماکن 
4,871
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات (المجلات والصحف والمواقع الإلكترونية ووسائل الإعلام، إلخ) 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
286
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,944
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,882
الشهداء 
5,270
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
1,005
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
40
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
2,534
PDF 
35,166
MP4 
4,307
IMG 
241,025
∑   المجموع 
283,032
البحث عن المحتوى
​​​​​​​Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa guhartin û avakirinê ye - 1
صنف: بحوث قصیرة
نأسف لحظر كورديبيديا في شمال وشرق البلاد من قبل الغزاة الأتراك والفرس.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Cebuano - Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي - 0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=​​​​​​​Şoreşa 19’ê #Tîrmehê# şoreşa guhartin û avakirinê ye - 1=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYA-EHMED MIHEMED

Di rûpelên dîrokê de nimûneyên şoreşan gelek in. Li Sûriyê di destpêka 2011’an de şoreşê dest pê kir û piştî çend mehan ket xizmeta ajandeyên derve, lê belê tenê Kurd, hevalbendan wan ên ji gelên din bi rêya Şoreşa 19’ê Tîrmehê modelek pêşkêş kir û karîn guhartin û avakirinê pêk bînin.
=KTML_Bold=ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ.., DESTPÊK Û MERHELEYÊN PÊŞDEÇÛNÊ YE=KTML_End=
Gelê Kurd ku di paşguhkirin û siyasetên înkarê re derbas bûye, di zûtirîn demê de bi şoreşa Sûriyê ya ku di Adara 2011’an de dest pê kiriye, hesiya. Piştre ew şoreş ji rêya xwe derket û xizmeta ajandeyên hêzên herêmî, di serî de Tirkiye û Qeterê kir. Ji lew re di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest bi şoreşa ku bi navê Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê nasîn, kirin.
Di vê dosyayê de ku ji 3 beşan pêk tê, em ê bale bikişînin ser vê şoreşê, destpêkirina wê, fikra xwe spartiyê û rola jinan. Di beşa yekemîn de dê li ser sedemên destpêkirina şoreşê, merheleyên ku tê re derbas bûne û astengiyên li hemberî wê derketin, nîqaş bikin.
=KTML_Bold=BI SALAN POLÎTÎKAYEN QIRKIRIN Û ÎNKARKIRINÊ=KTML_End=
Ji dema Peymana Sykes-Picot de ku Kurd li nav çar dewletan; Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê dabeş kirine, gelê Kurd li her derê azarên zilm, destpotî, siyasetên qirkirin û înkarê kişandin. Kurdên li Sûriyê, ji siyasetên erebkirinê, mîna tirkkirin û fariskirinê bê par neman, nimûneya wê jî komkujiya Adara 2004’an e.
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, Kurd ji ber bidestxistina mafên xwe yên rewa kêfxweş bûn ku bi salan ji dest hatibûn birin, lê belê şoreş vegerî leşkeriyê û kete xizmeta ajandeyên hêzên herêmî. Wê demê Kurdan zanî ku ev şoreş tu destkeftiyan ji gelê Sûriyê re pêk nayne, gelo çawa ji Kurdan re pêk bîne.
=KTML_Bold=KURDAN RÊYA ŞOREŞÊ HILBIJART=KTML_End=
Ji lew re Kurdan rêya di vê şoreşê de hilbijart û Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an dest pê kir. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Cîger ev şoreş, wek rojeke nû û jinûve avakirin pênase kirin ku erka birêxistinkirina gel girt ser xwe, da ku valahiya di rêveberiyê de dagire, beriya ku Rêveberiya Xweser were damezirandin.
Zelal Cîger dibêje ev şoreş ji tevan re îsbat kir ku Kurd dikarin şoreşê bi rê ve bibin, li hember zilm, destpotî û çewisandinê bisekinin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê, berhema mîras, têkoşîn û xebata Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Sûriyê ye. Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl wiha got: Ne ji mîrasa vî gelî bûya, ya ku xwe spartî zîhniyeta azadî, têkoşîn û berxwedana ji bo welat, rûmet û fedaîbûnê, şoreş ne di vê astê û hêzê de bû.
Çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bajarê Kobanê pê ket ku destpêkê rejîma Baasê jê hate qewitandin, piştre li tevahî bajar û bajarokên Rojava belev bû. Şoreşê felsefeya neteweya demokratîk ji xwe re bingeh girt, ji xwe re metoda xeta sêyemîn rê girt û dev ji lêgerîna desthilatê berda.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Dr. Husên Ezam diyar kir ku xeta sêyemîn ji rewşên ku Sûriyê tê re derbas bûye berisv bû, da ku nekeve çirava aloziya Sûriyê û wiha got: Em nabin tifing di destê hêzên derve de.
=KTML_Bold=OPOZÎSYONÊ PIŞTA XWE DA DERVE Û KURDAN JÎ PIŞTA XWE DA GEL=KTML_End=
Piştî ku opozîsyona Sûriyê pişta xwe da hêzên herêmî, kesên ku navê şoreşger li xwe dikirin û îdia dikin ku azadiya gelê Sûriyê dixwazin, çeka xwe rastî gelê Kurd kir. Êrişî taxên Kurdan ên li bajarên Helebê û Efrînê kirin. Piştre jî êrişî herêmên din ên Kurdan kirin.
Girêdayî mijarê, Zelal Cîger got: Kesên bi şoreşê re rabûne, di destpêkê de daxwaza azadî û demokratiyê dikirin. Lê belê destwerdana derve şoreş ji naveroka wê vala kir, şoreşger vegerand çekdaran û êrişî herêmên Kurd kirin û niha jî bûne çete. Şoreşa Sûriyê ji destpêkê de hat zivirandin.
Yên ku idîa dikir ku ew şoreşa Sûriyê bi rê ve dibin, çi li dewletên cîran an jî dewletên rojavayî yan jî yên ku komên çekdar çêkirin û şerê rejîmê kir, hedefa wan yek bû. Ew jî çawaniya xwegihandina desthilat û çemberkirina hikum li şûna rejîma heyî di destê xwe de, ye.
Lê belê rewş di hedefa Şoreşa 19’ê Tîrmehê de cuda bû, girêdayî mijarê Aldar Xelîl wiha axivî: Li herêmên me hedef cuda bûn, girîngî da çawaniya pêşxistina zîhniyeta civakê, qedexekirina şerê navxweyî di navbera pêkhateyan de, gihandina forma jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyên civakê de, avakirina baweriyê di nava civakê bi xwe de û bi hêza xwe da ku hêza parastina xwe bi pêş bixe, dayîna baweriya bikaranîna dîplomasî, siyaset û pêşxistina çandê.
=KTML_Bold=RAGIHANDINA AVAKIRINA YPG’Ê=KTML_End=
Bi zivirandin û guherîna şoreşa Sûriyê ji rêya xwe, li herêmên Sûriyê komên çete, komên mezhebî û qewmî derketin, li welat ewlehî û aramî winda bû. Êdî Kurd bûn hedefa êrişên komên çete yên bi piştevaniya derve. Ji lew re pêdivî bi avakirina hêzeke leşkerî ku parastina gel bike, hebû û parastina saziyên ku nû hatine avakirin û bi hedefa gihandina civakê ya azadî û demokrasiyê, hebû. Bi wê re jî bi fermî di 19’ê Tîrmehê de avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat ragihand.
Der barê avakirina YPG’ê de, berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd wiha got: Ragihandina avakirina wê, ji ber kûrahiya çanda vê herêmê, ji bîranînên wê yên siyasî ku bi azadî, fedaîbûn û berxwedanê bawer e, da ku bigihîne mafên xwe, pêk hat.
Ji dema avakirina wê de, YPG’ê têkilî bi komên çekdar ên li herêmên Sûriyê yên dîtir re ku idîa dikirin parastina Sûriyê û şoreşa wan dikin, danî. Lê hemû hewldan bi bin ketin. Ji ber piraniya wan komên ku xwe bi nave Artêşa Azad bi rêxistin dikir, girêdayî ajandeyên derve bûn ku piştevaniya wan dikir û hewl dida hedefên xwe li Sûriyê pêk bîne.
Der heqê mijarê de, Nûrî Mehmûd wiha da zanîn: Ji dêvla ew komên hatine avakirin xizmeta şoreşa bikira, berê xwe da dizî û wêrankirina binesaziyê, her wiha vegerî çeteyên ji Cebhet El-Nusra, El-Qaîde û DAIŞ’ê.
Mehmûd piştrast kir ku tişta ku nehiştiye ew kom bi hêzên wan re bidin û bistînin, piştdayîna wan aliyan bi îdolojiyên îslamî yên radîkal ên dûrî Îslama rast e û piştdayîna çetetiyê ye. Her wiha nimûneya wê jî şerkirina wan çeteyan li Lîbyayê nîşaneyeke eşkere li pêş çavên tevan e.
YPG’ê bare parastin herêmê ji destpêka avakirina wê de hilgirt ser xwe û bersiva êrişên li herêmê da, mîna destpêkê li Serêkaniyê, Til Birak, Til Hemîs, Hesekê, Kobanê heta bi EFrîn û taxa Şêxmeqsûdê ya li bajarê Helebê.
Tenê ev hêz ji Kurd pêk nehat, lê belê ciwanên Ereb û Suryan jî tev li bûn. Ji lew re bûn dendik an jî tova avakirina QSD’ê di Cotmeha 2015’an de ku rola wê ya pêşeng di şerkirina DAIŞ’ê heta têkbirina wê ya erdnîgarî de di Adara 2019’an de, hebû.
=KTML_Bold=GEL BER BI RÊVEBERIYA XWESER VE XWE BI RÊXISTIN DIKE=KTML_End=
Piştî şoreş li tevahî bajar û bajarokên Rojava belav bûn û rejîma Baasê jê hat qewitandin, şêniyên herêmê xwe di saziyên sivîl û xizmetguzariyê de bi rêxistin kir da ku pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin. Ev rêxistin bi şêweyê komîn, meclisên herêmî heta bi Meclis Gel a Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin ku herêmê bi rê ve bibin.
TEV-DEM’ê ya ku wê demê gel bi rê ve dibir, erka birêxistina civakê hilgirt ser xwe, têkildarî mijarê Dr. Husên Ezam wiha diyar kir: TEV-DEM’ê parastina sazî û daîreyên ku jê rejîma Baasê bi der xistin, kir. Her wiha valahiya ku çêbûye jî, bi rêya komîte û meclisên herêmî bi rêya mekanîzmayeke nû dûrî mekanîzmaya dewletî, hatin dagirtin.
Aldar Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîmrehê zîhniyet û tirsa ku rejîmê di dilê civakê de çandiye ku ew nikarin rêveberiya kar û barên xwe bêyî dewlet û saziyên wê bikin, hedef girt. Her wiha piştrast kir ku vê şoreşê bawerî di civakê de çand ku ew dikarin xwe bi rê ve bibin. Bi wê re jî komîn hatin avakirin, ji ber bingeha pêşxistina civakê û rêvebirina wê ye, her wiha komîn ne şîrket an jî saziyeke tê avakirin, lê belê zîhniyeta civakê derman û sererast dike.
Bi her hemeleyekê ku YPG’ê li dijî DAIŞ’ê pêk dianî, hêrêmên nû dihatin rizgarkirin û firehiya herêmên rizgarkirî mezin dibû. Ji lew re pêdivî bi hebûna mekanîzmayeke sazî ya tevahî herêman li hev kom bike hebû, da ku wê di aliyê civakî, siyasî û ewlehî de bi rê ve bibe. ji lewma di 2013’an dest bi pêngava ber bi avakirina rêveberiya xweser a hebeş a di navbera tevahî pêkhateyan de hat kirin.
Tevî ku TEV-DEM’ê erka birêxistina civakê hilgirtibû ser xwe jî, lê hevseroka TEV-DEM’ê ya niha Zelal Cîger axivî: Pêwîstî bi pergalake birêvebirinê li gel pergala civak û rêxistina li herêmê hebû, her wiha li gorî nîqaşên ku 6 mehan dom kiriye, li ser pergala Rêveberiya Xweser li 3 kantonan hat lihevkirin û destpêka 2014’an de hat ragihandin.
Husên Ezam, got ku ji berhemên Şoreşa 19’ê Tîrmehê, ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk di Çileya 2014’an de li hersê kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê ye. Piştre rêveberiyên sivîl li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî çêbûn.
Ezam wiha domand: Girîngiya Rêveberiya Xweser ji metoda xetea sêyemîn bêyî berê xwe bidin rejîm an jî opozîsyonê. Lê belê metodeke taybet hebû û pişta xwe dayê, ew jî felsefeya neteweya demokratîk û bi beşdariya tevahî hêzên li herêmê, me saziyên siyasî, leşkerî, xizmetguzarî û civakî avakir. Îro jî herêmên bi hevrûkirina bi herêmên dîtir li Sûriyê re yên herî baş in.
Niha Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya 7 rêveberî û meclisên sivîl tê bi rê ve birin, her wiha di 6 îlona 2018’an de di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) sîwana wê ya siyasî ye, li hev kom bûn.
Husên Ezam got ku Rêveberiya Xweser medola bêhempa li Sûriyê ye û nimûneya yekemîn a rêvebirina li Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû: Ev rêveberî, şerê terorê ji destpêka Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra heta bi DAIŞ’ê kir, tevî gelek astengî û êrişan karî parastina herêmê bike, her wiha ev nimûneyeke êrênî ji tevahî sûriyan re ye.
Zelal Cîger dibîne ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê, pergala xizmeta herêmê li ser tevahî astan ava kir, garantî û misogeriya demokratî û mafên tevan kir, nûnertiya çînên civakê yên cur bi cur dike, nexasim jin û ciwanan ku di rêvebirina civaka Sûriyê de hatibû bidûrxistin.
=KTML_Bold=GUHERTINA ZIÎHNIYETÊ=KTML_End=
Şoreşa 19’ê Tîrmehê zîhniyeta li ser civakê ku hatiye ferzkirin, guhart û piştrast kir ku gel kane xwe bi xwe di tevahî aliyan de bi rê ve bibe, parastina xwe, hebûn û mafên xwe li hember tevahî êrişkaran bike. Her wiha pergala xweparastinê ku li herêmê hatiye avakirin ku xwe spartiye rêgezên parastina rewa, bû nimûneyeke li tevahî cîhanê. Ji ber ev pergal li hember DAIŞ’ê seknî û têk bir ku di demekê de tevahî dewlet li hember aciz bûbûn.
Ji aliyê rêvebirê ve, vê şoreşê sepand ku ne pêwîst e bibe dewleta heta ku civakê bi rê ve bibe, di vê çarçoveyê de Aldar Xelîl wiha bi lêv kir: Civakeke birêxistinkirî dikare erka rêvebirinê hilgire ser xwe, ev jî di berdewam Rêveberiya Xweser a rêvebirina herêmê û pêkanîna wê de eşkere bû. Ev jî ferqa tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên dîtir ên Sûriyê ye ku tê de herêmên rejîmên Sûriyê heye û yê din jî herêmên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker heye ku di wan herêmên girêdayî rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de demokratî, azadî tune ye.
Xelîl bal kişand ser ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa rastîn û bihara gelan e ku civakê hewl daye xwe bigihînê. Her wiha nûnertiya pêşxistin, pêşdeçûn û avakirina hêvî ji nifşên pêşerojê re pêk bîne, ew jî berovajî herêmên û dewletên dîtir e. li Iraqê ji dema hilweşîna rejîma Sedama Husên a 2003’yan heta roja îro ve tu aramî pêk nehatiye. Her wisa li Lubnan, Tunis, Lîbya, Yemen û hwd jî ji dewletên herêmê mîna Tirkiyê û Îranê jî. Li gorî Aldar Xelîl li van dewletan tevî kevntirîna rejîma wan, lê azara gelek pirsgirêkan li ser tevahî astan bi sedema rejîmên wê yên desthilata dikişîne.
=KTML_Bold=DIJWARÎ Û ASTENGÎ=KTML_End=
Her şoreşek rastî dijwarî û astengiyan tê. Her wiha rewşa Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî di dirêjahiya 8 salan de rastî dijwarî û astengiyan hat ku pêşxistin û pêkanînên wê yên siyasî, civakî, leşkerî û aborî sînordar kirin.
Girîngtirîn dijwariyên wê, zihnî ne, mîna zîhniyeta rejîma desthilat û kevneşopiyên krêt ên ku di civakê de hatin sepandin. Zihniyeta mêrdestiyê li hember Jinan. Di vê alî de Aldar Xelîl gotinên xwe wiha domand: Axaftina li ser şoreşê, tê wateya ku tiştek heye divê bê guhartin, çi siyasî, leşkerî yan jî hwd dibe bila bibe. Ji lew re di dema hewldana guhartinekê de, dê hin alî guhartin red bikin, hebe. Ji ber naxwazin bi hêsanî bê guhartin. Lê belê pêdiviya wê bi demeke dirêj heye heta ku bigihîne encamekê.
Xelîl axaftina xwe ya li ser dijwarî û astengiyan domand û wiha diyar kir: Ji aliyekî din ve jî herêm dorpêç kiriye û rastî êrişên dewletên cîran tê ku dixwazin rêveberiya heyî têk bibin. Her wiha şerekî derûnî û çapemeniyê heye, dewletên herêmî yên cîran jî dixwazin bandora xwe li ser civakê ferz bikin. Her wiha israra berdewama zîhniyet û îdolojiya dewletê ya li hember pergala demokratîk heye. Ev tevahî astengî û dijwarî li hemberî me ne, hin bi zanabûn ji hêla rejîm ve ne, hin ji aliyê Tirkiyê ve, hin ji aliyên dewletên herêmî yên cîran ve û hin girêdayî me bi xwe ne.
Lê li aliyekî din jî Dr. Husên Ezam wiha dibêje: Hin astengiyên mezin, çi ji derve yan jî ji hundir ve hene, yên girîng jî êrişên Tirkiyê yên bêserûber û bênavber li ser herêmên Sûriyê ne. Ew jî ji destpêka dagirkirina wê ya Cerablus, Ezaz, Bab, piştre Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ye. Wê jî hişt alozî mezin bibe û tevgera mezin a koçberiyê çêbe.
Ezam îşaret pê kir hin astengiyên li pêşberî wan mîna jinûve avakirina herêmên rizgarkirî û xizmetguzariya wan hene, ji bilî wê jî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di girtîgehan de heye û divê ev dosya bê çareserkirin. Li gel wê jî dosyayên dîtir mîna beşdariya li kongreya Cinêv a der barê Sûriyê û beşdariya destûreke Sûriye ya nû heye.
Tevî ku şoreşê gelek destkeftî heta niha pêk anîn, lê hin mijar hene ku heta niha pêk nehatine. Li gorî Ezam sedem wiha ne; nezanîna baş a mijarên rêveberiyê, her wiha tecrubeya nûjen ku herêmê tê re derbas dibe.
Aldar Xelîl diyar kir ku şoreşê heta niha nikarî civak bigihanda asta şerê gel ê şoreşgerî. Lê belê pê bawer e ku bi xebata cidî dê vê yekê jî pêk bîne ku pêwîstiyek e.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,494 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
السجلات المرتبطة: 27
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 16-07-2020 (6 سنة)
الدولة - الأقلیم: غرب کردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: سياسة
تصنيف المحتوى: بحث
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
حصلت کوردیپیدیا علی حق النشر لهذا السجل من قبل صاحب(ة) السجل!
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( ئاراس حسۆئـ.ح.) في 27-03-2025
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا کامەلاس.ک.) في 28-03-2025
تم تعديل هذا السجل من قبل ( ئەڤین تەیفوورئـ.ت.) في 29-09-2025
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 1,494 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
المزيد

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.42
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.188 ثانية