=KTML_Bold=Jin sembola cenga dîrokî ya Kobanê ye-2=KTML_End=
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ
Cenga mezin a li Kobanê ya li dijî çeteyên #DAIŞ# 'ê sembola îradeya jinên Kurd e. Jinên Kurd di rizgarkirina vî bajarî de roleke sereke lîstin û çalakiyên fedayî kirin ku li cîhanê deng veda.
Berxwedana Kobanê ya di navbera salên 2014'an û 2015'an de li hemberî zêdegaviyên çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraqê qonaxeke girîng e.
Beşdarbûna jinan di tunekirina xeteriya DAIŞ'ê de li tevahî civakên cîhanê deng veda. Tevî beşdarbûna jinan di qadên siyasî û civakî de mîna şoreşên sosyalîst ên cîhanê ku di sedsala borî de derketin, lê beşdarbûna çalak a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di têkoşîna li dijî DAIŞ û êrişên dewleta Tirk a dagirker yek ji xisûsên şoreşa Rojava ye.
Wêne û dîmenên jinên kurd ên şervan ku di berxwedana Kobanê de hatin kişandin bibûn manşêtên rojname, malperên elektronîk û kanalên televîzyonê yên bi dehan dewletên cîhanê. Jin bibû mertala civakên berxwedêr li dijî xeteriya li ser cîhanê.
Bi êrişa herî mezin a çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê re, ku li bajarê Kobanê di 15'ê Îlona 2014'an de dest pê kir, bi sedan jinên li eniyên berxwedanê yên gundên Kobanê berxwedaneke mezin raber kirin da ku nehêlin çeteyên DAIŞ’ê ber bi taxên bajêr ve bi pêş bikevin.
Di 5'ê Cotmehê de, fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan û Rîvana li Girê Meştenûrê yê Kobanê çalakiyeke fedayî li dijî kombûna çeteyan pêk anîn da ku nehêlin ber bi bajêr ve bi pêş biçin.
Ji fermandarên YPJ'ê Ezîme Denîz ku beşdarî berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê bibû got, jinan hebûna gelê Kurd parast, gelê ku di nava du salan de beriya êrişa mezin azarê dorpêçê kişand. Jinên berxwedanek mezin dan meşandin da ku êrişan bişkînin û dorpêça giran li ser bajêr rakin.
Li gorî daneyên ne fermî yên malperên ragihandinê û ajansên nûçeyan, bi destpêka êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê derdora 400 hezar sivîl ji Kobanê ber bi Bakurê Kurdistanê ve koçber bûn.
Fermandara YPJ'ê Ezîme Denîz wiha axaftina xwe domand: Di bersivdayîna hewldana çeteyên DAIŞ'ê ya dagirkirina bajarê de jinên Kurd xwedî bandoreke xurt bûn. Berxwedana jinan qonaxeke dîrokî di mijara rizgarkirina jinan de bû.
Li dewletên cîhanê, mîna Japonya, Arjantîn, Afganistan û dewletên Ewropayê wêneyên şervanên enternasyonalîst, YPJ û YPG'ê yên li kolanên giştî hatin daliqandin. Çavê tevahî cîhanê li şerê çarenûsî bû ku tevahî cîhan tehdîd dikir. Piştî bersivdayîna êrişa DAIŞ'ê li ser Bakurê Kurdistanê şervanên YPJ'ê li gelek dewletan cîhanê hatin pêşwazîkirin. Çeteyên DAIŞ'ê li ser tevahî cîhanê bi taybet li ser welatên rojavayî xeter e, nemaze ku li gelek welatan teqîn pêk dianîn.
10'ê Sibata 2015'an, an ku piştî çend hefteyan ji rizgarkirina Kobanê, serokkomarê Fransa yê wê demê François Hollande li Koşka Elysee ya li paytexta Fransa, Parîsê pêşwaziya Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah û Hevseroka berê ya PYD'ê Asya Abdullah kir. Di hevdîtinê de rêbazên tunekirina DAIŞ'ê hatin nîqaşkirin. Fransa yek ji dewletên aktîv di Koalîsyona Navneteweyî ya li DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraqê ye.[1]