کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
قاموس كورديبيديا new
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  594,153
الصور
  125,631
الکتب PDF
  22,260
الملفات ذات الصلة
  130,854
فيديو
  2,201
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,032
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,947
عربي - Arabic 
45,432
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
27,935
فارسی - Farsi 
16,786
English - English 
8,578
Türkçe - Turkish 
3,872
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
7,530
الأماکن 
4,871
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات (المجلات والصحف والمواقع الإلكترونية ووسائل الإعلام، إلخ) 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
286
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,919
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,660
الشهداء 
5,251
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
1,002
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
40
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
2,254
PDF 
35,003
MP4 
4,264
IMG 
239,149
∑   المجموع 
280,670
البحث عن المحتوى
`Divê Em Herêmên Dagîrkirî Rizgar Bikin Û Planên Tirkiyê Pûç Bikin`
صنف: بحوث قصیرة
أصبح كورديبيديا كردستان الكبرى، لهُ مؤرشف وزملاء مِن كلِ أرجاءها وكل لهجاتها.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
`Divê Em Herêmên Dagîrkirî Rizgar Bikin Û Planên Tirkiyê Pûç Bikin`
`Divê Em Herêmên Dagîrkirî Rizgar Bikin Û Planên Tirkiyê Pûç Bikin`
Darîn Silê/#Til Temir#
Walatiyên Til Temir li dijî plan û êrişên dewleta tirkî gotin, divê em gelê herêmê bi hev re bajarên dagîrkirî rizgar bikin, planên dewleta dagîrker pûç bikin û rê nedin dagîrkeriya wê.
Derbarê êrişên dagîrkeriya Tirkî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de, herwiha berxwedana gel û hevgirtina wan li dijî êrişan, welatiyên bajarê Til Temir ji me re axivîn û diyar kirin ku ti carî dev ji xaka xwe û erkê xwe yê walatparêziyê bernedin.
Hevserokê Şaredariya Gel ya bajarê Til Temir Mihemed Baqî Kûtê da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker ji ber binketin û lewazbûna xwe êrişên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê girantir kirine û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku dewleta Tirkî ya dagîrker li herêmên parastina medya bi ser neket û derbên giran ji gerîlayên azadiyê xwarin, êrişên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Herwiha ji ber ku çiraya kesk di pêkanîna êrişeke nû de negirt, êrîşên xwe yên ku bi ruya sîxuran dike zêde kirine. Bi balafirên bêmirov welatiyên herêmê, kesayetên fermandar û leşkeran dike amanc û hewl dide vîna gelê herêmê bişkîne û wan dûrî welatparêziyê bixe. Lê welatparêzî di xwîna me de ye, ne dagîrkeriya Tirkî, ne jî hêzên cîhanê nikarin me dûrî welatparêziyê bixin.”
`Wê serkeftin ya me be`
Mihemed Kûtê got, em dizanin ku armanca dewleta dagîrke ne Kurd tenê ne, lewra gelek pêkhate li ser vê xakê bi Kurdan re dijîn. Her kes dizane ku dagîrkeriya Tirkan dijmina dîrokî ya tevayiya gelên herêmê ye. Ji ber wê dema ku êriş dike cudayiyê naxe navbera ti kesî û nabêje ev Kurd, Ereb yan jî Sûriyan e. Ji ber wê jî armanca wê diyar e, dixwaze tevayiya gelê herêmê qir bike û destkeftiyên dîrokî yên vî gelî ji holê rake. Herwiha dixwaze herêmê ji welatiyên wê vala bike û xaka me bixe binê desthilatdariya xwe. Lê bila baş bizane ku ti caran xeyalên wê pêk nayên. Lewra gelê herêmê bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya Neteweya Demokratîk, li hev civiyane û milbimil em berxwedan û berevaniyê di ber xaka xwe de dikin. Hêza me îradeya me ye, wê serkeftin ya me be.”
`Ji bo berjewendiyên xwe naxwazin aramî û ewleyî li herêmê çêbe`
Mihemed Baqî Kûtê li ser bêdengiya hêzên navnetewî bi taybetî Amerîka û Rûsya wiha got: “Hebûna Rûsya û Amerîka li herêmê ji bo berjewendiyên wan e. Rewşa herêmê û gelê wê ji wan re ne xem e. Xema wan ya sereke pêkanîna berjewendiyên wan e. Ji bo wê jî tevayiya kiryarên hovane yên dewleta Tirkan ya dagîrker ku li dijî gelê herêmê pêk tîne, hevpariya wan nîşan dide. Ji bo wê jî diyar e ku naxwazin aramî û ewleyî li herêmê çêbe. Lewra eger aramî li herêmê pêk were, berjewendiyên wan namînin û êdî nikarin weke niha tev bigerin.”
Mihemed Kûtê behsa amadekariyên ji bo rewşên awarte kir û diyar kir ku amadekarî di çarçoveya çend xalan de tê kirin û wiha pê da çû: “Yek ji amadekariyên ku em li ser dixebitin rêxistinkirina gel û avakirina komîteyên taybet bi gel re ye. Perwerdekirina komîteyên tenduristiyê ya beşa lezgîn û diyarkirina erkên wan di rewşa awarte de. Herherwiha amadekirina hin komîteyên gel yên xweparastinê, da ku li kêleka hêzên leşkerî parastina bajar, zarok, pîr û kalan bikin.”
`Bi hev re herêmên dagîrkirî rizgar bikin û planên Tirkiyê pûç bikin`
Ji bo rizgarkirina tevayiya bajarên dagîrkirî û derxistina dagîrkeran ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê Mihemed Kûtê di dawiya axiftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku, bi hev re herêmên dagîrkirî rizgar bikin û planên dewleta Tirkan pûç bikin. Herwiha rê nedin dagîrkeriya Tirkan ku armaca xwe pêk bîne û bi yekdengî û bi ruhe hevaltî û biratiya gelan tev bigerin.
`Hevgirtina gelê herêmê destkeftiyên şoreşê diparêze`
Endamê Meclisa bajarê Til Temir Dildar Yûsif jî bal kişand ser hevgirtina gelên herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevgirtina gelên herêmê destkeftiyên şoreşê diparêze. Herwiha bi saya yekîtî û hevgirtina gelan, gelek hêz û yekîneyên leşkerî li herêmê hatine avakirin; wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundir, herwiha meclis û komînên taxan. Ev tev destkeftiyên vê şoreşê ne û bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Ji bo ku em van destkeftiyan biparêzin, divê em nekevin binê bandora şerê taybet û Şerê Gelê Şoreşgerî xurt bikin. Eger em Şerê Gelê Şoreşgerî pêş bixin û li kêleka şervanên xwe bisekin, emê azadiya xwe bi dest bixin û herwiha emê xeyal û palanên Tirkan jî têk bibin. Divê bê zanîn ku serkeftina me azadiya Rêber Apo ye.”[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 3,947 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://ronahi.net/
السجلات المرتبطة: 15
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 17-08-2022 (4 سنة)
الدولة - الأقلیم: غرب کردستان
المدن: تل تمر
تصنيف المحتوى: تقرير
تصنيف المحتوى: ارهاب
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 98%
98%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( ئاراس حسۆئـ.ح.) في 03-09-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا کامەلاس.ک.) في 03-09-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( ئەڤین تەیفوورئـ.ت.) في 28-06-2025
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 3,947 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.1104 KB 03-09-2022 اراس حسوا.ح.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
المزيد

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.375 ثانية