کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  582,321
الصور
  123,357
الکتب PDF
  22,032
الملفات ذات الصلة
  124,490
فيديو
  2,187
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,080
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,888
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,340
الشهداء 
4,975
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
996
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
12
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   المجموع 
271,560
البحث عن المحتوى
Dîlan Şewqî: “Helbestvan dikare bibe romanivîs. lê romanivîs nikare bibe helbestvan”
صنف: بحوث قصیرة
كل صورةٍ بدلٌ لمئات الكلمات! نرجو الحفاظ على الصور التاريخية.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dîlan Şewqî
Dîlan Şewqî
Dîlan şewqî di sala 1970 de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye.
ji sala 2000 an ve heya 2010 an li şamê dijiya. Li wê derê helbest ji zimanên kurdî û turkî werdigerandin zimanê erebî û di kovar û rojnameyên erebî de diweşandin. Gelek ji helbestên Mehmûd Derwîş û Nazim Hikmet wergerandine zimanê kurdî û erebî . Aniha li Turkiyê li Kulo dijî, ew bajarok girêdayî bajarê Qoniyê ye, şêniyên wê û gundên derdora wê giş kurd in.

-Çîroka we û nivîsandinê çawa destpê kir, derbarê wan destpêkan de hûn çi dikarin ji me re bibêjin ?
Ji zarotiya xwe de tiştin ne normal bi min re çêdibûn, wek ku ez ji qerebalixê direviyam. Dema ko kesekî li ber min çîrok digotin, ez di xew re diçûm. min tiştin ko tu zarokê di temenê min de nakin dikirin. Ez deh salî bûm, dikana bavê min ya şînatiyê hebû. Bavê min diçû etariyê, ez gelek caran pê re diçûm nav gundên ereban, û bêtirî caran bavê min diçû etariya xwe ez li ber dikana wî dimam. Carnan, deh rojan ez dimam. Kalek hebû, ew dostê bavê min bû, ew bi destekî bû, min nikarîbû ez dikanê vekim û bigirim ji ber ko destê min ne digihaşt ciyê mero qiflê davêjê, wî kalê bi piyekî ji min re deriyê dikanê digirt û serê sibê dîsa dihat derî vedikir .
ji ber ko ji zarokên diya xwe ez a mezin bûm, dema ko bavê min ne li mal bû ez diçûm ber firnê û ez diketim dora nan, carna ji qazîve ez li dawiya dorê disekinîm û min li dîmenê temaşe dikir .
Êvaran, dema ko civatên malbatî li mala me çêdibûn, bihna min teng dibû ez derdiketim hewşê. Lê pirê caran di wî temenê piçûk de dilê min dixwest ko ez li wan kêlîkan di rêyeke dirêj re bimeşim, rêyeke tarî û bêdeng ko ez nesekinim û tim bimeşim .
Ji piçûkaniya min de ez li ber stranan digiriyam û hîna stran perçak ji min in .
Dema komkujiya Helepçê çêbû, min helbesta xwe ya ewil bi kurdî nivîsand û ji wir de min destpê kir .

-Helbest ji bo we çi wateyê dide ?
Helbest nefesa min e , ez wê nabînim ji ku tê, çawa tê meyandin, û ez çawa dibim? ez nizanim. Lê ez nikarim bê wê bijîm, ew bihna min e. Dema ko ez helbestekê bidawî tînim, ez di hundur de hilnayêm, ez dixwazim derkevim derveyî malê .

-Tiştên ku helbestvanek ji we çêkir, çi bûn ?
Hewşa me ya ko tije dar û bexçe û gul bû. Diya min jineke ne wek jinên din e, dema em li welat bûn, diya min ji malê dernediket , li ber derî rûnedinişt , karê wê çandina gul û daran bû . Destpêka nivîsandina xwe de, ji ber ko hewşa me şînkayî bû cîran û dost gelek dihatin mala me, dora min vala nedibû, nîvê şevê ez li pênûsê vala dibûm , ji bo kes şiyar nebe min di tariyê de ramanên xwe dinivîsandin, û roja dinê yan ko kengî keys min lê dihat min ew raman sipî dikirin , di wan salan de nexweşîk dil bi min re çêbû , her ko ez bi şevê şiyar dibûm û min tiştek dinivîsand, roja dinê diya min pelê min diqetandin, ev mesele bi dehê caran çêbû , diya min digot : “xwe newestîne tu nexweş î ” wê qetandina pelikên min ji min re qewetek zêde bû, hêza ko ji bo nivîsandinê di hundurê min de bû , min nizanîbû ew çiye û çawaye, lê hêza min tim dikeliya û difûriya û di ser re diçû .
-Di helbestên we de, tiştê ku bala min kişand ew zimanê hêsan û herikdar bû, lê di heman demê de gelek wêneyên bedew û wateyên kûr radigihîne … derbarê bikaranîna wî zimanê bedew di
helbestên we de, hûn çi dikarin ji me re bibêjin?
Tiştê ez dixwazim bêjim ko ne tenê tecrube dihêle helbest helbest be , xwendin ya giring e . Ya min, min ne tenê pirtûkên kurdî dixwendin , lê min pirtûkên bi zimanên turkî û erebî û kurdî dixwendin . Min gelek pirtûk wergerandin, vê bixwe zêdebûnek da destê min û destikên min yên helbestê. Lewra berhemên min taybet in, û zimanê wan berfireh e , xwendina bi zimanekî zêde zengînî ye, û bandora wê gelekî li nivîsandina helbestê heye .

-Hûn keça Serêkaniyê ne, vî bajarî çiqasî bandor li we kiriye û çiqasî cihê xwe di helbestên we de girtiye ?
Bandora serêkaniyê li jiyana min gişî heye, û bi taybet li ser nivîsandinên min, ez bi bîranînên jiyana xwe ya li Serêkaniyê ber xwe dibînim , ew bajarê ko bavê min yê şêst salî tê de ez serbest hiştibûm , mîvanên min yên xort ji mîvanên birayê min bêtir bûn. Li Serêkaniyê karê rêxistinî dikir, û min pitûkên xwe yên ko min ew wergerandin li wê derê wergerandin . Mamostê min yê zimanê kurdî ji Serêkaniyê ye, û mamostê ko helbesta kurdî bi min xweş kir ew jî ji Serêkaniyê ye . Min du pirtûkên helbestî yên ewil li wê derê nivîsandin û min dilê ewil li wî bajarê xweşik girt , min xwendina xwe li wê derê rawestand û bavê min li dû me li wê derê ma . Me bajar emanetî xwedê û goristana wê derê kir.
Heya niha, dema ko ez dinivîsînim ez berê qedehek ji bîranînên xwe yên li Serêkaniyê vedixum, dûre ez dinivîsînim . Heta dema ko ez Yoga dikim , ez lotisa ko li derdora kaniyên wî bajarî şîn bû tînim bîra xwe, çavên xwe digrim û bihna Serêkaniyê dikşînim ko heya em hebin wê ew jî hebe.

-Di gelek helbestên we de bêhina jinê, naziya wê, germahiya hestên wê, bedewiya wê, eşq û evîndariya wê, êş û azarên wê diyar in.. bi dîtina we çi cudahî di helbesta jinê de heye ?
Ji ber ko jin hestkare divê helbesta jinê bi ast û naverok û bihna xwe bilind be , divê ew bi êşên jinê, bi bindestiya wê û bi dilovaniya wê hatibe sitran , helbestên jinê divê wek jinê be .

-Aliyê wijdanî di helbestên we de pir xurt e, û em vê yekê kêm caran di helbesta kurdî de dibînin, çawa we dikrarîbû bi vê şêwaza ku gelek rastî tê de heye binivîsin ?
Ez nikarim bersiva vê pirsê bidim, ji ber ez nizanim çawa dinivîsînim û kengî û li ku derê helbest dimeye, nayê bîra min , nimûne : wê rojê ez serê sibê bi xaltîka xwe re çûbûm nexweşxanê , helbest bi dora min ket , min çuqasî xwe ji ber wê da alî, min nikarîbû , dawiya dawî ez rûniştim , min telefona xwe derxist û min destpêka wê nivîsand ji ber ko destpêka helbestê wek teyrê baz e ko te ew ne girt wê bifire tu nema karî wê bigrî .
Ez dibêjim xwepêşxistin berhemên ciwan dide . Ji bo mero bi helbestê bilind bibe divê mero nekeve çav xwe , mero rexna navêje û mero xwe di ser kesên ji xwe kêmtir re nebîne , her rexnak ji mero re lêvegerek e, tu rexnê vala nayê ilem wê ew nêzîkî kêmaniyekê be, lewra divê rexevanê ewil mero bi xwe be . Berî ko ez helbestê rê kesekî bidim, ez bîst yan sîh carî dixwînim , ez li hevokan li newaza hundur li pevgirêdana wêneyên helbestê bi hevdû ve ez li vana tevan dinerim , heya ez wê ji xwe azad dikim ez deh caran difirim û dikevim û dimrim .

-Em derbas bibin warê romanê, jixwe we çend roman jî nivîsîne, çawa helbestvanek dikare bibe romanivîs, û we çawa dest bi nivîsa romanê kir ?
Helbestvan dikare bibe romannivîs. lê romannivîs nikare bibe helbestvan .
Ez ji sala 2013an de romanê dinivîsînim , ew êdî bûye xwarin û vexwarina min , min çawa biryara nivîsandina romanê da ? Ev jî ji min re wek şoreşekê bû , ez bixwe jineke bihnteng im , bûyer di serê min de nema hildihatin, lê min newêrîbû destpê bikim ji ber ko ez fêrî bihna helbestê ya kurt û hênik bûbûm . Dûre rewşa min alî min kir ko ez xwe bavêjim derya romanê , mala min dûrî xelkê û qerebalixê bû , hevjînê min bi rewşa min re alîkar bû , zarokên min çênebûn û xweşbûneke ko ji bo nivîsandina romanê li dora min hebû , yanî demê ev derfet da min ko ez hunera xwe ya nivîsandina romanê derxim holê . Dema min romana ewil bi dawî anî û min ew şand ji gelek nivîskar û torevanan re ji bo nerînên xwe bidin , kesekî ne got: kêm e yan qels e yan dev jê berde , bi vî rengî min xwe di nav sînorê romanan de dît û ez ketim nav raman û bûyeran, ez têde çûme xwarê û heya niha ez tê de me .

-Di navbera helbest û romanê de, hûn ji kîjanê bêtir hez dikin, û we çi têkilî di navbera herduyan de vedîtiye ?
Wek min berê got , helbest nefesa min e, ew oksicîna min e , lê roman xwarin û ava min e , tu têkilî di navbera helbestê û romanê de tuneye , helbest bi hestan destpê dike, heya mero wê dinivîsîne hest wê kêlîkê winda dibin yanî helbest hevîrekî ji hest û wêne û gotinan e , lê roman ew tiştekî din e , roman ne çîrok e, ew karekî ko mero bi kesên di romanê de û bi hemû bûyerên ko dûre tên, mero li ser neqşê wan dixebite . Roman bi ramanekê destpê dibe, dûre hest û bûyer û çîrok û kelecan tên .

-Berhemên we ta niha çi hene, çi ji wan hatiye çapkirin û weşandin, û çi ji wan maye, û ji bo pêşerojê çi projeyên we hene ?
Pirtûkên helbestî yên çapkirî :
1 Ramûsanên sor .
2 Hevdîtina pêxemberan .
3 Ez tevde pencere me .
Yên ne çapkirî û amade :
çavên şefeqê vedibin .
li biyaniyê dilê min kor bû .
çend helbest ji diya min re .
pirtûkên wergerandî û çapkirî :
1 bîranînên Cegerxwîn , li qamişlo hat çapkirin , ji kurdî heya erebî .
2 dîwana helbestvan Ahmed arif ( min ji ber hesreta te qeyd şikandin ) ev li Dubeyê hat çapkirin Sema kurdê ew çap kir ,ji ber ko ew berê wergerandîbû zimanê kurdî min xwest ez zimanekî li wergerandina pirtûkê zêde bikim lewra min ji tirkî wergerand zimanê erebî .
Du sê pirtûkên helbestî, ew jî li şamê di riya hevgirtina nivîskarên ereb yên sûriyê de hatin çapkirin .

Romanên belavkirî :
1 Xato , di Pênûsa nû de li ser xelekan belav bû .
Şekirê di bêrîka bavê min de , Evesta çap dike .
3 Deh rojan li nexweşxaneya lêkolînê ( odeya 219 ) li Amedê çap bû .
romanên ne çapkirî :
Zarokê min .
Danûk .
Terpiyê Narê
Ez ne diya wanim .[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,271 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | کوردیی ناوەڕاست | welat-press.com
السجلات المرتبطة: 11
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 17-05-2021 (4 سنة)
الدولة - الأقلیم: الخارج
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: رواية
تصنيف المحتوى: شعر
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 21-10-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( اراس حسو ) في 22-10-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 21-10-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 2,271 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.177 KB 21-10-2022 سارا كامالاس.ك.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.469 ثانية