=KTML_Bold=Danasîneke kurt li ser dîroka Keleha #Wanê# =KTML_End=
Keleha Wanê alîyekî wê behre li aliyê din çiya pişta xwe dayê Erekê û rûyê xwe li Sîpanê Xilatê vekirîye. Ev bajar li qeraxa gola bedew wek xemla vê erdnîgarîye. Bi dîroka xwe yî kevnar remza xweşikiya vê axê dide.
Helbet ji bo cihek bala mirov bkişîne dîroka wê û xwezaya wê girînge, Wan jî, yek ji wan cihên sereke yê kurdistanê ye. Hem xwedî dîrokeke kevnare, hem jî xwedî xwezayeke dewlemend e. Keleha dîrokî bi sekna xwe ya bi heybet li ber behira Wanê bûye mîna peykerekî ku ji destê hunermendan derketîye.
Îro em bi riya bernameya danasîn li herêma Wanê ne, ew bajarê ku tîrêjên rojê qet jê kêm nabe. Yek ji bajarên kurdistanê ya herî bedew, bajarê Wanê ye. Ka em bi hev re lê bigerin. Herêma ku 1700 m bilindahîya wê heye, xwedî gola herî mezin a kurdistanê ye.
Wan li her alîyê xwe ve xwedî dîrokeke veşartîye. Ev war bi kevnarîya xwe ya ku heta berî mîladê diçe di hempêza xwe de çîrokên wenda û sirên balkêş veşartîye. Ev bajar weke kenzekî li ser vekirî ye.
Di her serdemekê de jiyan hertim li vir berdewam kirîye, dema mirov li dîroka wê binêre, mirov dibîne ku gelek şaristanî li vê derê bûne xwedî par. Mirov dikare ji gelek şaristanîyan bermahiyan bibîne.
Hin çavkanî dibêjin ku cara yekem, Hurîyan gav avîtiye ser vê xakê, lê yê ev bajar avakirine Uraritone, ji ber wê bajarê Wanê weke paytexta Urartuyan tê nasîn. Avakirina Wanê wek paytexta Urartuyan çîrokeke dirêje.
Piştî şerekî dijwar a li hember impiretûrîya Asûran û tekoşîna li hemberî xedariya xwezayê, ev bajar wek paytexta Uraritoyan hatiye sazkirin. Tê zanîn ku bajarê Wanê ji hêla qiralê yekemîn ve di sedsala nehmîn a berî mîladê hatîye avakirin. Her ku çiqas wisa bê zanîn jî, piştî hîn kolanên arkoljîk a di tebika kela Wanê, dîroka bajêr heta berî mîladê 3000 salan diçe.
Gola Wanê û derdora wê bi hezarî salan e mezûvanîya gelek şaristanîyan kiriye û di çarçoveya dewlemendiya nirxên çandî û xwezayî wek mûzeyeke ser vekirî ye. Ji ber ev taybetmendiyên xwe herêma Wanê ji sala 1827`an û ji vir ve bûye rawestgeh ji bo gerok, zanyar û pisporên navnetewî. Ev baldarîya kes û derdorên herêmî û navnetewî hîn jî berdewame.
Ev der paytexta xalidiyê xwediyê keleha herî bi heybet, keleha Wanê ye. Urarito weke çandeke ku şaristaniyan li dora xwe kom dike ye. Bi hezarên salane mirovên li vê derê darin cihê nû jixwe kişif dikin û şopa xwe li wan deveran dihêlin. Piştî şerê bi salan a bi serkeftin û binkeftin û têkçûnê, mirov dikare gelek berhemên wiha bibîne ku pê behsa wan serdemam bike. Lê belê hin dever bûne şahidê van bûyeran û weke sir ji xwe re veşartine, keleha Wanê jî yek ji wan bermahiyên dîrokî ye.
Li gorî lêkolînan temenê keleha wanê, li derdora 2850 sal in, nêzî 13 qiralên Urartuyan, li ser vê kelehê desthilatdarî meşandine. Ev teht û zinarên xwezayî firehiya wê ji 20 metreyan heta 120 metreyan diguhere. Herwiha 1800 metre dirêjahî û 100 metre bilindahiya wê heye.
Keleh xwedî sê beşa ye û riya wê ji milê rojava ber bi aliyê rojhilat ve dibe yek.
Keleh li nava bajarê Wanê ku paytexta Urartuyan bû, Tê bawer kirin ku Keleha Wanê berî dayikbûna Îsa Mesîh, di sedsala 9’an de ji alîyê Qralê Urartuyan, Sardurê kurê Lutîprî ve hatiye ava kirin.
Li ser kelehê zinarên şer, sarincên avê, şikeftên ku bi dest hatine kolandin û bircên nobetê ji dema Urartuyan de mane, di nava kelehê de, birca sardûr û paristgeha servekirî ya binavê dayîk û keck, û gorên vekirî hebûne
Di dema ku gihiştiye destê mislimanan de jî gelek mizgeft li ser hatiye avakirin, tê gotin ku piştî hukmdariya Urartuyan û osmaniyan, ji xeynî nivîsên persan tu bermahî an nivîs nehatine dîtin. Dîwarê ku hukimdariya leşkerî pêk tine, yên weke birc û nêrîngeh ji kelpêç, kevirên xurde û kevirên reş hatine çêkirin. Ev bajarê li gor wê demê bi sûran hatiye dorpêçkirin heta sala 1915`an de lê niha pirek jê hatiye hilweşandin. Tiştê ku niha jê maye hîn bermahiyên kavil in.
Di kolanên arikolojî yên di vê demên dawiyê de dîsa gelek berimahîyên kevinar deriketine li ser rû erdê, yek ji van cihê tayibet jî bica serdorîye ku berihemên nivîsikî a Urarituyan yekem car li wir deriketiye holê. Urarituyan di hêla mîmariyê de gelekî pêşiketî bûn, bi taybetî ji aliyê keleh, qesir û perezgehên ku di zinarên asê da hatine çêkirin heta roja îro jî têne xuyakirin.
Li pişt gora qiral nîviskarên balikêş bala mirovan dikişîne, tê gotin ku ev nivîs, nivîsa herî dirêj ya Urarituyane û cara yekem di sala 1820`an de hatiye tericemekirin.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
• Ji qenala pelfilm, Kevnewar, keleha Wanê.
• Ji rûpeka wîpediya û bernamegeh.
• Wêne ji rûpela Wîkîpêdiya. [1]