کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  582,272
الصور
  123,303
الکتب PDF
  22,033
الملفات ذات الصلة
  124,522
فيديو
  2,187
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,137
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,894
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,353
الشهداء 
5,000
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
996
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
12
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   المجموع 
271,882
البحث عن المحتوى
ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-5
صنف: بحوث قصیرة
تقوم زميلات كورديبيديا بأرشفةٍ معاصرةٍ للآم المرأة الكردية وأنتصاراتها في قاعدة بياناتها القومية..
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-5
ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-5
ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-5
JEHRIYÊ LI NAVA CIVAKÊ ÇAWA BELAV DIKIN, KÊ DIKIN HEDEF?
CÎHAN BÎLGÎN-EHMED SEMÎR
#08-06-2023#

Torên jehriyê ku di salên dawî de wekî parçeyekî sereke yê êrîşên dijî civaka Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tên bikaranîn, bi feraseta “Bike hedef, fêr bike, bide bikaranîn û şebeke ava bike” tevdigerin. Bi taybet cihên ku liv û tevgera civakê lê zêde ye dikin hedef.
Li gorî lêkolîn, lêpirsînên hêzên ewlekariya Rêveberiya Xweser û îfadeyên kesên hatine girtin, endamên van toran ji herêmên hikûmeta Şamê, Lubnan, Erebîstana Suudî û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dibin. Malbatên hinek ji van kesan ji herêmên dagirkirî derbasî herêmên xweser bûne, lê ji ber ku li nava sînorên herêmên xweser derbarê wan de biryara lêgerînê heye nikarin bi fermî werin, lewma yan bi rêyên qaçax yan jî nasnameyên sexte tên. Hinek ji wan xwe wekî koçber nîşan didin, hinek di bin navê bazirganî û derbaskirina tiştên alikariyê de xwe digihînin herêmê.
$AVAKIRINA TORÊN JEHRIYÊ$
Kesên ku malbatên wan li herêmê ne, piranî li gundên herêmên wekî Til Hemîs, Til Koçer, deverên ku hîn jî hinek hêzên Hikûmeta Şamê lê hene yên wekî Qamişlo û Hesekê, gundên nêzî herêmên dagirkirî xwe bicîh dikin. Kesên di nava bazirganan û bi saziyên alîkariyê de derbas dibin jî li navçe û bajaran bicîh dibin û hewl didin torên xwe ava bikin. Her wiha bi şaneyên veşartî yên girêdayî komên çete yên dewleta Tirk, torên sîxuriyê re pêwendî çêdikin, bi hevre kar dimeşînin. Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Zozan Selma bal kişand ku endamên şebekeyê bi riya malbatên xwe, têkiliyên bazirganî (mazot, cixare, telefon, tiştên xwarinê û hwd.), veguhestina amûrên tenduristiyê, her wiha li cihên wekî park, xwaringeh û cafeterya xwe rêxistin dikin û got: “Li gel her kesek ji vana gelek nasnameyên sexte jî hene, li her bajarekî nasnameyek cuda nîşan didin. Li ser kesên hatine girtin gelek nasnameyên bi vî rengî hatine desteserkirin.”
$SAZIYÊN XWESERIYÊ JÎ KIRINE HEDEF$
Zozan Selma, diyar kir ku şebekeyên madeyên hişbir hewl dane ku di nav saziyên Rêveberiya Xweser de jî endamên xwe bicîh bikin û got: “Ji bo vê yekê hewl dan ku endamên xwe li saziyên dadgeh, hêzên ewlekariyê bicîh bikin û li van deran tora îstîxbaratê ava bikin. 13 kes ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.”
$HEM ÇÊDIKIN HEM BELAV DIKIN$
Piştî torên jehriyê tên avakirin, dest bi belavkirina madeyan tê kirin. Bi 2 rêbazan hewl didin madeyan belav bikin. Di rêbaza yekemîn de madeyên ji derveyî herêmên xweser anîne; li dibistan, park, xwaringeh, cafeterya û kolanan tên belavkirin. Di rêbaza duyemîn de jî, madeyên jehriyê tên çêkirin û belavkirin. Ji bo vê yekê dermanxane tên bikaranîn. Endamên torê ji dermanxaneyan gelek dermanên ku divê bêyî destura dixtoran neyên dayîn, bi hêsanî distînin, vana piştre têkel dikin û madeyên jehrî bidest dixin. Her wiha gelek dermanên ku divê tenê li nexweşxaneyan hebin û belavkirina wan qedexe ye jî, bi riya hinek dermanfiroşan bi awayekî nefermî derbasî herêmê tên kirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Dixtor Ciwan Mistefa destnîşan kir ku di encama komîteya şopandina dermanan a girêdayî desteyê de derketiye holê ku gelek dermanên qedexekirî bi rêyên ne fermî derbasî herêmê tên kirin û li hinek dermanxaneyan tên belavkirin.
Piştî lêkolînan hêzên ewlekariyê jî lêpirsîn daye destpêkirin û li Qamişlo dermanxaneyeke ku gelek dermanên qedexekirî bêyî reçete û hinek jî yên dîrokên wan derbas bûne firotine, hat girtin. Dîsa li Qamişlo kesekî ku li navenda depokirina dermanan kar dikir û pêwendiya wî bi tora jehriyê re hebû, hatiye girtin.
Li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariya Minbicê dane, di encama şopandinê de şebekeyeke ku alavên çêkirina madeyên hişbir kom kiribûn hatiye girtin. Derket holê ku têkiliya vê şebekeyê bi koma çekdar a bi navê Dîfaa El Wetenî ya girêdayî Hikûmeta Şamê û komên din ên çeteyan re heye. Endamên şebekeyê di îfadeyên xwe de gotine ku, rêveberên wan ên li herêmên dagirkirî û welatên din ên wekî Lubnan û Tirkiyeyê ji bo peydakirina alavan ji wan re pere şandine.
$DIBISTAN Û ZAROK HEDEFÊN SEREKE NE$
Zarok û ciwan hedefa sereke ya tora jehriyê ye. Ji bo vê yekê dibistan û cihên kombûnê yên weke parkan bikar tînin. Endamên torê li van deran hebên hişbir difiroşin zarokan û wan fêr dikin. Nêzî 2 meh beriya niha li dibistanek Minbicê 2 endamên torê yên madeyên hişbir belav dikirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.
Kesên hatine girtin di îfadeyên xwe de diyar kirine ku bi hebên krîstal, captagon û heya eroînê didin zarokan û wan fêrî dikin. Ji bo vê yekê destpêkê bê pere belav dikin, dema laş fêr bû jî, êdî zarokan dixin torê û wan dikin endamên şebekeya firotinê.
Heman kesan di îfadeyên xwe de gotine ku yek ji rêbazên xapandina zarokan jî bikaranîna pêvajoya azmûnan e. Di dema ezmunan de ji zarokan re dibejin “Vê hebê bixwe wê mêjiyê te vebe û xewa te nayê”. Zarokên ku fêrî bikaranînê bûne êdî ji aliyê şebekeyê ve wekî sîxur, diz, firoşkarên hebên hişbir û bûyerên kuştinê de tên bikaranîn.
Gelek zarokên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin û niha di malên zarokan ên dibin çavderiya Rêveberiya Xweser de ne, ev pêkanînên şebekeyan bi zelalî vegotine.
$XWARINGEH, PARK Û CAFETERYA$
Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Herêma Cizîrê Zozan Selma anî ziman ku torên jehriyê hewl didin li xwaringeh, park û cafeteryayan jî şaxên xwe ava bikin. Gelek endamên şebekeyê wekî karker li xwaringeh û cafeteryayan dest bi kar dikin, madeyan didin muşteriyan. Welatiyekî ku li xwaringehekê karkerî dikir û nexwest navê xwe eşkere bike, got; “Dema min dest bi kar kir, karkerekî din li wir hebû, her xwe nêzî min dikir û dixwest bibe hevalê min. Piştî demekê jî bikaranîna madeyên hişbir pêşniyarî min kir; her wiha got, ‘emê gelek pere qezenç bikin’ û xwest ku em bi hevre kar bikin. Lê min qebûl nekir û ez ji xwaringehê derketim.”
$MAMOSTE, ENDEZYAR Û PARÊZER JÎ KETINE TORÊ$
Ji bilî zarok û ciwanan, parêzer, mamoste, bijîşk, endizyar jî dikevin xefika van toran. Dixtor Îsa Hemadî yek ji bijîşkên Nexwaşxaneya Firatê ya bajarê Minbicê ku bi dermankirina kesên madeyên hişbir bikar tînin re mijûl dibe ye. Îsa Hemadî heta niha 15 kesan bi temamî ji tiryakîbûna madeyên hişbir qut kirine, dibêje, “Gelek tiryakiyên hatine cem me mamoste, parêzer, bijîşk û endezyar in. Gelek ji wan pirsgirêkên malbatî, aborî jiyan kirine, rewşa wan a psikolojîk xirab bûye, her wiha ketine bin bandora êrîşên dagirkeran, rêzefîlmên dewleta Tirk, û ketine valahiyê, piştre jî dest madeyên hişbir kirine.”
$JINAN BI RÊBAZÊN QIRÊJ DIXIN XEFIKÊ$
Yek ji hedefên sereke yên torên jehriyê jî jin in. Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Herêma Cizîrê Zozan Selma destnîşan kir ku endamên şebekeyan bi taybet xwendekar jin, her wiha jinên ciwan ên ji beşên cuda yên civakê dişopînin û dixin xefikên xwe. Ji bo vê yekê şebekeye ku ji jinan pêk tê hatiye avakirin. Endamên vê şebekeyê jî ji herêmên dagirkirî û yên di kontorla Hikûmeta Şamê de hatine. Piraniya wan bi karên sixûrtî û fuhuşê re mijûl dibin. Ev şebeke girêdayî şaneyên veşartî û MÎT`ê kar dimeşînin, bi nasnameyên sexte derbasî herêmê dibin. Zozan Selma derbarê rêbazên qirêj yên ku şebeke bikartînin ev tişt got: “Destpêkê di nav civakê de bi navê ‘hevaltiyê’ xwe nêzî jinan dikin. Paşê madeyên hişbir wekî dermanê serêşiyê didin wan. Dema jin li ser hişê xwe diçin jî cilên wan derdixînin û dîmenên wan dikişînin. Bi riya van dîmenan jî gefan dikin da ku beramberî madeyên hişbir bibin sîxûr, fuhuşê bikin, têkevin nav şebekêyê û di navbera bajarên herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bazirganiya madeyên hişbir bikin. Zarok û jinên ciwan ên di navbera 14 û 24 saliyê de ketine vê xefikê.”
$NÊZÎ 100 JIN DERBASÎ HERÊMÊ KIRIN$
Zozan Selma, diyar kir ku hikûmeta Şamê di sala 2022`an nêzî 100 jinên ku fuhuş dikin û madeyên hişbir belav dikin rêkirine herêmên Rêveberiya Xweser û ev agahî parve kirin: “Nêzî 100 jinên ku ketine xefika tora madeyên hişbir û fuhuşê ji herêmên Hikûmeta Şamê yên wekî Şam, Hema û Deraa derbasî herêmên xweser hatine kirin û li hin cihên di kontrola koma Difa El Wetanî de hatibûn bicîhkirin. Ev jin di encama operasyonên me de hatin girtin û ji ber ku niştecihên herêmê nebûne, paş de hatine şandin. Bi van rêbazan hikûmeta Şamê hewilda civaka me têk bibe. Ev jin jî ji bo vê hatibûn erkdar kirin.”
Jinên ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bi darê zorê fêmî fuhuş û madeyên hişbir hatine kirin jî, ketine nava torê. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku jinan bikin êrîşkarên întîxarî ew fêrî madeyan kirine. Beşek ji van jinên ku piraniya wan li Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê ne niha ketine vê xefika van şebekeyan.
$ENDAMÊ TORA JEHRIYÊ: MIN LI ÇARXEREYA ŞEHÎD YUSUF GÛLO 200 HEBÊN HIŞBIR WERGIRTIN$
Endamê Tora Madeyên Hişbir ê bi navê H.K. ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye girtin, diyar kir ku wê li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya li Qamişloyê ji kesekî din 200 hebên captagonê, miqdarek krîstal û eroyîn wergirtine û got: “Piştre em çûn otêlê da ku ji wir belavî nava civakê bikin. Lê saet di 02.00’yan de em bi madeyên hişbir re ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin.”
$ENDAMÊ BERÊ YÊ DÎFA WETENÎ: MIN ENDAMÊN ŞEBEKEYÊ ANÎN MALA XWE$
L.E. A. kesek ji bajarê Qamişlo ye û di navbera salên 1993 û 1997ʹan de endamtiya koma Ewlehiya Dewletê ya girêdayî Hikûmeta Şamê kiriye. L.E.A. jî 4 rojan piştî girtina endamên torê yên li otêleke Qamişloyê, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye girtin. L.E.A. dibêje, “Kesekî bi navê Mîlad ku min ji berê nas dikir, li min geriya û got, ‘2 ajokarên ku bi min re kar dikin hene, tu wan bibe mala xwe’. Min jî anîn mala xwe. Wana 4 kîsên hebên madeyên hişbir danîn malê. Li malê jî ev madde bikar anîn. Wana ji min gotin ku paketek madeyên kîmyewî ji kargeha Asya ya çêkirina dermanan a li Helebê wergirtine da ku bişînin Iraqê. Ew paket jî anîbûn mala me. Ev made 2 rojan li mala min man. Piştre ek kes dîsa hatin û madde birin.”
$PÊWENDIYA BI ŞERABATÎ RE$
L.E.A. destnîşan kir ku pêwendiya wî bi Ebdulwehab Şerabatî ku ji xeta şebekeyê ya di navbera Tirkiye û Lubnanê de berpirsyar û li Tirkiyeyê dijî re heye û ev agahî dan: “Beriya 30 salan dema li şaxê ewlekariyê ya hikumeta Şamê bûm, min Şerabatî nas kiriye. Beriya ku 2 kes werin mala min, Şerabatî li min geriya got; ‘Ew kes girêdayî min in, li wan miqate be. Şerabatî karê bazirganiya komir, hêk û çixareyan dikir û kargehek wî ya Cola hebû. Bi hikumeta Şamê re dixebitî; serdana efserên payelebinlind dikir. Paşê têkiliyên wî bi îstixbarata leşkerî re çêbûn. Demekê ji aliyê Hikûmeta Şamê ve hatibû girtin, lê dîsa hat berdan. Qasî dizanim têkiliyên wî bi DAIŞ û hemû aliyan re hene; di navbera Tirkiye û Lubnanê de digere. Carekê bi rêya telefonê got, ew li herêma Bîaq a Lubnanê li gel Hizbullah e.
Li hemberî torên madeyên hişbir saziyên rêveberiya xweser hem tedbîran digirin, hem jî bi perwerde, agahdarkirin û tedawîkirinê hewl didin kesên ketine vê torê rizgar bikin. Ev mijar jî wê di beşa dawî ya dosyaya me ku dê sibe were weşandin de bê vegotin.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,347 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | hawarnews.com
الملفات ذات الصلة: 5
السجلات المرتبطة: 18
لغة السجل: Kurmancî
الدولة - الأقلیم: سورية
الدولة - الأقلیم: غرب کردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: النساء
تصنيف المحتوى: القضية الكردية
تصنيف المحتوى: الشباب
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( کاکۆ پیران ) في 08-06-2023
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 08-06-2023
تم تعديل هذا السجل من قبل ( هومام تاهیر ) في 31-07-2023
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 2,347 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.270 KB 08-06-2023 سارا كامالاس.ك.
ملف الصورة 1.0.1190 KB 08-06-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 2.984 ثانية