کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  585,782
الصور
  124,282
الکتب PDF
  22,112
الملفات ذات الصلة
  126,236
فيديو
  2,187
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,434
الأماکن 
4,865
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,907
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,460
الشهداء 
5,125
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
998
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   المجموع 
274,453
البحث عن المحتوى
Delalê li ber dilê Edûlê – II
صنف: بحوث قصیرة
أصبح كورديبيديا كردستان الكبرى، لهُ مؤرشف وزملاء مِن كلِ أرجاءها وكل لهجاتها.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Delalê li ber dilê Edûlê – II
Delalê li ber dilê Edûlê – II
#Agîd Yazar#
Gava em xwe ji hêla navçeya Şemrexê ji jor de bera nava Dêrikê didin, ez hesepekî kumêt li rexa rê bi dîregê ceyranê ve girêdayî dibînim. Ez xwe bi xwe ji xwe re dibêjim; ê lawo! Ma ev rewrewke li ber çavê min dadikeve, yan jî Hedman ê hespê #Dewrêşê Evdî# bi xwe ye, yê li ber çavê min ketî? Ma ev zeman û hesp? Çend caran ez çavên xwe li ser hev diniqînim.
Piştre jî ez bi gurçika kefa destê xwe, çavên xwe difirkînim. Vê carê ez hespî, mîna li mirêkê binerim wanî xweş xweş dibînin. Hespê kumêt ê kiras vekirî û kab-reş, xwe dabû li ser sê lingan û bi tiralî dêla xwe vediweşand; li vî alî, li wi alî li kulêmekên xwe dixist.
Dostê min ê helbestvan Sebrî Vûral, min pêşwazî dike. Şûşeşeyek ava cemidî jî bi xwe re aniye ji min re. Ez jê re qala wî hespê li rexa rê rewilandî ku ji bo min çiqas lêrasthatina xweş bû, dikim. Ew jî hema tavilkê telefona xwe ji bêrîka xwe kaş dike, berçavka xwe ya xwendinê datîne li ser zînê pozê xwe û helbesteke navê Edûla evîndara Dewrêşê Evdî di nava hevokên wê helbestê de derbas dibe, ji min re dixwîne. Dibêje; “Tu dizane Egîd can. Min ev helbest vê sibê nivîsandiye. Ev jî ji bo min nişkegaviyeke xweş bû”. Di rastiya xwe de me herduyan jî pê nizanîbû ku em ê vê êvarê, bi mebesta şopgerandina Dewrêşê Evdî û Edûla Millî ya serfiraza sî û du hezar alê milan, werin cem hev.
Hasilîkelam, ez serê we neêşînim (ku biêşe jî, paçekî lêbigerînin), em rêzeçiyayê rojavayê Dêrikê didin milê xwe yê rastê û ber bi Pozê Tûmikê ve dajon. Heta xweş û bêşa me, ango heta xêrhatin û xêrdîtina me bi dawî dibe-nabe, kekê Sebrî Vûral ji ajokar re dibêje; “Dagere milê rastê. Em derbasî nava gundê Kanîzeytûnê yê li jêra Pozê Tûmikê dibin”. Kekê Sebrî lata li serê gir, raber min dike dibêje; “Aha Pozê Tûmikê, ev lata li serê gir e”.
Tu yê bibêje qey afirînerê gerdûnê ye, ew kibêsê latê ji bo rojekê wê egîdekî bi navê Dewrêş rabe, dilê wî û Edûla Zor Temîr Paşayê Millî têkevin hev, ew ê mirazê wan bi hev nebin. Hingê, Dewrêş ê bikewgire û ew ê derkeve li ser bilindahiya pozê textê vê latê. Lata Pozê Tûmikê, wanî nola bîrdariyeke abadîn, ji xwe re miqîm wanî li beriya xezalan dinere.
Bi qasî du km li jêra Pozê Tûmikê, girekî bi navê “Girê Kod” heye. Ev gir, nola belalûkekê wanî ji xwe re li wê naverastê ye. Girê Kod, ji nava xwe vala ye; ango nola qalikê kîsoyekî mirî, wanî li ser piştê be. Hew xwedayê li jor dizane û Pozê Tûmikê dizane, bê di kodika vî Girê Kod de, çi karesat bi serê ermen û êzidiyan de hatiye.
$Çûyina li ser Êrege Baba$
Erebe dernakeve li serê Pozê Tûmikê. Peyatî jî pir zor e. Encax egîdekî nola Dewrêş, bi hespekî nola Hedman bikaribe derkeve li serê Pozê Tûmikê. Jixwe wî jî di wexta xwe de wer kiriye. Em jî vedigerin di ser Dêrikê re difitilin, di nava gundê Heramiya re derdikevin li ser qotê Êrge Baba yê pîroz. Dara gelekî pîr a li ber serê ziyareta Êrege Baba, xêrhatina me dike. Şahrikên pirgul û qursikên rengo rengo yên bi guliyê darê ve miqîm ji xwe re li ba dibe.
Çawa em li ser girê Êrge Baba ji erebê peya dibin, bayekî hênik ji beriya xezalan li pêxîla min dixîne. Bayekî welê ye, dilê meriv bêhemd dibijîne firandinê. Di wê hênê de teyrekî Baz ji lata jêrî Êrge Baba radibe û ber bi Pozê Tûmikê ve per û baskan li hev dixîne. Li ser Êrge Baba, Pozê Tûmikê li hêla rojava xweş tê dîtin. Roja sor a himhimî, li Pozê Tûmikê difitilî û pencê xwe davêt pişta Çiyayê Qerejdaxê. Teyrê min û we yê Baz jî rast berê xwe dida Pozê Tûmikê û nola tîrekê, wanî di deqa rojê de diçû xwarê. Ez ji kekê Sebrî re dibêjim: “Ê hema bi xwedê ev teyrê Baz, giyana Dewrêşê Evdî bi xwe ye, hih de bû çi!” Di wê hênê de, pêlê bayê jêrîn, sewta dengbêj Mahmûdê Hesê ya nola per û pîşo nerim, li ber guhê min dixîne:
“…De bê delal sibe ye bila roka me hilata li Qerejdaxa rengîn li me firilî/Bira şoq û şemalê xwe bida Suwrega rengîn lawo delal ez bi qurban mêwa tirî/Te çawa terka mi qihêla li serê tewla, mi xemşê mi xezalê kirî/Te sebra xwe berda li ser keçika Qeregêçî serçav bixwurî/Delal wer tewafa taximê sîng û berê mi keçikê, ji te re bûye cotek şemamokê welatê urumê, wele serê li ser îsnaga ewla payîzê delal wezê bi qurban di orta lemê de xemilî/Ay ay ay ay Delal!….”
$Lehengên kurdan yên neteweyî$
Dewrêşê Evdî, îdolê her lehengekî kurd e. Herwiha dema dibe qala eşqa Dewrêş û Edûlê, her keçeke kurd, bi gezan diçin tiliyên xwe û xweziya xwe bi dilê Edûlê tînin.
Wekî her kurdekî, min jî Dewrêşê Evdî ji stranên dengbêjan nas kir. Her dengbêjekî, bi versiyonekê û miqamekî li gorî xwe bi awayekî xweser distran. Lê tevî vê yekê, destana Dewrêşê Evdî, ji kakil û rastiya xwe dûrneketiye. Heta meriv dikare bibêje, her dengbêjekî kêmasiyên dengbêjekî din tekûz dikir û destan bi sêwirandineke dîtir, li hev honandiye.
Destana Îlyada jî bi heman şêweyî ji hêla dengbêjên hingê ve hatiye strandin û piştre jî, Homeros rabûye destanê, di sêwirandina xwe de diparzîne û nemir dike.
Dengbêjên kurdan jî geh bi zêmarbêjî, geh bi dilşewatî û geh jî bi bestlêrabûnî, gotin li gotinê badane. Bi sewteke sêhrawî, ev destana kurdan a neteweyî, nemir kirine û kirinin milkê dîroka me ya dêrîn.
Dengbêjên kurdan bi hostayiyek welê destan vegotinin, meriv dibêje qey ev şerê mezin li cîhaneke xeybanî pêk hatiye. Paşê em li ber ketin got ew welatê xeybanî û nepen, welatê me bi xwe ye. Bi qasî got em destê xwe dirêj bikin û bigirin, ewqasî jî nêzîkî me ye.
Dewrêşê Evdî, tevî yazdeh pêlewanên kurd, ji bo şan û şerefa miletê xwe ji êrîşên osmaniyan û ereban biparêze, bi lehengiyeke kesnedîtî ajotibû li ser cerd û bêregên van herdu dijminên kurdan ên xedar û sondxwarî. Belê. Dewrêş û hevalên xwe, di vê rê de şerekî mezin li dar dixin. Şan û şerefa miletê xwe diparêzin.
$12 Dewrêşên nûjen$
Hêjayî gotinê ye, wexta DAIŞ’ê xwe ji êrîşa li ser Şengalê re amade dikir, hingê 12 heb Dewrêşên serdema me, ji çiyayên bilind ber bi Şengalê ve bi rê ketin û gelê Şengalê, ji qirkirineke hîn mezintir xelas kirin.
Herwiha wan jî şan û şerefa miletê xwe, li hemberî yekûna cîhanê parastibûn û taca serê miletê kûrd, derxistibûn qata ezmanên heftan.
Wexta meriv dide li ser hev û li ber hev, meriv dibîne dijmin heman dijmin e. Di ser de vê carê Persên navmalî û xulamên pêşiyên me yên Med bûn (Hingê pêşiyên me yên Med, ji wan re digotin parsek. Navê wan Pers jî, ji wê qerfa parsek tê) jî, xwe avêtine li pişt nevîçirkokên Çîl-Îbrahîmê Beglî û eşîrên ereban û dajon li ser cih û warên kurdan. Bajarên wan wêran dikin, keç û jinên wan direvînin dibin davêjin mazatan û wan difroşin.
Hingê jî, heman dijminên kal û pîran, gefên wekî vê dema niha li kurdan xwaribûn. Çîl-Îbrahîmê Beglî (tirk e) û eşîrên ereban, di nameya gefxwarinê de ji kurdan re nivîsandibûn, gotibûn: “Em ê li we aha wa wa bikin!”
Gava Dewrêş bi wê nameyê dihese, dîn û har dibe. Ka em bala xwe bidinê, bê Dewrêşê Evdî, vê carê bi babetê dengbêjekî me yê din yê nemir, dengbêj Bavê Seleh, bê ew ê çi bertekî raberî wê nameya têde gefan li kurdan dixwin bide:
“Looo weylo dilî min liyane, liyane/Di navberê dil û cîgerê min de peyda bûye kulekî ji kulê leglegê bi çar seryane/Di hundirê min de tamar û rîçalê xwe berdane/Bi hundirê min xistiye agirekî darane/Birano dilî min î bi jaaane/Serî min î bi dûmaaane/Weylo, weylo, Weylo!/Erê dîsa çi fêtar û olaxan hattiye serê me kurdan e/Xwedê derdê tê serê me kurdan, bila neyê serê kevir û kuçikên çolan e/Weylo, lo wey lo!/Dûmana dilê min wey lo, lo wey lo!/Hê weylo vê sibê Dewrêşê Evdî siwarê hedmên kewkebî milan e/Erê birano egîdî nav giran e/Siwarî me kurdanî sergerdane/Vê sibê sekinî pêşiya bavê kal, pence dîwan e/Her du destê xwe girêdane/Hêstira dibarîne ji hinavan li henarê rûyane/Weylo lo wey lo, lo wey lo/Xwedê bîne bînelî wan ê ereb û tirkan e/Dîsa bi serî me de tê şerekî mezinî giran e/Lolo bavo tu yê bidî ferman e/Wezê xwe berdim bin konê paşê milan e/E’zanim çûyînê min heye vegera min tuneye li mal û li xwedyane/Min kefenê xwe xistiye feratê Bîrecîka xopan e/Ew e sonda me ya mezin û giran e/Wey lo lo wey lo…”
Xwendevanên hêja, ka binerin bê ereb û tirkan di nameya xwe ya têde gefên giran li kurdan xwaribûn bê çi gewîtiyê li kurdan dikin, heta Dewrêş dîn û har dibe.
Ligel pê zanîbû çûyina wî heye, lê vegera wî tune ye jî lê dîsa jî berê xwe daye cerd û bêrega giran a çûyîn û nevegerê. Ka em beşeke ji wê nameya go Çîl-Îbrahîmê Beglî/tirk, û ereban bi hev re nivîsandibû û gef li kurdan xwaribû, ji devê dengbêjê nemir, Bavê Seleh guhdarî bikin. Kerem bikin:
“…Dewrêş digot lolo bavo dilî min î liyan e /A va ye ketiye hukmê sê roj û sê şevan e /Eferê Gêsî û Çîl Îbrahîmê tirk diçe dîwana mezin î giran e /Di navbera xwe de daniye quranê ezîm î nîşan e /Sond xwarine bi sûndê giran e/Bi tilaqê jinan e /Dibê berê me digirtin ser malê kurdan, dikir talan e /Lê malê kurdan pir e, xelas nabe bi birekê û bi duduya ne /Erê rojekê duduya kurdan talanê xwe vedigerîne li malan û li xwedya ne /Erê de vê carê di bin destê şevê de, em ê êrîşekê bavê li ser malê kurdan e /Em ê konên wan bidin li ber şûran û şilfa ne /Derbas bibin li pişt çîta û perda ne /Di pişt perda de, keçên kurdan mîna mûman û fenera ne /Em ê ji ser wan a rakin şahrê serê wan e /Em ê namûsa wan bikin ûcûz û erzan e /Bila were hawar hawara dê û bava ne /Bila dengê keç û bûkên kurdan here heta li ber ezman e /Ev kurdina ji berê paşîn de, dijminê bav û kala ne /Lo weylo wey lo wey lo, lo wey looooo /Erê gerek bi destê me tamar û rîçalê kurdan ji axê were kolan e /Erê ji wê şûnde em ê dergûş û lorikên kurdan bavêjin nav nigê hespan e /Em ê agirekî bavêjin konê paşayê Mila, agirekî kulxwan e/Bila bi pozê Wêranşara şewitî keve, toz û dûman e…. /…Lolo bavo tirsa min î ji wê tirsê sibê em ê têkevin bin lepê tirkan û ereban e /Wê çaxê mirinê me baştir e ji jiyanê /Wey lo wey lo, lo wey lo, lo wey looooo!… /Ê de dûmana dilê kekê Sahdûno lo wey lo, lo wey lo, lo wey looooo!… (Dê bidome)[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,804 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | موقع https://xwebun1.org/- 27-12-2022
السجلات المرتبطة: 13
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 08-10-2022 (4 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: تراث
تصنيف المحتوى: أجتماعي
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 98%
98%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 27-12-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 27-12-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 2,804 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.281 ثانية