Fîlmê “Dema Dirîreşkan” roja sêşemê (6`ê Îlonê) di saet 07:00`ê êvarê de li Navenda #Mihemed Şêxo# ya Çand û Hunerê ya li bajarê #Qamişlo# tê pêşandan.
Fîlmê “Dema Dirîreşkan” ji aliyê Komîna Fîlma a Rojava ve hatiye amadekirin û Haşim Aydemir derhêneriya wî kiriye.
Haşim Aydemir her wiha derhêneriya fîlmên “14`ê Tîrmehê” û “Surda Devran” jî kiriye.
Fîlmê “Dema Dirîreşkan” dê roja sêşemê (6`ê Îlonê) saet di 07:00`ê êvarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo bê pêşandan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîa Fîlm a Rojava wek helwestekê li hember astengkirina nîşandana fîlmê “Ji bo Azadiyê”, fîlmê “Dema Dirîreşkan” ji Festîvala Fîlman a Silêmaniyê ya Navneteweyî kişandibû. Lê filmê xelata baştirîn sînematogerafiyê ya Festîvala Fîlman a Silêmaniyê wergirtibû.
Ekîba fîlmê daxuyandibû ku xelatê red dikin û gotibû, “Em ji ber astengkirina nîşandana fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ ji festîvalê vekişîn. Ji ber wê em vê xelatê qebûl nakin.”
[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,242 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!