Di derbarê Semra Guzel de ya ku duh hatibû destgîrkirin û îro piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin biryara girtinê hat dayîn.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku mafê wê yê destnedayînê hatibû rakirin û demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve der barê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, duh li Stenbolê hatibû destgîrkirin. Semra Guzel ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat girtin, îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.
Semra Guzel ku bi saetan li Edliyeya Stenbolê hat ragirtin, bi îdiaya endamtiya rêxistinê bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Semra Guzel ku îfadeya wê bi dawî bû, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin.
Dadgehê bi hinceta endamtiya rêxistinê di derbarê Semra Guzelê de biryara girtinê da.
[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,509 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!