$DI MÎTOS, DÎROK Û ZARGOTINA KURDÎ DE #ROSTEMÊ ZAL#$
Rostemê Zalê Zer yek ji navdartirîn lehengê mitolojiya Îrana qedîm e. Ev rûzemîn di bin bandora dînê kurdan yê qedîm #Zerdeştî# û #Yezdanî# yê de maye. Helbet efsane û zargotina Îrana qedîm jî li gor wan baweriyan teşe girtiye. Ji ber ku destana Rostemê Zal li Îrana qedîm de derbas dibe, divê em bizanin ku em behsa ku derê dikin. Îrana qedîm tixûbên wî pir fireh e û hema bêje bi dehan dewlet, împaratorî ji dewra antîk heta niha avabûne. Bi rêzê , xelkên Elam, Med, Axamenîş, Sasanî, Eşkanî, Pers, Ecem, Kurd, Tirk û gelek miletên kêmhejmar li wir jiyane. Ji wan hemiyan re Îranî hatiye gotin û ev peyv ne ji navê neteweyekî, navê herêmekê ye. Bandora herî zêde jî Medan û Sasaniyan li vî coxrafyayê pêkanîne. Jixwe Destana Rostem jî li wan erdan derbas dibe. Medan gelek bandor li bîr û ramanên xelkên mayîn kirine. Li gor lêkolîneran, Persîyan ji bilî ola Medan, gelek efsane û çîrokên wan jî kirine malên xwe. Ji ber vê yekê, pir eşkere ye ku destana Medan “Rostem”, wekî ya xwe nîşan dane. Li gor Heredot, efsaneyên dewra Kuraşê Duyem (Key Xisro) de mane, wekî; destana Kawa, destana Rostemê Zalê berhemên Medan in. Naveroka destana Rostemê Zal hema bêje baweriyên Medyayê dagirtîne. [1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,320 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!