کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  587,758
الصور
  124,720
الکتب PDF
  22,131
الملفات ذات الصلة
  127,232
فيديو
  2,193
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,858
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,969
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,788
عربي - Arabic 
44,417
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,858
فارسی - Farsi 
16,057
English - English 
8,545
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,777
الأماکن 
4,870
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات (المجلات والصحف والمواقع الإلكترونية ووسائل الإعلام، إلخ) 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
285
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,909
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,483
الشهداء 
5,182
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
1,000
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,546
PDF 
34,792
MP4 
4,051
IMG 
235,688
∑   المجموع 
276,077
البحث عن المحتوى
QSD; hêza ku hevsengî guherandin - 2
صنف: بحوث قصیرة
أسهَلَ كورديبيديا إقتناء المعلومات، بحيث سَجّلَ مليون معلومة في هواتفكم المحمولة!
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
QSD; hêza ku hevsengî guherandin - 2
بحوث قصیرة

QSD; hêza ku hevsengî guherandin - 2
بحوث قصیرة

QSD; hêza ku hevsengî guherandin - 2

Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 55 kîlometreçargoşe erd û nêzî 3 milyon kes ji çeteyan rizgar kirin û parastina wan dike.
Ji bo rizgarkirina gelên Bakurê Sûriyê ji teror û çeteyên DAIŞ`ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (#QSD# ) piştî 3 salan serkeftinên mezin bi dest xistin. Bi rizgarkirina 55 hezar kîlometreçargoşe ji tevahiya cîhanê re tekez kir ku ew dikare herêman rizgar bike û ewlehî û aramiyê biparêze, her wiha dikare bibe bendeke asê li dijî destwerdanên ji derve.
Piştî destpêkirina şoreşa gelê Sûriyê di Adara sala 2018`an de, hin hêzên cîhanî û herêmê dest avêt nava şoreşê û xwest vîna gel destgîr bikin û gel bixin nava dehfika pevçûnên navxweyî, hemû mafên gel destgîr kirin û ji bo berjewendiyên xwe ew wek ardûyê şer bi kar anîn. Piştî destwerdana van hêzan ku bi gelek navan derketin, mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê, gelên Sûriyê gelek êş û azar kişandin.
Qurbaniyên berjewendî û destwerdanên derve tenê gelê Sûriyê bû, lê vîna gelên Bakurê Sûriyê ji van planan bihêztir bû û karîn hêza xwe ya leşkerî bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk ava bikin ku herêmên xwe ji dijminên derve biparêzin û herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de jî rizgar bikin.
QSD`ê çawa karî herêmên Bakurê Sûriyê rizgar bike? Kîjan ceng bi rê ve birin? Çi qas herêm rizgar kirin? Çi qas sivîl ji destên DAIŞ`ê rizgar kirin? Çi qurbanî dan? Di vê dosyayê de em ê hewl bidin van pirsan bibersivînin.
Destpêka Hêzên Sûriya Demokratîk
Hêzên Sûriya Demokratîk ku di 15`ê Cotmeha sala 2015`an de hate damezirandin, li gelek deverên Bakurê Sûriyê şerên giran li dijî çeteyan bi rê ve birin, destpêk li gundewarên başûrê Hesekê bû li herêmên Hol û Şedadê, paşê li Girêspî, Silûk, Sirîn, Minbic, Eltebqa, Reqa û herî dawiyê jî li gundewarên bakurê Dêrazorê.
Di pêvajoya şerên li dijî Çeteyên DAIŞ`ê de, her ku hêzên QSD`ê mirovekî sivîl rizgar dikir, baweriya gel bi vê hêzê mezintir dibû, ezmûn û tecrubeya wê ya leşkerî jî bi pêş diket, di encamê de ev hêz bû hêzeke profesyonel ku dikare di rewşên giran de şer bike.
14 hezar kîlometreçargoşe û 12 hezar û 600 sivîl hatin rizgarkirin
Yekemîn hemleyên leşkerî yên QSD`ê bi navê hemleya Xezeba Xabûr ji bo rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ`ê dest pê kir. Hemleyê ji navçeya Holê ku 42 kîlometre dikeve başûrê Hesekê dest pê kir û 20 rojan dewam kir. Di hemleyên hêzên QSD`ê de yekemîn serkeftin di roja 19`ê Mijdara sala 2015`an pêk hat û nêzî hezar û 400 kîlometreçargoşe ku di nav de 196 gund û bajarok hene rizgar kirin, her wiha di nava deverên rizgarkirî de cihên stratejîk ên mîna navenda navçeya Holê, gola Xatûniyê, zeviya Tişrîn a petrolê û kampa koçberan jî hebûn.
Di hemleyê de zêdetirî 493 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, her wiha 33 şervanên QSD`ê jî şehîd bûn. Li gorî daxuyaniyeke fermî ya QSD`ê hêzên wan nêzî 12 hezar û 600 sivîlên herêma Holê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Yekemîn serkeftina stratejîk
Piştî şerên li Holê, di 23`ê Kanûnê 2015`an de hemleya rizgarkirina gundewarên başûrê Kobanê dest pê kir. Hemle 7 rojan dewam kir û di encamê de herêmeke bi qasî 640 km ku di nav de gelek gund û bendava Tişrînê ya stratejîk jî hebûn, hatin rizgarkirin û ev bû yekemîn serkeftina stratejîk a QSD`ê, her wiha di hemleyê de nêzî 23 hezar welatî jî hatin rizgarkirin.
Li ser daxwaza welatiyan roja 16`ê Sibata 2016`an pêngava rizgarkirina herêma Şedadê dest pê kir, hemle di demek kurt de bi serkeftinê tacîdar bû û di nava 7 rojan de hêzên QSD`ê 2 hezar û 400 kîlometreçargoşe rizgar kir, di nav de navenda navçeya Şedadê û 315 gundên girêdayî wê hebûn. Her wiha hêzên QSD`ê 54 hezar 900 welatiyên navçeyê jî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Di hemleya Şedadê de 275 çete hatin kuştin, 20 şervan jî şehîd bûn, gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan.
Di pêvajoya rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyê de pêngaveke nû
Serkeftinên hêzên QSD`ê li Holê, Şedadê û bendava Tişrînê rê vekir ku ciwanên herêmên rizgarkirî tev li nava refên vê hezê bibin. Piştî van serkeftinan hemleyeke nû ji bo rizgarkirina Minbicê di 1`ê Hezîranê de dest pê kir.
Şerê rizgarkirina Minbicê ne mîna cengên din ên QSD`ê bû. Çeteyên DAIŞ`ê Minbic wek navend û wekî rêya derbasbûna çeteyên biyanî yên ji Tirkiyê dihatin Sûriyê, bi kar anî. Her wiha qada wê berfireh e û hejmara welatiyan jî zêde ye, lê hêzên QSD`ê roja 15`ê Tebaxa sala 2016`an Minbic û navçeyên girêdayî wê rizgar kirin.
Di hemleyê de hêzên QSD`ê qadeke bi firehiya 5 hezar 183 kîlometreçargoşe ku navenda bajêr, gelek bajarok û navçe û nêzî 196 gund jî di nav de, rizgar kirin. Di hemleyê de 264 şevanên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û yên enternasyonalîst şehîd bûn.
Tirs û sawa xilafeta DAIŞ`ê şikest
Şerên giran nebûn asteng ku hêzên QSD`ê têkoşîna rizgarkirina tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê dewam bikin, lewma piştî rizgarkirina Minbicê hemleya Xezeba Firatê dest pê kir ji bo rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê û rizgarkirina gelên herêmê.
Cenga Xezeba Firatê girîngtirîn pêngav bû di pêvajoya têkoşîna QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de. Ji ber hin astengiyan despêkirina hemleyê dereng ma, ji wan astengiyan ku herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de pir fireh bûn, her wiha ev herêm cihekî girîng bû ji bo DAIŞ`ê, DAIŞ`ê ji xwezaya herêmê sûd wergirtibû û cihên xwe asê kiribûn. Deverên ku çeteyan wek çeper bi kar dianîn, pir stratejîk bûn.
Lê pêwîst bû ku ev hemle pêk were, ji ber ku çeteyên li vir metirsiyek bûn li dijî herêmên rizgarkirî, her wiha hijmareke mezin a sivîlan di nava zilma DAIŞ`ê de dijîn, lewma QSD`ê roja 6`ê Cotmeha 2016`an ji 4 baskan ve dest bi hemleyê kir.
Armanca hemleyê rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê û sînorên wê yên îdarî bû. Şerên dijwar ku nêzî salekê dewam kirin, pêk hatin. Şer di gelek pêvajoyan re derbas bû, ya destpêkê ji hêla bakur, ya duyemîn ji hêla rojava û ya sêyemîn jî ji hêla rojhilat ve bi pêş ket.
Di dema cenga rizgakirina bajarê Reqayê de ku di çarçoveya pêngava sêyemîn roja 21`ê Adara 2017`an hemleya rizgarkirina bajarê Tebqayê dest pê kir, tevgereke berfireh a QSD`ê û hêzên hevpeymanê pêk hat, di vê tevgerê de bi rêya asmanî şervan veguhestin gundewarên rojavayê Tebqayê, ev tevger bû ezmûn û tecrubeyeke nû ji bo hêzên QSD`ê.
Di vê pêvajoyê de hêzên QSD`ê roja 10`ê Gulana 2017`an bajar û bendava Tebqayê rizgar kirin, herêmeke bi firehiya 5 hezar 460 kîlometreçargoşe ku navenda bajêr, bendav, balafirgeha leşkerî, 96 gund di nav de û 130 hezar sivîl jî hatin rizgarkirin.
Piştî ku gelek welatiyên bajêr û eşîrên herêmê tev li nava refên QSD`ê bûn, di roja 20`ê Cotmeha 2017`an de û di çarçoveya pêngava dawîn a hemleyê de, piştî şerê 166 rojan bajarê Reqayê hate rizgarkirin.
Di hêla mirovî de jî hêzên QSD`ê têkoşîneke mezin kir û nêzî 452 hezar sivîl ji destê DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şeran de 655 şervanên QSD`ê şehîd bûn, her wiha qadeke bi qasî 19 hezar û 670 kîlometreçargoşe rizgar kirin.
Bi awayekî profesyonal di heman demê de li gelek eniyan şer kirin
Serkeftinên QSD`ê di şerên Reqayê de kir ku ev hêz bibe hêza herî çalak li dijî DAIŞ`ê li ser erdê, di hundir û derve de piştevaniya vê hêzê zêde bû. Her wiha piştgiriya navdewletî jî, ev hêz êdî dikare li dijî hemû şêweyên êrîşên li dijî herêmê û di hemû mercan de tê bikoşe.
Dema ku hemleya Xezeba Feratê dewam dikir, QSD`ê hemleya Bagera Cizîrê di roja 9`ê Îlona 2017`an de ji bo rizgarkirina gundewarên bakurê Dêrazorê û tevahiya Cezîrê û tunekirina DAIŞ`ê li rojhilatê Feratê dest pê kir, ev tê wateya ku QSD`ê dikare gelek cengan bi hev re bi rê ve bibe.
Cengên QSD`ê li rojhilatê Feratê
Di vê hemleyê de hêzên QSD`ê tevahiya çola Cezîrê û gund û bajarokên li gundewarên başûrê Hesekê û bakurê Dêrazorê rizgar kirin. Qada hatiye rizgarkirin, nêzî 71 hezar û 360 kîlometreçargoşe e di nav de pir gund û navçe jî hene; mîna Merkede, Alsiwer, Albisêra, Albehere, Alcezrat, Alkesrat, Aldişîşe. Her wiha nêzî 467 gund û û nêzî 900 hezar sivîl jî hatin rizgarkirin.
Piştî van hemleyan niha DAIŞ tenê li hin deverên li derdora bajarokê Hecîn û gundên wê yên li rojhilatê bajarê Dêrazorê mane.
Ji bo rizgarkirina welatiyên herêmê berdêlên mezin
Di van pêvajoyan de hêzên QSD`ê gelek cangorî dan, li gorî daxuyaniya yek ji fermandarên QSD`ê Zinarîn Kobanê nêzî 12 hezar şervan şehîd bûn. Lê di encamê de nêzî 55 hezar kîlometreçargoşe hatin rizgarkirin, ango ji sedî 30 ji tevahiya qada Sûriyê, her wiha 3 milyon welatiyên herêmê jî hatin rizgarkirin.
Dikare bê gotin ku QSD piştî 3 salên têkoşînê, bûye hêzeke profesyonel û çalak ku dikare di hemû mercên giran de şer bike û herêmên bakurê Sûriyê û welatiyên wê biparêze.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 556 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 22-03-2025
السجلات المرتبطة: 16
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 04-01-2019 (7 سنة)
الدولة - الأقلیم: غرب کردستان
الدولة - الأقلیم: سورية
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: بحث
تصنيف المحتوى: عسکري
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
حصلت کوردیپیدیا علی حق النشر لهذا السجل من قبل صاحب(ة) السجل!
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 22-03-2025
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( زریان سەرچناری ) في 22-03-2025
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 556 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.188 ثانية