Roja 4`an a 6`emîn #Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol# bi îmzekirina pirtûkekê li ser dîroka kurdan, lidarxistina pêşbirkên çandî û çalakiyên hunerî bi dawî bû. Îro gelek kesayetên siyasî, hunerî û rewşenbîrî serdana pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol kirin.
Di roja 4`an de, di beşa weşanxaneya Şilêr de, şahiya îmzekirina pirtûka bi zimanê kurdî bi navnîşan Dîroka kurdan di Sûriye de, beşa duyem a nivîskar Faris Osmam hat lidarxistin û pirtûk bêpere li ser mêvnan hat belavkirin.
Di pêşangehê de pêşbirkeke çandî ji aliyê nivîskar Ebûd Mexso ve hat lidarxistin û tê de pirsên dîrokî û çandî hatin pirskirin.
Roja 4`an bi lidarxistina şahiyekê bi dawî bû ku hunermend Kawa Kalo beşdar bû.
Pêşangeh ji seat 10:00`an heta 20:00`an tê vekirin. Her wiha biryar e ku pêşangehê heta 29`ê Cotmehê bidome[1]
ANHA
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 3,024 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!