Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî li malbata Mamoste Kerîm Ehmed û hevalên wî yên li Partiya Şûî (Komonîst) ya Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di peyam xwe de diyar kir: “Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdar ê Kurd û Sekreterê berê yê Partiya Şûî ya Kurdistanê Mamosta Kerîm Ehmed bihîst.”
Di peyamê de hat destnîşankirin: “Mamosta Kerîm Ehmed serkirdeyekî diyar û dilsoz û niştimanperwer ê Kurdistan û Iraqê bû û kedkarane temeneke dûr û dirêj ji bo azadîxwazî û xebata dijî sîtemkariyê terxan kir û roleke wî ya berbiçav di tevgera rizgarîxwaz a Kurd de hebû û bîranîna wî têkoşerê mezin herdem bi xêr e.”
Serok Mesûd Barzanî herwiha diyar kir: “Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbata têkoşer Mamosta Kerîm Ehmed û rêhevalên wî, li Partiya Şûî û hemû niştimanperwerên Kurdistanê dikim û xwe hevbeşê xema wan dizanim.”
Serok Barzanî got: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê xwedê jêrazî Mamosta Kerîm Ehmed bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyekî.”
Îro danê sibê, Sekreterê berê yê Partiya Şûî ya Kurdistanê Kerîm Ehmed li Hewlêrê di 100 saliya xwe de koça dawiyê kir.[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,516 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!