کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  582,313
الصور
  123,357
الکتب PDF
  22,032
الملفات ذات الصلة
  124,490
فيديو
  2,187
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,080
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,888
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,340
الشهداء 
4,975
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
996
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
12
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   المجموع 
271,560
البحث عن المحتوى
​​​​​​​ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-1
صنف: بحوث قصیرة
يُتيحُ كورديبيديا (حق الوصول الى المعلومة العامة) لكل انسانٍ كوردي.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic1
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish1
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-1
​​​​​​​ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-1
​​​​​​​ÇEKA VEŞARTÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-1
DÎROKA MADDEYÊN HIŞBIR Û BIKARANÎNA WAN
EHMED SEMÎR- CÎHAN BÎLGÎN
#04-06-2023#
Madeyên hişbir ji çekên herî xeternak in ku pergalên desthildar û dagirker li dijî civakan û tevegerên azadiyê bi kar tînin. Gelo ev made çawa derketine hole, çawa hatine bikaranîn û di roja îroyin de li dijî mirovan-civakan çawa bûne amûrên herî bingehîn ên şerê taybet?
Madeyên hişbir mijarek sereke ya rojeva gelên cîhanê ye. Bikaranîna van madeyan ku bi dehan mîlyon kes bi kar tînin her diçe zêdetir dibe. Her çiqasî di qada navnetewî û nava sînorên dewletan de yasayên qedexekirinê hatibin derxistin jî, dîmenên derdikevin holê û pêkanîn nîşan didin ku desthilat bixwe di nav vî karî de ne; êdî ev made bûne çavkaniyên herî mezin ên bazirganî, amûrên siyasî, leşkerî û teslîmgirtina mirovan.
Di vê dosyaya ku ji 6 beşan pêk tê de, em ê balê bikişînin ser dîroka madeyên hişbir, rêbazên bikaranîna wan, têkiliya wan a bi siyaset, şer û civakê re. Her wiha em ê balê bikişînin ser polîtîkayên ku dewlet, deshilat û dagirker bi taybetî li dijî gelên Rojhilata Navîn dimeşînin.
Madeyên hişbir ji gelek cûreyan pêk tên. Bikaranîna madeyên hişbir dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ev made wekî jehrê li tevahî bedena mirovan belav dibin, ji ser hiş dibin, digihîje asta ku bêyî li ser hemdê xwe be kiryarên dijminane bike.
Madeyên hişbir bandorê li pîskolojiya bikarhînerê wê dike û zehmete bi hêsanî dest jê berde. Ji ber vê yekê pirsgirêkên pîskolojîk, bendî û zihnî zêde dike û dibe sedema nexweşiyan û mirinê.

$DÎROKA MADEYÊN HIŞBIR$
Li gorî lêkolînan madeyên hişbir bi gihayên bi navê Esrar-Cannabis û Afyonê destpê kiriye. Esrar cureyeke gîha ye ku destpêka serdema kevir a nûjen (3000-10000 B.Z.) ji aliyê mirovan ve hatiye çandin. Beriya derketina pergalên desthilat û dewletan qebîle û gelan ev gîha di ayînên xwe yên olî de û her wiha ji bo nexweşiyan wekî derman bikar dianîn. Dîsa di xwarin û çêkirina cilên nava malê yên wekî merş û hwd. de jî sûd jê digirtin.
Afyon (Opium-xişxax) jî beriya zayinê 4000 li welatê Sumeriyan hatiye dîtin û çandin. Li gorî lêkolînan Sumeriyan ev giha diçand û ava wê bi kar dianîn. Navê cel ango kêfxweşî û bextewarî li vî gîhayê dikirin. Wan deman Afyon di çêkirina dermanan de hatiye bikaranîn. Heman serdemê çêkirina alkolê pêş ketiye.
Li gorî lêkolînên li ser madeyên hişbir hatine kirin, di demên qebiliyan de madeyên narkotîk, di merasîmên olî de ji bo aramkirin, baldarî û afrîneriyê hatine bikaranîn.
$CIH Û RÊBAZÊN BIKARANÎNÊ$
Şopên bikaranîna madeyên hişbir li ser tabloyên neqişandî yên li ser dîwarên perestgehan hatin dîtin. Her wiha di kolandinên dîrokî de gelek nîşane derketine holê. Li gorî tablo û belgeyan madeyên afyon û esrarê li Mezopotamya, Misir, Çin, Ewropa, Hîndistan, Amerîkayê di ayînên olî de, her wiha ji bo kêmkirina êşan û dermankirina nexweşiyan hatine bikaranîn. Dîsa di çêkirina cil, kaxez, werîs û xwarinan de jî mirovan ev made bikar anîne. Li aliyê din bûne mijara wêje, helbest û felsefeye.
Li nîvgrava Grek jî bi hezaran salan afyon wekî hêmanek bingehîn ê dermankirinê hatiye bikaranîn. Afyon di pîrozbahiyên kevneşopî de hatiye bikaranîn. Kulîlkên Xişxaş wekî diyarî dihatin dayîn û carna jî tevli hingiv dikirin û didan kole û leşkeran da ku hêza xebitandinê zêdetir bikin.
$MADEYÊN HIŞBIR ÇAWA BÛNE AMÛRÊ DESTÊ DESTHILATAN$
Wexta ku pêvajoya desthilatdarî û dewletê destpê kir, madeyên hişbir jî êdî veguherîn çekek di destê desthilatan de. Asuriyan çandina afyonê li Mezopotamyayê belav kiriye ku navê “gîhayê kêfxweşkirinê” lê kiriye. Bi vê rêbazê mirov bê tesir kirine û serweriya xwe berfireh kiriye.
Li Misirê çandina afyonê beriya zayînê (BZ) di salên 1500’an de zêde bûye û wekî madeyekê bêhişkirinê hatiye bikaranîn. Li gorî mîtolojiya Misriyan ev giha bi rêya yezdan Thoth (xwedayê desthilatê) gihîştiye Misirê. Her wiha gulên sosin û lotus jî di çêkirina madeyên hişbir de hatine bikaranîn. Misriyan bi taybet kole bi van madeyan hîn zêdetir dane şixulandin. Di kolandinên dîrokî yên heta nihade bermehiya herî kevin a afyonê dîsa di gorek li Misrê de hatiye dîtin.
Afyon li Hindistanê beriya zayînê di salên 1600’an hatiye bikaranîn û belav bûye. Di serdema Romayê de jî afyon zêde hayite bikaranîn. Di goristaneke Romayiyan a ku dîroka wê vedigere piştî zayînê 390’an de, heşîş û şûşeyên cam hatin dîtin. Di van şûşeyan de şopên dûxana madeyên hişbir hatine dîtin. Di pirtûkên têkildarî mijarê de, hatiye gotin ku dema Romayiyan de ev giha wekî amûrekî ku koleyan hîn zêdetir bikar bînin hatiye bikaranîn. Bi gotineke din bi van madeyan kole ji ser hişê wan birine û hertim dane şixulandin. Her wiha wekî amûrek xwekuştinê jî hatiye bikaranîn; yanî bi vê rêyê gelek kes hatine kuştin.
Beriya zayînê li parzemînên Amerîka, Avrupa û Afrîkayê jî afyon hatiye bikaranîn. Li van herêman hemuyan jî, madeyên hişbir ji aliyê desthilatan ve li dijî civakan û hêzên dijber wekî çekek hatiye bikaranîn. Di encamê de gelek komkujî çêbûne.
$SERDEMA KAPÎTALÎZMÊ Û BÊHIŞKIRANA TEVAHIYA CIVAKAN$
Di serdema pergala kapîtalîst de madeyên hişbir êdî bûne yek ji çekên herî bibandor ên dijî mirov û civakan. Bi taybetî li gel pêşketina netew-dewletan êdî dibe çeka bingehîn. Her desthilat û dewletek li dijî dijberên xwe wekî çekeke veşartî bi kar aniye. Lê ya girîngtir jî ewe ku ev çek di heman demê de bûye çavkaniyek mezin a bazirganiyê. Yanî hem wekî çek bikar tînin û mirovan bê hişt dikin, hem jî bi bazirganiya wê qezencek qirêj bidest dixin.
Hêzên serdest ji desthilatdariyên xwe, welatên ku gihayên afyon û esrar lê zêde tên çandin dagir kirine, bi buhayê mîlyaran dolar bazirganî pêş xistiye û hem talanî kiriye, hem jî mirovên van welatan bêhiş kirine. Niha ji van gîhayan derzî, heb û toz tên çêkirin û li dijî civakan tên bikaranîn. Bi taybetî ji Afnganîstanê heta Amerîkayê rêya bazirganiya madeyên hişbir hatiye avakirin û hemû sermayedar û desthilatdar tê de cîh digirin. Ev made di ser Îran û Tirkiyeyê re derbasî Ewropa, ji wir jî belavî parzemîna Amerîkayê dibe.
Şerê Ingilîstanê yê li dijî Çînê (1840), şerên di navbera Ingilîstan, Fransa û Çînê yên navbera salên 1856-1860ʹî de, girîngiya bazirganiya afyonê ji bo çîna bûrjûwazî îsbat dikin.
Madeyên hişbir piştî şerên cîhanê yên yekem û duyem êdî bi temamî veguherîn çekên desthilatdariyê. Ji salên piştî 1950’yan ve jî, bazirnaniya wan li cîhanê serwer bû. Êdî ji bilî heb, derzî û tozê di gelek madeyên xwarin û vexwarinê de jî hatine bikaranîn, mirov-civak bi wan teslîm hatine girtin.
Her çiqasî li nava sînorên dewletan û qada navnetewî li ser kaxizan yasayên qedexekirinê hatin derxistin û navendên dermankirinê hatin vekirin jî, ev şeklî mane û di rastiyê de tu dewlet dijî dernakevin.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2020ʹan de hilbirîna kokaîna saf li ser asta cîhanê gihîşt 2 hezar ton. Heman rapor dibêje ku hilberîn 2020’an de li gorî sala 2019ʹan ji sedî 11 zêde bûye. Li gorî raporê benderên Kolombiya, Ekvador û Brezîlyayê xalên girîng ên derbasbûna van madeyan ji bo Ewropayê ne.
Dîsa li gorî rapora NY’ê di navbera salên 2020-2021ʹê de hilbirîna afyonê ji sedî 7 zêde û gihîştiye nêzî 8 hezar tonî. Ji 95’ê vê hilberînê li Afganîstan, Tirkiye, Myanmar û Meksîkayê çêdibe.
Li gorî lêkolînan li Sûriyeyê jî çêkirina hebên captagon ên hişbir pêş ketiye. Dahata wê di salekê de 5,7 milyar dolar derbas kiriye. Li gorî Daîreya Dijî Madeyên Hişbir a Emanê, Urdun ku nuqteya derasbûna madeyên hişbirê bû, veguheriye navendeke mezin a belavkirinê.
Di raporê de tê gotin ku sala 2020ʹan li cîhanê bi qasî hezar û 400 ton madeya kokaîn hatiye desteserkirin. Ev made ji Amerîkaya Bakur û Ewropayê derbasî Afrîka û Asyayê bû.
Neteweyên Yekbûyî piştî êrişa Rûsyayê hişyarî da ku hilbirandina madeyên hişbir li Ukranyayê zêde bibe.
27ʹê Hezîrana 2022ʹyan Nivîsgeha Têkildarî Madeyên Hişbir û Sûcan a Neteweyên Yekbûyî (UNODC) sedema zêdebûna bazirganiya bi madeyên hişbirê spart aloziyên navneteweyî.
$HEJMARA KESÊN MADEYÊN HIŞBIR BI KAR TÎNIN Û BAZIRGANÎ$
Li gorî raporên NY’ê di navbera salên 2010 û 2019ʹan de hejmara kesên ku madeyên hişbir bi kar tînin ji sedî 22 zêde bûye. Di sala 2019ʹan de derdora 200 mîlyon kesan madeya heşîş (xişxaş), 20 milyon kesan kokain bikan aniye. Ev hejmar dibe ji sedî 4’ê niştecihên cîhanê.
Heman rapor balê dikişîne ku li Amerîkayê di belavbûna vîrusa Koronayê (Covid 19) a sala 2021’an de, zêdetir 100 hezar kesên ku derziyên hişbir bi kar anîn, mirine.
Nivîsgeha Têkildrî Hişbirî û Sûcan (UNODC) ragihand ku di sala 2019ʹan de, 275 mîlyon kes li cîhanê madeyên hişbirê bi kar anîne û 36 mîlyon kes jî, ji ber bikaranîna zêde ya madeyên hişbirê pirsgirêkên tenduristiyê dijîn.
Li gorî heman raporan ji ber bikaranîna madeyên hişbirê li cîhanê salane zêdetirî 750 kes dimirin.
Li gorî rapora UNODC a sala 2022ʹyan, li seranserê cîhanê di sala 2020ʹan de 584 mîlyon kes (Temenên wan navbera 15 heta 64 salî diguhere) madeyên hişbirê bi kar anîn. Li gorî vê reqemê rêjeya bikaranîn li gorî salên borî ji sedî 26 zêde bûye.
Li gorî rapora nû ya UNODC, salane bazirganiya bi madeyên hişbirê re tê kirin bi qasî 500 mîlyar dolar e û fatoreya salane ya pêngavên dijîî hişbirê 100 mîlyar dolar derbas dike.
$LI PARZEMÎNAN RÊJEYA HILBERÎNÊ$
Raporên NY’ê hejmara welatên ku madeyên hişbir tên hilberandin û bazirganiya wan tê kirin jî eşkere kiriye. Li gorî vê yekê li 176 welatan madeyên heşîşê tên hilbirandin. Li parzemîna Amerîkayê sedî 54, li Afrîkayê sedî 26, li Asyayê sedî 15, li Ewropayê sedî 4 û li Okyanûsyayê sedî 1 heşîş tê hilbirandin.
Ajansa Dijî Hişbirê ya NYʹê sala 2022’yan ragihand ku çandina heşîşê li Afganistanê ji sedî 32 zêde bûye û rûbera çandina wê li beramberî salên borî gihîştiye 233 hezar hektarî. Ji Afganistanê madeyên hişbirê bi qaçaxî ji bo Ewropa, Asyaya Navîn, Pakistan û Hindistanê tên şandin. Meksîka û Kolombiya ji welatên herî girîng ên hilbirandin û belavkirina madeya eroin tê kirin e. Ji van welatan eroin derbasî parzemînên Amerîkaya Bakur û Başûr tên kirin. Ewropa di hilbirandina madeya hebên ecstasy de li pêş e.
Li gorî Komîseriya Koç û Kar û Barên Hundirîn a Ewropayê, madeyên hişbirê bi 5 cûryên wekî heşîş, kokaîn, ecstasy, eroin, amphetamine‏ bi qaçaxî tên derbaskirin. Welatên ku herî zêde hilberîna ecstasyê lê çêdibe Hollanda û Belçîka ne; li pey wan Polonya, Estonya û Lîtvanya tên. Çekya, Slovakya, Hollanda û Belçîka di rêza pêşîn a hilbirandina amphetamine de ne. Perû, Bolîvya û Kolombiyayê jî di hilbirandina kokaînê de di rêza pêşîn de ne. Herêma rojavayê Afrîkayê navenda herî girîng a depokirin û veguhestina vê maddeyê ye ji bo tevahiya cîhanê ye.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 3,770 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | hawarnews.com
الملفات ذات الصلة: 1
السجلات المرتبطة: 26
لغة السجل: Kurmancî
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: القضية الكردية
تصنيف المحتوى: الشباب
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( کاکۆ پیران ) في 07-06-2023
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 07-06-2023
تم تعديل هذا السجل من قبل ( هومام تاهیر ) في 31-07-2023
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 3,770 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.1194 KB 07-06-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.375 ثانية