کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  582,605
الصور
  123,341
الکتب PDF
  22,043
الملفات ذات الصلة
  124,653
فيديو
  2,187
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,137
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,894
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,353
الشهداء 
5,000
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
996
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
12
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   المجموع 
271,882
البحث عن المحتوى
​​​​​​​Kengî û çima tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat girankirin?
صنف: بحوث قصیرة
نَهدِفُ الى أمتلاك قاعدة لبيانات قومية ووطنية كأي شعبٍ آخر..
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English1
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Abdullah Ocalan
Abdullah Ocalan
Dema rêber #Abdullah Ocalan# got ''Ez dikarim di nava hefteyekê de şer rawestînim, dewleta Trk a dagirker tecrîda li ser wî giran kir û êrişên li dijî gelê Kurd û gelên herêmê zêde kir. Parêzera rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku desthilata Tirk tecrîdeke giran li Îmraliyê dimeşîne û mafên ku di qanûnên Tirkiyê de hatine destnîşankirin, têkildarî rêber Abdullah bin pê dike.-Rêber Abdullah Ocalan 15'ê Sibata 1999'an bi komployeke navneteweyî ku bi dehan dewletên herêmî û kapîtalîst tê de beşdar bûn, dîl hat girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Rejîma Tirk rêber Ocalan di girtîgeha girva Îmraliyê de ragirtî ye û wî ji mafên wî bê par kiriye, her wiha tecrîd û zextên herî giran li ser wî dimeşînin û destûr nadin ku malbat û parêzerên wî bibînin.
7'ê Tebaxê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî parastina rêber Ocalan daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku muwekilê wan ji 3 salan ve, nikare sûdê ji mafên ku di qanûnên xwecehî û navneteweyî de hatine diyarkirin, bigire. Her wiha hate gotin ku tevahî daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtinê yên ku 27'ê Tîrmeha 2011' û 2'ê Gulana 2019'an hatin pêşkêşkirin, bi awayekî ne qanûnî hatin redkirin.
Piştî girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gelê Kurd dijwar kir. Di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrişên dagirkirinê bir ser Girê Spî û Serêkaniyê. Piştre êriş li ser herêmên Garê, Heftanîn, Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê zêde kir û li Bakurê Kurdistanê operasyona qirkirina siyasî li dijî siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanan dijwar kir.
KENGÎ TECRÎD GIRAN BÛ?
Êrişên giran ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û gelên herêmê, girankirina tecrîda li ser rêber Ocalan, piştî hevdîtina wî ya dawî ya bi parêzeran re ya 7'ê Tebaxa 2019'an pêk hat. Di wê hevdînê de rêber Ocalan gotinbû Ez dikarim aloziyên heyî çareser bikin û di nava hefteyekê de şer rawestînin û em dikarin ji bo vê yekê gavên mezin bavêjin.
https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/03/182814_-.jpg
Parêzera rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal ji ANHA'yê re axivî, diyar kir ku gelek sedemên ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan hene û wiha got: Sedema sereke rola birêz Abdullah Ocalan di vê merheleyê de ye. Ji destpêka şoreşê ve û heta niha birêz Ocalan banga çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane û demokratîk dike. Ev çareserî bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê û doza Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike.
'ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURDÎ, TÊ WATEYA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN'
Parêzer Newroz Ûysal anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka kurdî, tê wateya çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û wiha dom da axaftina xwe: Ji ber siyaseta yek qutibî an ku dewletnewe ku dewletên hegemonîk ji sedên salan ve li Rojhilata Navîn ferz kirine, Rojhilata Navîn di nava gelek pirsgirêkan de ye. Li hemberî vê siyasetê sîstema neteweya demokratîk derket. Dewleta Tirk, dewletên hegemonîk û sîstemên dewletnewe yên ku li ser esasê înkarkirina gelan û afirandina aloziyan xwe ava dikin, sîstema demokratîk wekî xetereyê li ser desthilata xwe dibînin.
Newroz Ûysal diyar kir ku sîstemên dewletnewe û dewletên hegemonîk şerê her projeyeke demokratîk çi mezin be çi biçûk be dike û ev li axaftina xwe zêde kir: Ev sîstem bi înkarkirina gelan û çewisandina mafên wan û têkbirina îradeya wan a azadî û bêdengkirina wan, hebûna xwe diparêze û ji bo vê yekê gav paşde navêje. Her tim hewl dide ku her projeyeke demokratîk ku çiqasî hêza wê bi bandor be têk bibe. Ji ber vê yekê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan giran dike da ku wî bêdeng bike û gelên herêmê ji perespektîfên birêz Ocalan ên der barê aloziyên heyî de dûr bixîne. Lew ra van perespektîfan paşguhd dike.
HINCETÊN TIRKIYÊ
Newroz Ûysal her wiha bal kişand ser hincetên desthilata Tirk ên der barê girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de û li gorî 3 qonaxan şîrove kir: Qonaxa yekemîn ji sala 1999'an heta sala 2016'an ve ye, anku piştî derbaya li Tirkiyê ye. Di nava 17 slan de Tirkiyê, rewşa hewayî ya nebaş û keştî nikarin biçin Îmraliyê, an jî xwediyê keşiyê nexweş e an jî bi destûr e dikir hincet. Qonaxa duyemîn jî piştî darbeya 2016'an û ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê bû. Dozgeriya Bursayê ya berpirsa girtîgeha Îmraliyê yedi 20'ê Tîrmeha heman salê de biryarek derxist tê de serdanên malbat û parêzeran rawestandin û peywendiya birêz Ocalan û girtiyên din bi derve re qedexe kir. Her wiha qedexe kir ku rojname û pirtûk derbasî Îmraliyê bibin. Ev yek heta 20'ê Îlona 2018'an an ku piştî bidawîbûna rewşa awarte bi dawî bû.
Qonaxa sêyemîn piştî bidawîbûna rewşa awarte li Tirkiyê di Îlona 2018'an de heta roja me ya îro dewam dike. Ev qonax a herî xetere ye. Têkildarî serdanên malbatan, cezayên disîplînê dikin hincet ku her sê mehan li ser birêz Ocalan û hevalên wî tên ferzkirin. Ji bo parêzeran jî cenazeyên disîplînê nabin. Lê desthilata Tirk her 6 mehan carekê hevdîtina parêzeran bi muwekîlê xwe re qedexe dike. Tiştekî wisa di qanûnên Tirkiyê de tune ne. Em her tim dibêjin ku girîgeha Îmraliyê girtîgeheke taybet e û li dijî mafên mirovan e. Tirkiyê bi vê tecrîdê tevahî qanûnên xwe bin pê dike.
Newroz Ûysal da zanîn ku ji Nîsana 2015'an heta niha ve an ku ji piştî rawestandina pêvajoya aştiyê tecrîda giran li ser rêber Abdullah Ocalan heye û got: Em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Li gorî qanûnên Tirkiyê mafê parêzer û malbatan heye ku bi girtiyan re hevdîtinê bikin. Lê ev maf ji bo birêz Ocalan bi hincetên wekî rewşa awarte û wekî din tên xwarin.
Newroz Ûysal her wiha bi bîr xistin ku ji dema girtina rêber Ocalan û heta niha ve hevdîtin bi rêbaz û qanûnên li Tirkiyê pêk nehatine û piraniya hevditînên ku hate kirin jî piştî gelek çalakiyên li dijî tecrîdê wekî grevên birçîbûnê û belavbûna agahiyên li ser şewata li Îmraliyê û agahiyên li ser nebaşbûna rewşa tenduristî ya rêber Ocalan pêk hat.
Newroz Ûysal diyar kir ku dewleta Tirk nehêlin ku hevdîtinan bi muwekîlê xwe yê li girtîgeha Îmraliyê bi rêyên qanûnî pêk bînin û hevdîtin di rewşên awarte û demeke pir kurt de tên kirin û wiha dom da axaftina xwe: Dema hevdîtin an peywendiyan bi birêz Ocalan bi rêya telefonê, gelek kurt in, ji ber ku dewleta Tirk hemû peywendî bi birêz Ocalan re qut kirine.
[1]
Parêzera rêber Ocalan behsa hevdîtina dawî ya bi rêber Ocalan re kir û wiha axivî: Hevdîtina dawî ya birêz Ocalan û parêzerên wî re sala 2019'an, an ku piştî 8 salan pêk hat. Birêz Ocalan 5 caran bi parêzerên xwe re rûnişt û nameyek ji 7 bendan ji raya giştî re şand. Dema hevdîtina dawî ya 7'ê Tebaxa 2019'an dewleta Tirk amadekariyên êrişê li dijî Rojava dikir. Wê demê birêz Ocalan got 'Dikarim di nava hefteyekê de aloziyên heyî çareser bikin û şer rawestînin û gavên mezin bavêjin'. Lê raya giştî ya cîhanê û civata navneteweyî bersiva daxuyaniya birzê Ocalan neda. Ji wê dîrokê ve û heta niha em nikarin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, hemû rêyên peywendiyê yên bi rêz Ocalan bi derve re hatin qutkirin.
'GAVA YEKEMÎN A TÊKBIRINA DOZA KURDÎ DI BÊDENGKIRINA BIRÊZ OCALAN DE YE'
Newroz Ûysal da zanîn ku girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan rasterast girêdayî doza kurdî, ne tenê li Tirkiyê li belê li gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn ye û got, dewleta Tirk dijbertiya hêviyên Kurdan li gelemperiya Kurdistanê dike, êriş û opersyonên siyasî, dîplomasî û leşkerî yên mezin li dijî kurdên li Başûrê pêk tîne da ku hebûna kurdan li wir tune bike, her wiha li dijî Rojava jî wisa dike û li Bakurê Kurdistanê jî hewl dide nasnameya kurdî ji holê rake.
Newroz Ûysal got: Gava yekemîn a têkbirina doza kurdî di bêdengkirina birêz Ocalan de ye. Ji ber vê yekê hevdîtinên rasterast, an jî peyam an jî peywendiya bi telefonê pê re qedexe kirine. Ev hemû kiryarên ne exalqî û ne qanûnî ne û siyaseta kurdî asteng dike. Di heman demê de gihandina perespektîfên birêz Ocalan bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn asteng dikin, ev yek dihêlin ku doza kurdî aloztir bibe.
Newroz Ûysal destnîşan kir ku siyaseta ku Tirkiyê dimeşîne li ser vî esasî ye heger gelê Kurd hin mafên xwe bi dest bixîne divê dûrî fikir û felsfeya birêz Ocalan be û wiha li goitna xwe zêde kir: Yanî divê tu bandora birêz Ocalan li ser van mafan tune be, ji ber ku birêz Ocalan hewl dide doza kurdî bi rêbazên qanûnî çareser bike. Hemû kesên ku fikir û felsefeya birêz Ocalan xwendine baş fam dikin ku birêz Ocalan çi dixwaze û dizane ku bêyî rêbazên demokratîk çareserî wê dewam neke.
Parêzer Newroz Ûysal da zanîn ku tevahî tevgerên rizgariyê û gelên ku hewl didin civakeke demokratîk ava bikin dizanin ku fikirên Ocalan wê guhertineke mezin pêk bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: Ji 18 mehan ve em nikarin peywendiyan bi birêz Ocalan re deynin. Ev dide diyarkirin ku ji dema girankirina tecrîdê ve şerê dijwar bûye, dewam dike. Ev bi awayekî mezin bandorê li mirovahiyê dike.

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 4,358 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://hawarnews.com/
السجلات المرتبطة: 19
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 04-09-2022 (3 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
تصنيف المحتوى: القضية الكردية
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 04-09-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 04-09-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( أفين طيفور ) في 29-11-2025
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 4,358 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.75 ثانية