الكاتبة والشاعرة جوهر فتاح
وُلدت الكاتبة والشاعرة جوهر فتاح في مدينة #قامشلو# . هناك في نفس مدينة أكمل دراستها الابتدائية والاعدادية والثانوية -في القسم الأدبي. بعد ذلك درست وتخرجت في قسم الآداب واللغة الإنكليزية في جامعة دمشق عام 2011م.
بعد الأزمة السورية، انتقلت إلى جنوب كردستان وعملت كناشطة اجتماعية. تعمل في لجنة مجلة Herdê.
من اعمالها:
- آخر أغنية من قصيدتي هي الأولى ، تم نشر من قبل دار نشر سرسرا في برلين عام 2020م.
- تم نشر يزدهوك مرتين، مرة من قبل دار نشر سرسرا، عام 2019م، ومرة أخرى من قبل مطبعة أفيستا في ديار بكر،عام 2020م.
من كتاباتها
Ka em piyaseya Te biqedînin
Li wir
valahiyek heye,
dilive, dilerize, radize
baran têra xwe bariya, giriya
hêviyek ji ya xwe daket
Li serê darê şaxek heye,
tirsa ji baranê,
qijik tê, mîna xewnekê dixewê,
diherrike,
bi serbestî
di nav êşan de bi rê dikeve
Çend piyal hene
Cama wan
Pizrûkên mijê ne
Biyav fereh e
Deng hate birrîn,
wisa bêdeng
stran kiz dibe
dide ber keskesorê
bîrkirinê jî,
lîstikeke zimanî ye
Reș e, Nalîna Rê
șev
demjimêrek
kûr,
birûsk, erd hișk bû
Di ber dilê wî re here û were
Nobedarê șevê
ba reș û tûj e
Baxçe zuhabûnê li xwe dike
Kolan xemgîn e
Pencerê serî daniya ser zenda dîwêr
Ba serxweș e
Derî girtî
Roj daleqandî
Dar/bajar/helbest
Baran û dû
Nêzîk û Nedûr
Spêde,
silaveke bi şûm,
bi kînhez,
li nav sawîrên wargehê me
bayê reş
dilê reş,
tu,..
Eger li min bigerî,
min nebînî..
bizane tu negeriyayî.
Ez,
heyvanê helbesteke xeydî me
ji xewnên xwe re straneke
wisa bi şewat,
wisa melûl,
wisa xemgîn,
wisa keser
dijenî..
Felek sîbera dara ye, li ser kesî
nadomîne
Ji pirsekê helbestê dirêsim
di nav çavên demê de
wêne,
ez êşa berdewam im ya vî
welatî.
tarî û cihekî winda,
vedenga kaxeza spî me.
robarim,
di biyavên pûnijînê de,
Cihekî bêgiyan,
cihek li destpêka lerzê..
Bi çavekî kovandar
peyv li nav qelafetê deşta
gêjomêjo
avis dibe
Ez lerza te,
lerza hevoksaziya deqê te,
gunehan
li nav paşila helbestê dilorînim
Li rêya mijê..?
Di bin zimanê min de
gelek çîrok û çîvanok hene.
Tuezbûn
Stêr dixurcin
kevirên qehfê çiyan
agir, xwîn
li ahenga mirina min semayê dikin
Bayek î rêwinda
di guhê min de
di gewriya min de
xweziyeke zuha
payizê
carekê tenê jî
guh neda min
ew jî ez bûm
min carekê jî
Eztubûna xwe beravêtî nekiribû
Tenê ji xewnan ranedibûm.
ji hingî ve min kezîkên
xwe kur kirin
bi ser xemên xwe û
te de berdan
ترجم من اللغة: الكردية
المصدر من صفحة: (دلاوري زنكي)[1]