کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  586,612
الصور
  124,497
الکتب PDF
  22,123
الملفات ذات الصلة
  126,675
فيديو
  2,193
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,493
الأماکن 
4,865
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات (المجلات والصحف والمواقع الإلكترونية ووسائل الإعلام، إلخ) 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
284
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,907
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,467
الشهداء 
5,170
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
998
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   المجموع 
274,973
البحث عن المحتوى
Ocalan guhertineke girîng çêkir
صنف: بحوث قصیرة
كل صورةٍ بدلٌ لمئات الكلمات! نرجو الحفاظ على الصور التاريخية.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Janet Biehl
Janet Biehl
Di vê dema dawî de nivîskara amerîkî #Janet Biehl# xêzeromana xwe ya bi navê ‘Xwîna wan tev li hev bû’ der barê berxwedana Rojava ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de çap kir. Me der barê pirtûka wê û her wisa têkildarî serdanên wê yên li rojavayê Kurdistanê pirsên xwe jê kir.
Bi qasî ku ez dizanim te carekê serdana rojavayê Kurdistanê kiribû, tu dikarî hinekî behsa serdana xwe û armanca wê serdanê bikî?
Ne tenê carekê berê jî du caran ez çûbûm. Di sala 2014 û 2015’an de min di nava şandeyan de cih girt, şandeyên ji bo şahidiya şoreşa ku di havîna 2012’an de dest pê kiribû. Wê demê hîn nû dest pê kiribû, guhertina civakî hîn pir di destpêkê de bû. Tê bîra min dema me serdana akademiyeke perwerdehiya asayîşê anku ewlekariya navxweyî kir, tişta balkêş ew bû ku kesên li wir perwerde dibûn fêrî “tolhildanê nedibûn”. Wan digot erê, li Sûriyeyê ereban demeke dirêj zilm li kurdan kirin, lê niha em û hevalbend û dost in û parastina xwe dikin, em ê ji bo tolhildana xwe derfetê bikar neynin. Em çerxa tolhildanê ya bê dawî berdewam nakin. Em dixwazin modela civakeke berfireh, piralî ku her kes li ser bingeha wekheviyê beşdar bibe, ji ber vê yekê divê em dev ji wan hestên tolhildanê berdin.
Ji bo min ew peyameke balkêş û xweş bû, bêguman hin şêxên ereb bi rengekî çalak piştgiriya şoreşê dikirin û kurdan jî ev yek pîroz dikir. Lê min pir caran peyama “tolhildan tune” bihîst, min jî meraq kir ku hin kes di qebûlkirina wê peyamê de tengasiyê dikşînin.
Di vê navberê de DAIŞ di havîna 2014’an de derket holê û gelek herêmên Iraq û Sûriyeyê dagir kir. Di meha îlonê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin ku cara yekem cîhadîst rastî berxwedaneke mezin hatin. Gelê Kobanê nehişt ku bajarê wan bi dest bixin, li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan û di encamê de DAIŞ ji gund û bajarên xwe derxistin. Piştî vê yekê YPG, YPJ û HSD ava kirin da ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de di nava koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê de bixebite. Piştî şerekî pir dijwar ku bedelê wê 11 hezar ciwanên kurd bû, koalîsyonê û HSD`ê xaka ku DAIŞ`ê li Sûriyeyê dagirkiribû ji destê wan derxist.(Tevî ku şaneyên razayî û kampa Holê mane jî.)
Adara 2019’an bû, di heman demê de du filmçêkerên Londonê ez vexwendim da ku bi wan re biçim Rojava ji bo çêkirina filmekî. Ji min xwestin ku bibim wek pêşkêşvanekê û gotin em ê li kantonên Cezîr û Kobanê bigerin û bi her cure mirovan re hevpeyvînê bikin. Min jî got ez ê li şopa hevjînê xwe yê nemir Murray Bookchin bigerim ku wi bi pirtûkên xwe bandor li pêşketina konfederalîzma demokratîk û her wiha li şoreşa Rojava kiriye.
Min got erê, em ê di wê demê de portreya civaka şoreşger jî çêbikin. Di dawiyê de ji ber ku min berê serdana wê herêmê kiribû, min dixwest bizanim ka şoreş ji sala 2015’an ve çawa guheriye. Çi pêşketin çêbûne? Ji berî her tiştî şerê li dijî DAIŞ’ê bandoreke çawa li ser civakê kir? Ez ji demokrasiyê bi fikar bûm ji ber ku seferberiya ji bo şer dikare were wateya vegera li tevgerên otorîter. Di heman demê de, ez bifikar bûm ku hevgirtina civakî, helwesta tevlîhev a li hember ereban, di şerekî li dijî erebên din de derkeve holê.
Ji kerema xwe tu dikarî fikra xwe ya der barê kurdan de berî û piştî serdana Rojava ji me re bibêjî?
Di sala 2011’an de dema ku kesekî ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ez vexwendim konferansa wê ya li Amedê, ez bûm alîgirê tevgera azadiya kurd. Hevdîtina min a yekem bi tevgera kurd re bû, bi dilsoziya wê ya bêhempa ya ji bo bihêzkirina jinê, ekolojî û demokrasiyê. Piştî wê konferansê min biryar da ku tevkariyê li tevgerê bikim, lê li bajarê Vermont ê DYA’yê ku ez hê jî li wir dimînim û kurd jî li wir nîn in, ji ber vê yekê ez li riyên din geriyam ku alîkariyê bikim.
Min bi almanî dizanîbû û li ser tevgera kurdî çend pirtûkên girîng bi almanî hatibûn çapkirin, bi kêmanî wê demê ji îngilîzî pirtir. (Almanya xwedî nifûsa kurdan a pir mezin e û ji bo piştgirîkirina kurdan pir çalak e û bêtir jî pirtûkên li ser kurdan çap bûne li wir hene.) Ji ber vê yekê ji bo ku ez bi îngilîzîaxêvan re bibim alîkar, min ji almanî wergerand îngilîzî, Otonomiya Demokratîk li Bakurê Kurdistanê ji hêla TATORT Kurdistan ( New Compass, 2014) û Şoreşa Rojava: Xweseriya Demokratîk û Rizgariya Jinan li Kurdistana Sûriyeyê (Pluto Press, 2016). Ji ber vê yekê ez ji beriya sala 2019’an li ser Tevgera Kurd baş agahdar bûm û piştgira armancên wê bûm.
Di serdana te ya Rojava de herî zêde çi bandor li te kir?
Tişta ku herî zêde bandor li min kir, erka xwerêveberiyê ya ji bo bilindkirina hişmendiya jinên ereb bû. Min li gundekî ereban ê ku ez lê geriyam ferq kir ku jin zêde di nava saziyên demokratîk de cih nagirin. Piştre ez çûm serdana akademiyên jinan ku der barê xwerêveberî û demokrasiyê de xwe perwerde dikin. Di esasê xwe de vê perwerdeyê hişyariya li ser tevahî mirovahiyê ya jinê û pêwîstiya jinan di nava civakê de, di nava saziyên demokratîk de bilind dikir. Wê yekê bandoreke kûr li min dikir.
Te bi sernavê “Xwîna wan tevlihev bû” romaneke grafîkî (xêzeroman) weşand. Te çima ev nav hilbijart û xwîna kê tevlihev bû?
Dema ez çûm Kobanê, min bi endamên meclisa taxê re sohbeteke xweş kir. Ev kesên endamên meclisê di salên 2014-15’an de beşdarî têkbirina DAIŞ’ê bûne. Min pirsa beşdariya jinan ji wan kir, digotin bi mêran re wekhev in. Min pirsa beşdarbûna kurd, ereb, suryaniyan û kêmneteweyên di nava têkoşînê de kir. Zilamekî bi navê Nabo got ku hemûyan li kêleka hev li dijî DAIŞ’ê şer kirin, her wiha her kesî fêm kir ku çarenûsa wan çarenûseke hevpar e. Ji ber vê gotina “Xwîna me tevlihev bû,” wî ji min re got. Lewre ez fikirîm ku ew gotineke watedar e û min ew ji bo sernavê xêzeromana xwe bikar anî.
Di heman demê de wê gotinê bersiva pirsa min a li ser nerehetiya siyaseta “ tolhildanê” ya ji sala 2014’an jî da. Niha di sala 2019’an de êdî hewce nedikir ku tu kes wê peyamê bide. Ji her tiştê ku min di seredana xwe ya kurt de dît, şer civak bi hev ve zeliqandibû; êdî hemû ji bo yekî/ê, yek ji bo hemûyan bû. Mirovên ji etnîsîte û zayendên cuda fêrbûn ku ew dikarin di şer de bi hev ve girêdayî bin.
Gelo dê xêzeromana te bi zimanê kurdî jî bê weşandin an na?
Der barê vê yekê de tu agahiyeke min tune ye, ez xemgîn im. Ev mesele ya weşanxaneyê ye. Encax weşanxane bikaribe wê biryarê bide.
Tu ji bo modela xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi difikirî? Li gor te pêşeroja vê modelê dê çawa be?
Bi rastî ne girîng e ku ez çi difikirim. Jixwe xweserî û Konfederalîzma Demokratîk xwe weke pergal saz kiriye û ji niha ve xwe îspat kir ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwerêveberiyeke derbasdar û rizgarker heye. Di vê pergalê de jin azad in û deriyê civakeke berfireh, tevlêbûna siyasî ya di nava xwerêveberiyê de ji hemû gelan re vekir. Di warê biryargirtinên demokratîk de perwerdeyek daye welatiyên xwe û beşdariya hemûyan esas girtiye. Her wiha nîşanî cîhanê daye ku îradeya azadiyê dikare çi bike. Hêvîdar im ev pergal li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê jî bê saz kirin.
Te di şopandina xwe de bandoreke çawa ya ramanên Murray Bookchin li Rojava dît?
Murray Bookchin teorîsyenekî civakî yê Amerîkî bû (1921-2006) ku piştî têkçûna Marksîzmê di afirandina civakên sosyalîst ên azad de îdeolojiya çep-azadî ya bi navê ekolojiya civakî pêş xist. Di salên 1950’î de wî fêm kir ku kapîtalîzm li ser tevna jiyanê xeternak e, pêwîst e mirov civakeke alternatîf û ekolojîk biafirîne. A rast diviyabû mirov xwe bi xwe rêve bibe, ne ku ji hêla sermayedarên serdest û hêzdar ve werin birêvebirin. Ji bo ku mirov xwe bi rêve bibe, pêdivî bi saziyeke taybet heye. Wî ev sazî weke meclisên welatiyan, di binkeya civakê de ku tê de biryaran der barê civaka xwe de digire, da zanîn. Li erdnîgariyên berfireh, ew meclis dê konfederasyonan ava bikin. Taybetmendiya bingehîn a ku konfederasyonê ji dewlet-neteweyê vediqetîne ew e ku hêz dê ji jêr ve, ne ji jor ber bi jêr ve araste bibe.
Jiyana xwe li Dewletên Yekbûyî û li Ewropayê bi armanca li dora van ramanan tevgerekê organîze bike, derbas kir, lê bi ser neket û wekî mirovekî bêhêvî mir. Lê pirtûkên wî di salên 1990’î de li zimanê tirkî hatin wergerandin. Di sala 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate girtin, dadgehkirin û xistin girtîgehê. Ocalan ew yek dît ku hewcedariya tevgera kurd, bi ramanên nû heye û dest bi xwendina berhemên teoriya civakî, rojhilat û rojava kir. Di nav pirtûkên ku wî xwendine de pirtûkên Bookchin, bi wergera tirkî jî hene. Ramanên demokrasiya bêdewlet ku li DYA’yê zêde piştgiriyek nedîtibû, berevajî vê yekê, ji bo koma etnîkî ya herî mezin a li ser rûyê erdê ku ne xwedî dewleteke neteweyî ye, guncav xuya dikir. Wî pêşniyar kir ku PKK dev ji şerê ji bo dewleteke serbixwe berde û li şûna wê li “xweseriya demokratîk” bigere ango di nav netew-dewletên heyî de xwe bi asteke xweserî û xweseriya demokratîk bi rê ve bibe. Wî ji hevalan re pêşniyar kir ku ew Bookchin bixwînin û wî Konfederalîzma Demokratîk bi pêş xist, bi kêmanî hinekî jî di bin îlhama ramanên Bookchin de.
Bookchin amaje kir ku ji bo civakek azad ku tê de rêveberî di destê gelên bindest de be, divê ji her şêweyên hiyerarşiyê û serdestiyê dûr be. Ocalan di gelek mijaran de guhertinên girîng çêkirin. Di serî de çanda baviksalariyê destnîşan kir û got ku azadiya jinan ji bo civakek azad xala bingehîn û pêwîst e. Bi dîtina min ew rast bû ku ew pêşketinek li ser ekolojiya civakî bû û bal bir ser girîngiya azadiya jinan.
Di her rewşê de, Ocalan Konfederalîzma Demokratîk ji PKK’ê re pêşniyaz kir, PKK’ê jî di sala 2005’an de ew qebûl kir û “paradîgmayeke nû” danî ber xwe. Bi wê hizirê, bi taybetî çalakvanên kurd li Bakur û Rojava dest bi rêxistinkirinê kirin. Tepisandin û zextên li herdu cihan ev yek dijwar kir, lê dema ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê di 2011’an de dest pê kir, kurdên Rojava amade bûn ku hem dîktatoriya Esed û hem jî cîhadîstan red bikin û “rêya sêyem” hilbijêrin. Rêya Konfedralîzma demokratîk hilbijartin. Di havîna 2012’an de dema ku Esed hêzên xwe ji bakur vekişand, bi vê valahiya hêzê re, kurdan û hevalbendên wan ev valahî bi awayekî lezgîn bi saziyên Konfederalîzma Demokratîk tije kirin.
Peyama te ji bo gelê kurd û bi taybetî ji bo gelê Rojava çi ye?
Peyama min ji gelê Rojava re ew e ku ez piştgiriya şoreşa wan a demokratîk, wekheviya zayendî û ekolojîk dikim. Ez ji xiyaneta cotmeha 2019’an xemgîn im, dema ku dewleta DYA’yê bi piranî ji Sûriyeyê vekişiya, dest ji hevalbendên xwe yên kurd berda û hişt ku dewleta tirk axa wan dagir bike ez pir xemgîn û aciz bûm. Ev rewş ji bo dîroka welatê min lekeyeke şermê ye. Peyama min ji xelkê Amerîkayê re ew e ku ji Serok Joe Biden daxwaz bikin ku li kêleka kurdan raweste û rê nede êrîşeke din a Tirkiyeyê û bi israr hewl bide ku rê li ber destdirêjiyên dewleta tirk bigire.
Janet Biehl kî ye?
Nivîskar û xêzkara amerîkî Janet Biehl di sala 1953’yan de hatiye dinyayê. Wê gelek pirtûk û gotarên têkildarî ekolojiya civakî ne nivîsandiye, di van pirtûkan de bingeha ramanên ku ji hêla Murray Bookchin ve hatiye pêşvexistin belav kiriye. Çend caran bi şandeyên biyanî re serdana Rojava kiriye. Di dema dawî de xêzeromana wê ya der barê şoreşa Rojava û berxwdana li dijî DAIŞ’ê ya bi navê Xwîna wan tevlîhev bû ji aliyê weşanxaneya MP ve hate çapkirin û belavkirin.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 3,194 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
السجلات المرتبطة: 16
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 27-07-2022 (4 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
تصنيف المحتوى: سياسة
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 13-09-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 13-09-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 13-09-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 3,194 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.1107 KB 13-09-2022 اراس حسوا.ح.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.406 ثانية