Li navçeya Çemçemal a #Silêmaniyê# 3 pirtûkên nû hatîn çapkirin û bi merasimek danasîna wan hat kirin.
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li Hola Rewşenbîrî danasîna 3 pirtûkên nû ku bi soranî hatibûn çapkirin hat kirin. #Megbeyî Jiyanim# a nivîskar #Aso Jiyandost#, #Gule Pemeyeke# ya nivîskar Raz Letîf Feteh û Hemûman le Enfandabûyin a nivîskar #Letîf Fatih Receb# hani nasandin ku her sê jî bi soranî ne.
Li gor nûçeya Rojnewsê di merasimê de nivîskar Letîf Fatîh Ferec axivî, bal kişande ser naveroka pirtûka xwe û got: “Pirtûka min qala enfalê û serdema Enfalê ya li Çemçemalê dike. Niha çend pirtûkên din li ber destê min in. Ezê hewl bidim ku di salvegera Enfalê de bigihînim ber destên xwendevanan.”
Nivîskar Ferec Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê jî rexne kir û wiha got: “Wezaret di çapkirina pirtûkan de alîkariya nivîskaran nake. Tevî ku hejmarek zêde ya xwendekarên zanîngeh û peymangehan hene û pêwîstiya wan bi çavkaniyên zanistî hene, lê ji ber ku alîkarî nayê kirin, ew çavkaniyên tên belavkirin, tîrajek kêm tên çapkirin.”
[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,906 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!