کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  586,088
الصور
  124,408
الکتب PDF
  22,120
الملفات ذات الصلة
  126,463
فيديو
  2,193
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,493
الأماکن 
4,865
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
284
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,907
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,467
الشهداء 
5,170
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
998
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   المجموع 
274,973
البحث عن المحتوى
Derhênerê Dawîn ê Şanoya Kurdî ya Sovyetê/Elegezê: Rizganê Emo
صنف: بحوث قصیرة
نأسف لحظر كورديبيديا في شمال وشرق البلاد من قبل الغزاة الأتراك والفرس.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rizganê Emo
Rizganê Emo
=KTML_Bold=Derhênerê Dawîn ê Şanoya Kurdî ya Sovyetê/Elegezê: #Rizganê Emo#=KTML_End=

Rizganê Emo, di sala 1950î hate dunyê. Dibistana seretayî li gundê Ortaçiya xwend. Pişt re dibîstana navîn li nehiya Axbaranê pişt re li Elegezê xwendina xwe xelas dike. Di navbera salên 1969 û 1971 ê de ji bo eskeriya Sovyetê diçe li Elmanya. Perwerdehiya şanoyê li Moskowê di 1973 an de destpê dike û dereceyeke serketî tê qebûl kirin, pişt re derfetên wî nahêle li wir dewam bike û perwerdehiya xwe li Ermenîstanê heta sala 1977 an didomîne û di sala 1978 an mezûn dibe. Yekem derheneriya şanoyê bi lîstika “Teyrê Elegezê” di sala 1978 an dike û destûra Rejîsoriyê bi vê pêşandeyê hildigre. Bi lîstikvanên Kurd yên ji Elegezê re, ji 1978 an heta sala 1988 an bi dehan şanoyên Kurdî derxist. Heta ku erdheja Ermenîstanê ku di sala 1988an weke berpirsê giştî yê şanoya Elegezê xebitî. Di erdheja 1988 an de, gelek mirov jiyana xwe ji dest dabû, bi vê erdhejê re tevî avahiya qulûba şanogeran û sehneya şanoya Kurdî ya Elegezê jî hildiweşe û êdî careke din ava nabe. Piştî vê erdhejê şanoya prosyonel î Kurdî li Ermenîstanê bi dawî dibe.
Rizganê Emo, piştî ku Sovyet jî hildiweşe hêviya xwe ji şanoya Kurdî nabire, lê hemû hewldanên wî yên ji bo şanoyê heta roja me nîvco dimîne. Piranî hunermendên kevn yên Ermenîstanê piştî hilweşîna Sovyetê bar dikin û diçin li welatên Ewrûpa bi cî dibin, ên mayî jî dev ji hemû karên hunerî berdidin û mîna ku qet şanogerî nekiribin li gundên Elegezê debara jiyana xwe ya rojane dikin. Rizganê Êmo, ew jî mîna hunermendên dema xwe hatine jibîrkirin, lê wî hêviya xwe yekcar wenda nekiriye, hê jî li hêviya vegera huner û şanoya Kurdî yî “Zemanê Çûyî” ye… Ew bavê pênc zaroka ye û niha li gundê xwe yê ku lê dayîk bûye dijî û ji sala 1991 ê virde bi mamostetiya zimanê Rûsî dersê dide û gerînedeyê dibistana gundê Ortaçiya dike. Gelek amûrên mûzikê dikare çê bike û li wan bixe…
Şanoya ku wî derhêneriya wê kiriye û tê de lîstiye bi navê “Kerr û Kulik” e. Bi vê şanoyê re xwe digihîne bi deh hezaran temaşevanên Kurd û yên din. Li tevahiya Sovyetê şanoya Kurdî bi “Kerr û Kulik” deng vedide. Beşdarî gelek festîvalên welatên sovyetê ku taybetî kurd lê hebûn, mîna; Moskowa, Kazakîstan, Gurcîstan, Azerbeycan û li Ermenîstanê gelek pêşandeyên şanoyên wî çê dibin.
Li Ermenîstanê piştî vê erhejê êdî şanoyên mîna berê derfet nabîne ku xwe ji nû ve durist bike û hêviya şanoya Kurdî li ermenistanê bi belavbûna Sovyetê re, ji sala 1991ê ve yekcar tune dibe. Bi şerê Qerebaxê re kurdên Musilman ji Ermenîstanê têne qewirandin û tenê Kurdên Êzdî dikarin bimînin. Weke hemû kurdên Sovyetê her yek ji wan li dikeve pey zemanê berê û bîranînên rojên xweş ku êdî dewr û dewran li wan venagere...
Şanoyên ku “Rizganê Emo” derhêneriya wan kirine:
Teyrê Elegezê (1978, Nivîskar: Vaçe Harûtûnyan, Wer. Emerikê Serdar)
Kerr û Kulik (1979, Nivîskar: Suren Gînosyan, Wer. Heciyê Cindî) (Di sala 1980 î de li Gurcistanê û di 1988 an de li Kazakîstanê jî tê lîstin)
Sînco Qîza Xwe Dide Mêr (1979, Nivîskar: Eskerê boyîk) (Di sala 1980 î de diçe Gurcîstanê, û ji bo careke din dîsa di sala 1983 an de li Elegezê tê hazir kirin )
Memê û Eyşê (1980, Nivîskar: Xelîl Mûradov)
Pêşî Mirin Paşê Zewicîn (1980, Nivîskar: M. Maksîmov, Ji Rûsî Wer. Rizganê Emo)
Heyfhildan (1980, Nivîskar: Eskerê Boyîk)
Siyabend û Xecê (1981, Nivîskar: Suren Gînosyan, Wer. Tosinê Reşîd)
Elî Welî (1982, Nivîskar: Costa Xotagura, Ji Rûsî Wer. Rizganê Emo)
Cînar (1986, Nivîskar: G. Xugayev, Ji Rûsî Wer. Rizganê Emo)
Temo û Lawik (1987, Nivîskar: Wezîrê Eşo,)
Kumreşê Dînik (1988, Nivîskar: A. Papayan, Wer. Rizganê Emo)
Çetoyê Zêdo: We bi kîjan şanoyê re dest bi derhêneriyê kir? Tu dikarî qala wê bikî?
Rizganê Emo: Sala 1978an de, dema min ji bedewiyetê dîplomaya xwe hilda bi “Teyrê Elegezê” min destûra rejîsoriyê wergirt. Piştî saleke din, me dîsa ev şano derxist. Nivîskarê şanoya “Teyrê Elegezê” Waçê Harûtûnyan bû. Ji zimanê Ermeniyan, Emerîkê Serdar bo kurdî tercume kiribû. Mijara şanoyê destebiratiya Kurd û Ermanan bû; dema kurd û ermen ji ber zilma Romê direvin de derbas dibe. Şano li ser yekitiya kurd û ermanan li dijî tirkan bû. Mêrxasê sereke jî navê wî Heso bû.
Çetoyê Zêdo: We şanoya Elegezê çawa birêve dibir?
Rizganê Emo: Dema Sovyetê hemû karên şanoyê, bi peywira dewletê dihate kirin. Di planê me de me salê sê şano hebû. Butçeya me hebû, me digo çi lazim e, didane me. Ji bo dilqan cil û berg, me daxwazên xwe dibir ba hukumetê, hemû kostumên me, wan didirût. Ji bo tiyatroyê çi lazim bûya dewlatê dida. Dema em diçûn dervî Elegezê hemû xerca me didan. Avtomobîla me hebû şofêre me jî Nado Mahmûdov bû. Em bi vê avtomobîlê diçûn heta Gurcîstanê. Li Ermenîstane çiqa gundê kurmanca hebû em diçûn wir, paşê em diçûn Gurcîstanê, carinan hefteyeke li ser hev me dilîlst. Hemû tiştên ji me re lazim dibûn, me dibir dida berpirsên şanoyê re, çi dekor çi qostim hemû dewletê dida. Dewletê ji bo xebatên artîsta tiştek nedida, lê hemû artîst bi keda xwe dihatin, bi dilê xwe dihatin. Lê dema em diçûn derve hemû mesrafa rê dewletê dida, Avtobûsa me hebû, an dema em diçûn bilêtê me yê balefirê jî dewletê dida.
Çetoyê Zêdo: Dema tu wan rojan tîne bîra xwe, çi hîs dikî? Dîsa em qala wan salan bikin kîjan şikil tê bîra we?
Rizganê Emo: Hemû weke do di bîra min de ye. Bîna dikê, bîna perde… Weke ku dîsa dixebitim û dîsa ciwan dibim. Di bîra min de gelek tişt mane, dema xeber bidim ez ê pênc sala zêde emir bikim. Bîna wan rojan, dema ku piyase me dihate qebûl kirin ji bo ku em bilîzin, em pir kêf xweş dibûn, cihê ken û laqirdiyan bû. Di gelek şiklên bedewitiyê de xebitîm. Hemû xebat tê berçavên min, ji hemû şanoyên min, ez xwe dibînim. Piştî erdheja 1988an qulûba me hilweşiya, êdî hukumetê go bila milet ava bike, lê macal nebû… Wextê kes qîmetê nede hunerê û pişgiriya wê neke, hertişt têk diçe. Wê demê dewletê dihişt ku em bi kultur û çanda xwe mijûl bibin û bi zimanê xwe şanoyê bikin.
Çetoyê Zêdo: Lîstikvanên we kî bûn?
Rizganê Emo: Bi eslê xwe ne artîst bûn, lîstikvanên me ji dil bûn. Her yek li derekê dixebitî, xebatkar bûn, mamoste hebûn. Hemû jî kurdiya wan pak bû. Artistiya wan me hîn dikir, hemû şanogerên kurd ên li vir, min perwerde dida wan.
Çetoyê Zêdo: We şanoyên xwe çawa hazir dikir?
Rizganê Emo: Artîstên me her yekî karekî din dikir. Dersdar jî hebûn, min dersên artîstiyê dida. Min wexta ku têkst datanî, me rol belav dikir. Me dizanîbû ew dilqa kî dikare bilîze, hefteyek me dida wan û dixwendin. Carinan nikarîbûn, min heta ew dida rastikinê, pişt re me dida ezberkirinê, yekî din ji pişt perdê sûfle dida. Me şanoyê xwe di hundurê du-sê mehan de hazir dikir. Provayên me, artîklasyonê de heta ku artîstan ezbera xwe hal dikir, em dixebitîn. Yekî dema xwe şaş dikir, ji piş perdê sûflêrê me jî hebû. Sehneya me fireh bû, dekor û kostumên me temam dibû.
Çetoyê Zêdo: Di rolên jinan de, we zehmetî hebû?
Rizganê Emo: Belê, carinan di dilqan de mêr dilîstin. Tenê keçikê azib dikaribû bilîsta... Yên din me dewsa jin mêr dida lîstin. Jin zû bi zû nikaribû bihata şanoyê bixebitiya. Keçikên azib hebûn, dema ku ji bo dilqê jina nikarîbûn, me mêrek dida lîstin.
Çetoyê Zêdo: Ji bilî şanoya Kurdî, hûn di şanoyên din de xebitîn?
Rizganê Emo: Ez di şanoya Ermenan de du salan şikilkêşdar û bi karê deqorê re eleqeder bûm. Ermenen ku bi me dixebitîn zimanê me fam nedikirin, di karên teknîkî de alikariya me dikirin. Li moskowê di Festîla miletên biçûk de, ji bo min gelek spasname dane min. Miletên din bi şanoyê me gelêki şa dibûn, li Moskowê dema ditîtin şa dibûn.
Çetoyê Zêdo: Tûrneyên we çawa bûn?
Rizganê Emo: Dema em diçûn tûrneyê me du şano bi hevre dibir. Çiqas festîval hebûya em başdar dibûn, dema em diçûn koma reqasê jî bi me re dihat. Kurdên Kazakistanê dema çavli me ketin, pir kêfa wan hatibû. Dema em diçûn kîja gundî, me didîtin gelek kêf dikirin. Miletên din dema me temaşe dikirin gelek şa dibûn. Ji bo ku cil û bergên me reng reng bû dihatin bi me re şikil dikişandin.
Çetoyê Zêdo: Belgeyên şanoyên we niha li ku ne?
Rizganê Emo: Me nizanîbû ew ê îro zeman wiha bibe. Gelek belge, li cem min in. Min hin ji wan da Alîxanê Memê, gelek şiklên min birin lê şûnde neanî… Ev şiklê(Wêne) Lenîn e, di spasnameyê de, camêran qedrê me digirtin. Hemû afîşên me dewletê hazir dikir, şikilkêşe me yê “Kerr û kulîk” jî kurd bû. Teksta şanoyê li cem min e, hê weke destnivîsar e, hemû şikil li cem Çîço ye û gelek şikil jî li cem wî heye.
Çetoyê Zêdo: Hûn niha bi çi mijûl dibin?
Rizganê Emo: 1991ê û virde di dibistana gundê Ortaçiya berpirsyar û mamostetiya zimanê Rûsî dikim.
Çetoyê Zêdo: Ku derfetê we hebûya, hûn dixwazin kîjan şanoyan çê bikin?
Rizganê Emo: Niha kela Milet rabûye, dixwazim ku miletî çê bikim. Mêrxastî, Derwêşê Evdî, şanaoyên bo yekitîyiya Kurdan û rêberên kurd Nemir Barzanî, hemû mezinên kurda.
Çetoyê Zêdo: Ji Kurdistanê bangî we bikin bo şanoyê, hûn ê biçin?
Rizganê Emo: Ez ê bireqisim û bêm, bi dileşq dikarim bêm. Rast e, sîh sal ne hindik e… Emir hebekî derbas bû, cahil nînim, lê dileşq dikarim bêm.
Çetoyê Zêdo: Ji bo şanoger û hunermend kurd, dixwazî çi bibêjî?
Rizganê Emo: Bila pêşdeçûyînên baş bikin, di hemû huneran de başdarî hunarî dunyayê bibin. Divê hunera Kurdî di nav milletê din de werin kifş kirinê. Millet bi ziman û hunera xwe tên kifş kirin. Em miletekî kevn in, divê ev were zanîn. Arsen Poladav himdarê şanoya ermena bû, lê niha ermen vêya naxwazin bibêjin. Gelek tişt bi zanebûn nahêlin kifş bibe. Divê werin zanîn. [1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,054 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://cetoyezedo.blogspot.com/ - 06-08-2023
السجلات المرتبطة: 20
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 14-03-2015 (11 سنة)
الدولة - الأقلیم: الإتحاد السوفيتية
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقابلة
تصنيف المحتوى: مسرح
تصنيف المحتوى: ادبي
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 06-08-2023
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 21-08-2023
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 21-08-2023
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 2,054 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.188 ثانية