Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê #Efrîn#ê ya #Rojavayê Kurdistanê#, zarokeke berşîr li nav zibildanê xeniqandî hat dîtin.
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 22ê Êlonê li Taxa Mehmûdiyê li bajarê Efrînê, zarokeke berşîr temen çend roj li nav zibildanê xeniqandî hat dîtin.
Herwiha hate ragihandin heta niha jî li ser zarokê ti zanyarî nehatine bidestxistin.
Li gor heman çavkaniyan, ji destpêka Îlonê ve ev zaroka sêyem e ku li navçeyên di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve kuştî tê dîtin.
[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,907 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!