کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  585,144
الصور
  124,147
الکتب PDF
  22,098
الملفات ذات الصلة
  125,975
فيديو
  2,193
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,413
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,905
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,446
الشهداء 
5,121
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
998
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   المجموع 
274,096
البحث عن المحتوى
Sê meh ji rewşa awarte: Amadekariyên bersivdayîna dagirkeran di çi astê de ne?
صنف: بحوث قصیرة
تقوم زميلات كورديبيديا بأرشفةٍ معاصرةٍ للآم المرأة الكردية وأنتصاراتها في قاعدة بياناتها القومية..
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ji amadekariyên rewşa awarte
Ji amadekariyên rewşa awarte
Ev sê meh in rewşa awarte hatî ragihandin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êriş û gefên #dagirkeriya Tirk#, amadekariyên xwe yên parastinê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî didomînin. Endama Maseya Krîzê Ahîn Siwêd dibêje Divê gel amadekariyan nesekinîne û piştgiriyê bide rêveberiya xwe ya xweser.
Rêber Ocalan di parêznameya xwe ya 5'an de li ser girîngiya parastinê dibêje Parastin yek ji fonksiyonên bingehîn ê komê ye ku dimeşîne. Jiyan bêyî parastinê ti carî nameşe. Çawa ku tê zanîn du fonksiyonên din ên bingehîn xwexwedîkirin û xwezêdekirin e. Çawa ku xwexwedîkirin û xwezêdekirin nebe zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî xweparastinê jî nikarin jiyana xwe dewam bikin.
Rêber #Abdullah Ocalan# ji gelê #Kurdistanê# re wiha dibêje: Divê gel li gorî stratejiyeke nû ku bikaribe ji xeletî û ezmûnên berê sûd werbigire, li gorî şerê gel ê şoreşgerî, li ser bingeha xweparastina rewa xwe birêxistin bike û biparêze. Ji bilî serkeftinê ti hêviyeke cuda ji bo gelê me nîne. Baweriya wî bi serkeftinê hebû û ev ji bo serkeftinê pir girîng e.
Ev yek li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêkanîn, ji ber ku gelê wê bi serkeftinê bawer kir û li dijî her cure dagirkerî, neheqî, mêtingerî, êrişên ku şoreş kir û dike hedef, rêya têkoşînê hilbijart û biryardariya xwe ya berxwedanê îspat kir.
Piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 6’ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand, her kes li herêmê bû şervan û hemşîre û gelek taybetmendî û erkên ku di qonaxa niha de pêwîst in pêk tînin. Her yek , li gorî derfetên xwe, xwe ji eniya xwe re amade dike da ku li hemberî van êrişên dagirkeriyê şerê gel ê şoreşgerîb bidin meşandin.
Hemû deste, meclis, sazî û komînên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî konsepta şerê gel ê şoreşgerî di hemû warên parastin, bijîşkî, lojîstîk û leşkerî de di nava liv û tevgerê de ne û ji bo parastina xaka xwe li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk, xwe amade kirine. Ji peydakirina madeyên xwarinê û amadekirina cihên depokirina wan bigire heta bi xurtkirina asta xweparastinê li seranserî herêmên sînorî, perwerdeya destwerdana lezgîn, hilgirtina çekan û çawaniya bikaranîna wan her kes di amadebaşiyê de ne.
Ciwan ên ku hêza dînamîk a şoreşan in, bi ragihandina rewşa awarte re yekser li gorî wê tevgeriyan û pêşengiya têkoşînê kirin. Di civîna awarte ya 15’ê Tîrmehê de 120 ciwanan biryar da ku bikevin nava berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û rêzeçalakiyên wekî semîner, kursên destwerdana lezgîn û bikaranîna çekan dan destpêkirin.
AMADEKİRİNA JÊRZEMÎNAN Û KOLANDINA BÎRAN
Komîn jî ku yek ji stûnên sereke yên sîstema civakî û rêveberiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, banga rewşa awarte bi awayê pêwîst bi cih anî. Beriya ku rewaşa awarte bê ragihandin komînan li ser 10 komîteyan xwe bi rêxistin dikir, lê piştî ragihandina rewşa awarte, komînan xwe li ser 3 komîteyên sereke bi rêxistin kirin (Parastin, xizmetguzarî û tenduristî).
Tenê li Qamişlo, komînan hejmareke mezin ji stargehan amade kirin û pêdiviyên sereke li wan zêde kirin. Her wiha kursên perwerdeyê li ser çawaniya bikaranîna çekan û kursên destwerdana lezgîn vekirin. Bîr amade kirin û jeneratorên elektrîkê ji bo tijîkirina van bîran peyda kirin.
Komîteya Aboriyê tekez dike ku wan ji sedî 70 -80 kelûpel û pêdivî amade kirine û bi qasî ku ji destê wan tê hewl didin ku amadekariyên mayî jî bi dawî bikin da ku ji her êrişekê re amade bin.
Dayik û bavên şehîdan jî li ser vê bangawaziyê, berxwedan hilbijartin û li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî xwe li hember êrişên dewleta Tirk amade kirin. Li bajarê Qamişlo, wan dest bi perwerdehiya bikaranîna çekan ji bo hevkariya hêzên leşkerî yên herêmê diparêzin, bikin.
Di heman demê de, şêniyên navçeya Amûdê ku hema hema her roj rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker tê, li ketin û derketina taxên navçeyê satirên axê çêkirin.
aliyê tenduristiyê de jî, bi taybet piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyan kir ku bi awayekî xurt kursên hemşîretî û destwerdana lezgîn bibînin, navendên tenduristî yên li herêmê dest bi vekirina van kursan kirin. Her wiha tîmên rewşên awarte li ser asta bajaran amade kirin, navendên bijîşkî li hemû bajaran vekirin û endamên wan perwerdeya pêwîst ji bo xweparastinê, dîtin.
Li gelek bajar, navçe, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan kursên destwerdana lezgîn hatin vekirin û hîn jî didomin.
'EM ŞER NAXWAZIN, LÊ LI HEMBER XETERIYÊN LI SER HEÊRMÊ EM AMADE NE BERSIVÊ BIDIN'
https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/03/200126_-.jpg
Yek ji Dayikên Aştiyê yên ji bajarê Dêrikê Sînem Mihemed ku diya sê şehîdan e yên ku di qonaxên cuda yên şoreşa azadiyê de şehîd bûne, wiha axivî: Armanc ji perwerdeya bikaranîna çekan, parastina herêm û gelê xwe li hember êrişên muhteml e, da ku em parastina destkeftiyên xwe bikin û rêya rêber Ocalan bişopînin ku girîngiyê dide xweparastinê. Em wekî Dayikên Aştiyê şer naxwazin, lê ger xeterî li ser herêmê hebe em amade ne çekê rakin.
Sînem diyar kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo yekitiya gel û pêkhateyan rêgez û zemîn danîn ku ew ê hemû planên li dijî herêmê têk bibin.
Yadê Sînem bang li ciwanan kir ku parastina xaka xwe bikin û terka wê nekin.
https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/03/200320_-.jpg
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oryan jî têkildarî heman mijarê got: Sedema fêrbûna me ji çekê re şert û mercên heyî ne, ji ber ku dijminê me yê welatê me kiriye çar parçe hewl dide bi hemû rêbazan hebûn û nasnameya me tune bike.
Oryan destnîşan kir ku dema gelê herêmê bi saya fedekariyên xwe çeteyên DAIŞ`ê têk birin, dewletên garantor şahid bûn û tevî vê jî çavên xwe li ser êrişên dewleta Tirk a faşîst digirin û diyar kir ku dêdengiya wan îsbat dike ku ew di êrişan de şirîka dagirkeran e.
https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/03/200142_-.jpg
Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Şêrewan Xelîl jî ev tişt anîn ziman: Piştî ku rewşa awarte hate ragihandin yekser Şaredariya Gel bang bi cih anî û bi hevkariya bajarokên navçeya Dêrikê komîte ava kirin. Her wiha bi endamên şaredariyê re civiya û erk li wan belav kir ku ji bo rewşa awarte re amade bin.
https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/03/200222_-.jpg
Endama Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Dêrikê Ayşe Ubêd jî amadekariya xwe ji rewşa awarte re nîşan da û wiha axivî: Tîma tenduristî bi şev û bi roj amade ye û dewreyên destwerdanên lezgîn hatin vekirin ku zêdetirî 100 endaman tev li bûn, her wiha endamên saziyan jî li ser destwerdanên bingehîn hatin perwerdekirin.
BAJAR, NAVÇE, GUND Û ŞAREDARÎ TEVDE LI SER DESTWERDANÊN LEZGÎN Û ÇEKÊ TÊNE PERWERDEKIRIN
Amadekarî û dewreyên destwerdanên lezgîn û fêrkirina çekan yên li Qamişlo hatin vekirin, li hemû herêm, bajar û bajarok û heta gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji pêkhateyan re têne vekirin.
Di van perwerdeyan de welatî xwe ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeran amade dikin ku her yek li gorî enerjî û hêza xwe tevdigere, lê fikre yeke ew jî şerê gel ê şoreşgerî ye.
Li kantona Hesekê jî welatî dewreyên fêrkirina çekê û destwerdanên lezgîn û perwerdeyên fikirî dibînin ku tê de rastiya şerê gel ê şoreşgerî nas dikin û fêrî rêbazê xweparastinê bibin. Ev jî israra gelê herêmê ya li ser parastina destkeftî û nirxên xwe ji êrişan dide xuyakirin.
Li kantona Şehbayê û gundên navçeyên Şêra û Şêrawa yên başûrê kantona Efrînê ya dagirkirî jî welatiyan dest bi perwerdeyên destwerdanên lezgîn kirine ku xwe ji rewşa awarte re amade dikin.
Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê bi hevkariya şêniyên herêmê ku bi berxwedana xwe li dijî êriş û siyasetên dijber têne naskirin, li derdora gund bi sedan binerd û xendek amade kirin û şikeftên navçeya Şêrawa paqij kirin.
Her wiha ji bo ku di dema êrişên dewleta Tirk a dairker de kehreba li ser welatiyan qut nebe, mazotê di sehrîcan de vedişêrin, sedema vê gavavêtinê jî ew e ku hikumeta Şamê ambargo li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û zehmet e mazot were peydakirin.
Koçberên Efrînê û niştecihên herêmê yên resen nexasim jinên li gundên nêzî eniyên şer ên kantona Şehbayê ji bo parastina herêmê xendek û satirên axê çêkirine.
Li Minbicê jî ku dewleta Tirk a dagirker rasterast gefên dagirkirina wê dixwe, gel li kêleka hêzên xwe yên leşkerî tekeziyê bi berdewamkirina têkoşînê dike. Li aliyekî din jî Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Fermandariya Giştî ya Ceyş Siwar, Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Babê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El Ekrad di zêdetirî boneyekê de banga mezinkirina qada berxwedanê kir.
SEKINA LI REX QSD`Ê Û BERSIVDAYÎNA DAGIRKERAN
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker şêx û rûspiyên eşîrên herêmê û hemû pêkhate girêdana xwe ya bi xakê ve û sekinandina li kêleka QSD`ê destnîşan dikin. Her wiha Birîndarên Şer ku di berxwedanê de tu carî li ser piştgiriya gelê xwe dudilî nebûne û amdekariyên xwe tînin ziman.
Ji ber êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk û komkujiyên ku pêk tine, hema bêje rojane welatî bi giranî birîndar dibin û ev yek rasterast bandorê li warê tenduristî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Hejmara şehîd û birîndaran zêde dibe, ku pêwîsiya wan a lezgîn bi dermanan heye, lê belê kadroyên tenduristiyê yên heyî nikarin xizmetên pêwîst pêşkêş bikin.
Bi armanca pêşîlêgirtina astengiyên di demên şer de li herêmê derdikevin, Yekitiya Pîşesazên Tibî li bajarê Tebqayê perwerdeyên destwerdanên lezgîn vekir û zêdetirî 70 ciwanên ji Tebqayê tev lê bûn. Di dewreyan de waneyên teorî û pratîk ên li ser dirûtina birînan û danîna sîroman û dermankirina birînê û hwd, hatin dayîn.
Li Reqayê jî piştî rewşa awarte hate ragihandin Meclisa Sivîl a Reqayê yekser maseya krîzê ji hemû sazî, Komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê re vekir ku ji Komîteya Aborî, darayî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemû komîte û Meclisa Leşkerî ya Reqayê pêk tê, da ku di rewşên awarte de amade bin.
Di 17`ê Tîrmehê de Meclisa Leşkerî ya Reqayê diyar kir ku ew ê gelê Sûriyê li dijî êrişan bisekinin û bê bersiv namînin.
Gerînendetiya Bazirganiyê û Komîteya Aborî ya Reqayê jî bi armanca pêşîlêgirtina aloziyeke muhtemel ligl gefên dagirkeriya Tirk, kar û xebatê xwe zêde kir û madeyên sereke têra salekê depo kirin. Her wiha hewl dide hemû kel û pelan li bazarê bi cih bike.
Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê gel ê şoreşger bingeh girt, li ser vê yekê komînên Kobanê jî ku berî niha bi êrişên dagirker re rû bi rû mabûn, ji gel re dewreyên fikirî vekirin ku cewherê vî şerî nas bikin. Her wiha amadekariyên tibî û lojîstîkî yên din dewam dikin.
JI SEDÎ 90 AMADEKARÎ HATINE KIRIN
https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/03/200107_-.png
asta amadekariyên welatiyên ji rewşa awarte re cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê û endama Maseya Krîzê Ahîn Siwêd anî ziman ku ji sedî 90 gel û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên xwe bi cih anîne.
Ahîn îşaret bi sedemên ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve kir û got: Ji destpêka şoreşê ve êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê nehatine rawestandin û li hember vê gelê herêmê her tim di nav amadekariyan de ye. Lê di rewşên dawî de û bi taybet di meha Tîrmehê de asta êriş û gefan zêdetir bû, lewma Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand.
Têkildarî gavên Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha avêtine, Ahîn Siwêd ev agahî parve kirin: Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ji destpêka rewşa awarte ve, amdekariyên xwe dikin ji wan welatî li ser xweparastina di xendekan de têne perwerdekirin. Her wiha komîn û meclis wan li ser bikaranîna çekan perwerde dikin. Rêveberiya Xweser ji aliyê aborî ve xwe amade kir, mînak madeyên zimhêrê têra 6 mehan li marketa Newroz amade kirin. Her wiha sotemenî dabîn kir û kar û xebatên xizmetguzariyê jî nehatine rawestandin nexasim av, kehrebe û xizmetên tenduristî.
Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê û endama Maseya Krîzê Ahîn Siwêd anî ziman ku gel jî ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk ên ku deh sal in li djiî herêmê dewam dikin, amade ye û piştgiriyê dide rêveberiya xwe ya xweser.”
(hs-eh)
ANHA
[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,265 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://hawarnews.com/
السجلات المرتبطة: 9
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 04-09-2022 (3 سنة)
الدولة - الأقلیم: غرب کردستان
تصنيف المحتوى: تقرير
تصنيف المحتوى: اخبار
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 04-09-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 04-09-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 04-09-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 2,265 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.1130 KB 04-09-2022 اراس حسوا.ح.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.234 ثانية