Kobanê û dîroka berbanga reş a 25’ê Hezîranê
KOBANÊ -ZANA SEYDÎ
Di berbanga 25’ê Hezîrana 2015’an de, yek ji hovanetirîn sûcên şerê li Sûriyê, li #Kobanê# pêk hat. Çeteyan DAIŞ’ê bi piştgiriya Tirkiyê ji bo tolhildna zirara yekemîn a şerê xwe li Sûriyê û Iraqê êrişek pêk anîn.
Gelê ku ji bo pêkanîna demokrasiyê li Sûriyê li hemberî pergalên desthildar tê dikoşin di hovanetirîn sûcên DAIŞ'ê re derbas bûn. DAIŞ, ya ku ji tevahî siyasetên dîktator ên li herêmê hatiye avakirin bi navê îslamê li herêmên ku dagir kirbûn gelek komkujî pêk anîn.
Komkujiya 25’ê Hezîrana 2015’an ji hovanetirîn komkujiyên bi dirêjahiya 8 salên şer e, gelo hûrgiliyên wê çi ne?
=KTML_Bold=KOMKUJIYA KOBANÊ...TOLHILDANA TIRKIYÊ YA DI BIN EBAYA ÎSLAMIYETÊ DE YE=KTML_End=
Di şerê Sûriyê de, gelek komkujî pêk hatine ku bi sedan sivîl bûn qurbanî, ew jî di encama şerê etnîk, qewmî û baweriyê bû, ji wê jî mezintirîn komkujiyên Kobanê û Şiêtat bi destê DAIŞ’ê ye. Her wiha komkujiya Hewle bi destê hêzên hikumeta Sûriyê.
Komkujiya ku DAIŞ’ê berbanga 25’ê Hezîrana 2015’an pêk anî û di encamê de 233 sivîlên ji Kobanê li ser sînorê Tirkiyê û gundê Berx Batan bûn qurbanî raya giştî ya hundirîn û cîhanê hejand.
Komkujî di meha Remezanê ya pîroz de pêk hat, ne jin, ne zarok û ne jî ixtiyar ji guleyên çeteyên DAIŞ'ê filitîn. DAIŞ ev komkujî wekî bersiv an tolhildana ziyanê şerê wê yê yekemîn li Sûriyê bû.
DAIŞ’ê bi bihaneya pêkanîna şerîet û belavkirina peyama îslamiyetê bi hezaran sûrî û iraqî kuştin, li gel wê jî şaristandî wêran kirin.
=KTML_Bold=PIŞTÎ ÇEND MEHAN JI TÊKÇÛN Û ZIRARÊ, DAIŞ’Ê BI PIŞTEVANIYA TIRKIYÊ DERBASÎ KOBANÊ BÛ=KTML_End=
Li gorî gotinên gundiyan, saet di 04:00’ê sehara de komeke ji 80 heta bi 100 çeteyên biyanî û sûrî ku cilên YPG’ê li xwe kiribûn tevî 8 erebeyên leşkerî bi dizî ji gundên başûrê Kobanê ber bi kûrahiya bajêr ve çûn. Lê beriya wê jî bi çend mehan li heman bajarî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê li kolanên wê hatin kuştin û têk çûn.
Çete dabeşî du koman bûn, ya yekê yekser ber bi bajêr ve çû, ya din jî li derdora gundê Berx Batan belav bû ku mezintirîn gundê başûrê kantonê û di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de rolek mezin list.
Li ser rêya lez a ku bajêr bi gundên başûr ve girê dide komê tariya şevê û cilên YPG ji bo derbasbûna li bajêr beriya şevaqê, derfet girt.
Şêniyên hin gundan ji derbasbûna karwana leşkerî ya ber bi bajêr ve matmayî man û tiştê dîtine ji Hêzên Ewlekariya HundirînAsayîşê re li gundê Berx Batan agahdar kir.
Taviliya derbasbûna bajêr, çete li ser baniyên bilind ên avahiyan û hin herêmên stratejîk ; firna alî)otomatîk), avahiya Rêveberiya Xweser, rêya Heleb a başûrê bajêr, derdora benzîxaneya Mistefa Derwîş, taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê bajêr, taxa Cemarik, Qada Azadî ya naverasta bajêr, Sûka Hal a kevn û Kolana 48, belav bûn.
6 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, 4 ji wan ji gundê Berx Batan in li erebeyekê siwar bûn û da dû karwanê û zanîn ku yên derbasî bajêr bûne ne şervanên YPG’ê ne, lê di dema ku ji têketina bajêr a başûr de derbasî bajêr bûn rastî gulebaranan hatin.
=KTML_Bold=JI 3 ENIYAN VE DAIŞ HEWL DA LI SER KANTONA SERWER BE=KTML_End=
Dema ku di wê berbangê de dengê guleyan li gund û taxên bajêr belav bû, şênî derketin şahiyan texmîn kirin ku şervanên YPG û YPJ'ê bajarokê Sirînê yê başûrê kantonê ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Lê nizanîn ku çeteyan bajar dorpêç kiriye, her sivîlê ji mala xwe derket gule lê hat reşandin.
Kolan bû hawiza xwînê, di encamê de 233 kesan jiyan xwe ji zarok û jinan ji dest da.
DAIŞ’ê bi planeke nû hewl da serweriya xwe li ser kantonê ferz bike. Plana wê ew bû ku bi awayê koman ji gundê Berx Batan ê başûrê û bajarokê Şiyûx ê rojava yê li rex çemê Firatê dest bi êrişan bike, piştre bi desteka dagirkeriya Tirk re ya ku sînorê xwe li pêşiya wê vekir li bakurê bajêr belav bibe.
Hem wextî ku şervanên YPG/ YPJ'ê bi desteka asîmanê ya Koalîsyona Navnetewî operasyona rizgarkirina bajarokê Sirînê ji çeteyên DAIŞ'ê dimeşand, dewleta Tirkiyê deriyê Murşid Pinar yê li nêzî Kobanê vekir ku erebeyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ’ê derbasî bakurê bajêr bibe. Ev bûyer piştî 5 mehan ji şerê ku tê de di 26’ê Çileya 2015’an de şikîne, pêk hat.
6 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di şerê bi çeteyan re ya li nêzî avahiya rêveberiya kantonê ya bajêr şehîd bûn. Bi vê re şerê li kolanan dest pê kir. Sekvanên herî xeternak ên DAIŞ’î li ser bangên dibistan û avahiyên stratejîk ên bajêr bi cih bûn û her kesê didîtin sekvan dikirin.
=KTML_Bold=DAIŞ DÎSA LI KOBANÊ TÊK ÇÛ=KTML_End=
YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gel şêniyên sivîl tevahî nuqteyên bicihbûna çeteyan li bajêr dorpêç kirin. Di 3 rojên ji şerê li ziqaq û kolanan de YPG’ê ew kuştin û tevî hin çeteyan xwe bombe kiribûn jî girtin.
Lê li aliyên başûrê kantonê di şerê 4 saetan ji berxwedana şêniyên gundê Berx Batan de, bi dehan çete neçarî vekişîna ji gund bûn, her wiha şêniyên gund, şervanên YPG û YPJ û Artêşa Azad a hevalbendî bi YPG’ê re danîbû hejmarek ji çeteyên biyanî kuştin, hin jî revîn.
=KTML_Bold=BÎLANÇOYA KOMKUJIYÊ=KTML_End=
Di daxuyaniya Meclisa Rêveber a kantona Kobanê ya 21’ê Tîrmeha 2015’an de hat aşkerakirin ku komîteya lêpirsîna rastiyan diyar kir ku di komkujiyê de 233 sivîlan jiyana xwe ji dest da, jê 27 sivîlên ji gundê Berx Batan, li gel wê jî 273 sivîl bi guleyên çeteyan birîndar bûn.
Di 3 rojên paqijkirina bajêr ji çeteyan de nêzî 30 şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.
Her wiha YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji bilî 7 çeteyên ber bi xaka Tirkiyê ve revîne tevahî çeteyên ku êrişî navenda bajarê Kobanê kiribûn, hatin kuştin.
=KTML_Bold=JI BO BÎRANÎNA QURBANIYAN=KTML_End=
Bi hezaran şêniyên kantonê di salvegerên komkujiya hovane de li du goristanan lê hatin veşartin, yek li bajêr, ya din jî li gundê Berx Batan şehîdên komkujiyê bi pêxistina mûman bi bîr tînin.
Ji bo bîranîna 6 şervanên ku li hemberî DAIŞ'ê sekinîn û rê li ber komkujiyeke mezin girtin , di 2018’an peykerek bi şeklê 6 mûm û bazekî li nêzî cihê ku ew hatin veşartin, hat çêkirin.[1]