Serokwezîrê #Herêma Kurdistanê# #Mesrûr Barzanî# bi bineya Roja Rûbirûbûn û Nehiştina Tundûtûjiya li dijî Jinan peyamek belav kir.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Rûbirûbûn û Nehiştina Tundûtûjiya li dijî Jinan peyamek belav kir.Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Di Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtûjiya li dijî Jinan û destpêkirina helmeta 16 rojan a ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan, em helwesta neguherî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûn û nehiştina hemû cûre tundûtûjiyan de, bi taybetî cudakarî û tundûtûjiya li dijî jinan dubare dikin.”Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Yek ji erkên pêşîn ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêkanîna zemîn bûye li ber jinên Kurdistanê, da ku rola xwe ya aktîv û bi bandor û hêja li pêgehên cûr bi cûr ên hikûmraniya Herêma Kurdistanê bilîzin, herwiha em bi hemû şêwe hewla pêşvebirina kultûra rêzgirtina li mafên mirovan bi giştî û mafên jinan û nehiştina cudakariya regez a li Kurdistanê didin.”Herwiha eşkere kir: “Jinên Kurdistanê di salên borî de destkeftên girîng bi dest xistine, lê belê mixabin hîn jî asteng û berbest hene û rûbirûyî tundûtûjiyê dibin, loma em hêvî dikin bi hevkariya hemû aliyan û pêkhateyên civakê, dawî li hemû cûre tundûtûjî û cudakariyên regezî bînin û Herêma Kurdistanê bibe nimûneyeke geş a parastina mafên jinan û mafên mirovan bi giştî.” Kaynak: Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin Kurdistan bibe nimûneya parastina mafên jinan[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,258 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!