Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  587,406
Bilder
  124,675
PDF-Buch
  22,129
verwandte Ordner
  127,110
Video
  2,193
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,767
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,948
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,783
عربي - Arabic 
44,417
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,831
فارسی - Farsi 
16,037
English - English 
8,541
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
276
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen (Zeitschriften, Zeitungen, Websites, Medienkanäle usw.) 
6
Archäologische Stätten 
2
Bibliothek 
401
Kurze Beschreibung 
1,163
Märtyrer 
20
Dokumente 
58
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,520
PDF 
34,786
MP4 
4,049
IMG 
235,572
∑   Alles zusammen  
275,927
Suche nach Inhalten
Zarokekî dinale: Fêrîkê Ûsiv
Gruppe: Kurze Beschreibung
Unser Ziel ist es, eine eigene nationale Datenbank wie jede andere Nation zu haben.
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Fêrîkê Ûsiv
Fêrîkê Ûsiv
Zarokekî dinale: #Fêrîkê Ûsiv#
Esra Aksoy

Li Rûsyayê piştî Şoreşa Oktabirê, wek gelek miletên penaber ji bo Kurdan jî atmosfereke nû peyde dibe. Em dikarin bêjin ji bo avakirina edebiyatekê, salên 1920an bûn destpêka guherinê. Xebatên perwerdehî û zimanî dest pê dikin. Xwendingehên Kurdan tên vekirin û ew nifş ewreka edebiyatê ava dikin. Em vê edebiyatê wek edebiyata sêwîyan jî pênase dikin
“Cahilîya min bû xezaleke kûvî,
Min zeft nekir bazda ji destê min revî,
Û şev û ro çiqa li pey direvim,
Nagihîjmê… aqa jê dûr dikevim.”
Sal derbas bibin, sedsal serbas bibin, qewm didin dû qewman, nifş li dû hev rêz bibin û guhertin bibe gerînekek li ser serê însanan bigere û her tişt biguhere jî tiştek tenê her tim yekane ye, ew jî hestên mirovî ne ku bi hezar salan ji wan hunerên cûr bi cûr zîl dane. Lê guman tune ye ku hunera herî qedîm û tim xwedî cih di ruhe mirov de helbest e. Ku ew halê hestên me ye; hestên me yên êdî bi hestî û çerm in. Di vê nivîsê de ez ê behsa helbestvanekî wisa bikim ku ew te’bîrên ku li jor me vegotin, yek bi yek xwe di ruhê wî de top kirine û zîl dane derketine erş û ezmanan. Fêrîk! Fêrîkê Ûsiv… Xerîb e li xerîbiyê û helbestvanê xurbetê ye. Dengê deşt û çiya û evînê ye, qêrîna hesret û keserê, dengê neteweperweriyê ye ku çîk jê diçin…
Ferikê Ûsiv di sala 1934an li Yêrêvanê li gundê Pampê ji dayik bûye. Ew ji malbeteka esilzade bû. Bapîrê wî tevî bav û apên wî piştî şerê cîhanê yê yekemîn tevî Kurdên Êzîdî û Ermenîyan, ji ber zilm û zora Romê mecbûr mane ji welatê xwe Qersê ber bi Rûsyayê ve bar bikin û jiyana wan a mişextiyê bi vî şiklî dest pê kiriye. Di rê de gelek kes ji malbata wî mirine, heta li gor gotinekê metika wan jî ku bi wan re bû, piştî mêrê wê tê kuştin, di rê de hema bi yekî din re tê zewicandin û li rêya xwe dewam dikin. Gelek trajedî di wan rêyan de tên jiyîn ku ew trajedî her tim ji bo Kurdan di serdemên cuda de xwe dubare dikin. Yanî em bi rehetî dikarin bêjin ku Kurdên mecbûr man bibin penaber, di nava penaberiyê de jî penaberî dîtine û tim xezeba polîtîkayên dewletan serî li wan gerandine û felek li wan şaş kirine. Wan feqîrî, belengazî, birçîtî û neçarîyên gelekî mezin û giran dîtine.
Lê li Rûs-yayê piştî Şoreşa Oktabirê, wek gelek miletên penaber ji bo Kurdan jî atmosfereke nû peyde dibe. Em dikarin bêjin ji bo avakirina edebiyatekê, salên 1920an bûn destpêka guherinê. Xebatên perwerdehî û zimanî dest pê dikin. Xwendingehên Kurdan tên vekirin û ew nifş ewreka edebiyatê ava dikin. Em vê edebiyatê wek edebiyata sêwîyan jî pênase dikin,
ji ber ew zarokên ku di van xwendingehan de tên perwerdekirin giş sêwî ne, malbatên wan yan di şer de yan jî li ser rêya mişextîyê dimirin an jî tên kuştin. Wek Eskerê Boyîk jî dibêje: “Bextê sêwiyan hebane, ji xwe sêwî nediman.” Bavê Fêrîk, Ûsivê Îbo jî sêwî bû, bav û apên wî ji hêla Romîyan vê tevî sedan mêrên gund tên kuştin. Bavê Fêrîk û apê wî mecbûr dimînin diçin Gurcistane, lê piştre di sala 1922an vedigerin gund cem xizmên xwe. Fêrîk jî li gund çêdibe û zarokatiya wî li wir, di nav xwezayeke bêhempa de derbas dibe.
Ew xwendina xwe ya pêşî li xwendingeha gund dibe serî, piştî xwendina çar salan ji bo xwendina bilind diçe Yêrîvanê û dest bi xwendina dîrok û fîlolojiyê dike. Ew pêşî ji xwendinê hez nake û dixwaze here gundê xwe û bibe şivan, xeyala wî şivantî ye. Lê piştre ji beşa xwe hez dike û dewam dike. Wan salan di Riya Teze de dest bi xebatê dike û gelek helbestên wî û nivîsên wî di vir de çap dibin. Piştî ku enstutîyê diqedînê li Radyoya Êrîvanê dest bi karê redaktoriya stranan dike û piştre jî wek serokê beşa edebiyatê dixebite. Her çiqasî rewşa wî ya aborî û karê wî baş jî be, di nav wê atmosfera bajêr de her tim xwe wek girtiyekî hîs dike û radibe vedigere gundê xwe Pampê. Li wir bîst û pênc salan mamostetiya zimanê Kurdî dike. Lê tu carî ew tekiliya wî ya bi edebiyatê re qut nabe, ber’eksê wê her ku diçe xurttir û qewîntîr dibe, ji ber ku ew tenê li gundê xwe bextewar e.
Di sala 1961ê de berhevoka wî ya bi navê Çavkanî çap dibe ku ev pirtûk têsîreke gelekî mezin li xwîneran dike. Heta bi qasî ku Eskerê Boyîk dibêje, ew gelekî binavûdeng dibe û hemû çapên pirtûkê diqedin. Gelek xwîner helbestên wî jiber dikin û pir ji helbesta wî hez dikin. Piştî Çavkanîyê, berhevokên wî yên bi navê Gûla Elegazê (1964), Lîrîka (1967), Ûsivê Nevya (1973), Narê (1977), Hisretdefter (1984) û Dinya Delal (1987) çap dibin. Ew wergêrekî pir baş bû, ji kesên wek Pûşkîn, Goethe, Shakespeare, Lermontov wegerên gelekî hêja kirine. Di heman demê de wî pîyes û destan jî nivîsîne. Lê heger em pênaseya nasnameyekî bikin bêguman nasnameya wî helbestên wî ne.
Hunera Fêrîkê Ûsiv ji hestên kûr û xeyalbexşiyekê dizê. Helbesta wî jî wek ruhê wî romantîk û pastoral e, bi keser û xemgîn e, geh wek çemekî digujguje, geh wek perperikekî difire, geh wek peleke payîzê ji dara xwe diweşe û geh jî wek qêrîneke zarokekî ji bo welatê xwe dinale.
Ew rengên gund, hesret, keser û evîniyê dibin dengê helbesta wî. Jiyana gundewarî, di helbestên wî de bi realîstî û wek dîmeneka zindî hema bêje di hemû berhevokên wî de xwe nîşanî me dide. Ew evîndarê jiyana gund û xwezayê ye. Di helbestên wî de hesreta zaroktiya wî, xwezaya ku tê de mezin bûye, bi vegotina wî ya lîrîk û pastoral wek şaxên darekî ruhê xwendekar jî dipêçe. Bo mînak helbesta wî ya bi navê ” Pampa Min” dibe dengê ruhê wî û wek stranekî ji pênûsa wî diherike.
…Pampa min a baş,
Pampa min a kubar
Wê pal vedaye wan quntarê sar,
Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,
Dorê çiyayêd me girtine govend.
Çiyayêd me bilind, çiyayêd me kubar
Jê dixulxulin cew û kaniyê sar,
Şimalê mij tê mîna karwana
Ser çiyayê me ra diçe arana.
Esas çavkaniya helbestên Fêrîkê Ûsiv li gor min pêşî tebî’eta wî ye, paşê jî ambîyansa dîmenên zarokatî û gundê wî ye. Wî di helbestên xwe de îmajên wek evîn, xweza, xerîbî û hesret, tenêtî û extîyarî, derengmayîn, neteweperwerî, mirin, zordestî û azadiyê bi kar anîne. Ew helbestvanekî pir romantîk û dilzîz e, hema hema ji her tiştî re helbestek nivîsiye, lê di helbestên wî de mijareke din ya eşkere heye ku ew jî evîn e. Fêrîkê ku dilê wî her dem ji ber evîna jinan dişewite, carna bi coş e, carna jî ji ber bêbersiviya hestên xwe hêvîşikestî ye. Gelek caran ji bo kesek bi yara wî nehese navê wê eşkera nake, carna jî navê wê diqîre.
“Ez navê te nadim, ezîzê,
Vedişêrim wek xezîneyê, defîneyê,
Wekî kes neynê rêç û îzê,
Nedizê xezîneya evînê.
Min hez kir ji Donayê, Rayîsê,
Muhbeta Gulnazê başqe ye,
Begem kir qiseta her qîzê,
Sowbeta Gulnazê başqe ye.”
Wî rewşa Sovyetê her tim rexne kiriye û em dikarin bêjin ku ew yekem kes e ku rewş qebûl nekirîye. Xwedî hesteke xurt a netewerperweriyê ye. Di helbestên Fêrîkê Ûsiv de jî ev atmosfer cîyê xwe digre û rengekî xweş û geş dide dengê wî.
Lê dengê wî tim bi keser e, ji ber ku ew ji axa xwe ji welatê xwe dûr e û ji dûritiya welat gazinan dike.
“Qurn û dewir û sal-zeman
Heyrî bengzê te ez mam,
Kurdim, kuyî Kurdistan,
Wey dîl û bindesta min…”
“Kurd xerîbdoste,
Kurd ji mileta aqa hiz kirye,
Wekî navê wan
Bi hewas-heyran
Ser zar û dilê kurdada dijîn,
Gotye înglîs,
Romo û Receb,
Kurê xwe ezîz
Navkirye Ecem,
Navkirye Ereb,
ûris û Gêrman.
û hela çerkez,
Cahûd, Emîran..
Kurd xerîbdoste,
Her milet û merd
Ser zar û dilê kurdada dijîn,
Lê hene nemerd,
Ku naxwezin kurd
Erda jî bijîn…”
Fêrîkê Ûsiv xwedî poetîkayeke berz e. Ew ji sala 1955an heta dawiya emrê xwe, tim rêhevalê pênûsa xwe bû. Tebî’etê wî û serkeftina wî ya di wergeran de tesîr û feydeyeke mezin lê dike. Ew mijar û îmajên ku me li jor qal kirin di poetîkaya wî de cîyê xwe digirin. Ruhekî wî yê sosyalîst jî heye di helbesteka xwe de behsa Tayvanê dike. Wek hemû romantîkan wî jî her dem behsa xwe dikir û xwe cuda didît. Ji heslbestên wî hesret û nostaljî kêm nabe. Ji cureyên klasîk dûr neketiye lê rengê xwe jî dane helbestên xwe. Wî ji bo gelek kesan helbest nivîsîne û diyariyî wan kirine. Heya wî ji helbestvanên klasîk heye û hinek helbestên wî di derheqê helbestvanên klasîk de ne.
“Qernek bêtxûb hat yek kibîr kir,
Sihabê kilama te ji bîr kir
Carek ca dawşîne tûrê bîrê:
Dîharbe dewrêşê wê Cizîrê,
Feqî bê baxê te wek çem û ab,
Xanî li te bibe konê zerbab,
Culetke, vehilde tu tev û mer,
Bi av can bike sosinêd ter,
Zanibe, ewin xwe te Mem û Zîn.”
Zimanê helbestên Fêrîkê Ûsif zelal û herikbar e. Ew helbestvanê gel e. Her kes dikare ji helbestên wî fêm bike û xwe tê de bibîne. Zembîla wî ya peyvan dewlemend e û peyvên Tirkî, Rûsî û Ermenkî di helbestên wî de hene û îro ji bo zimanê Kurdî bûne gencîne.
Hêla wî ya folklorîk jî xurt e ji ber ku ew li odeyan mezin bûye; û ji ber vê yekê jî destannûsekî hoste ye. Zimanê helbestên wî muzîkal e, gelek helbestên wî hema wek stranekî diherikin û jixwe bûne stran jî. Wî hunera bêjeyî, metafor û îmaj pir bi serkeftî di
helbesta xwe de bi cî kirine û ew xwedî zimanekî fîgûratîf û mîzahî ye. Fêrîk, Pûşkîn wek hosteyekî qebûl kiriye û di sala 1987an de ji bo bajarê ku Pûşkîn lê maye bibîne derdikeve gereke demdirêj û li gelek bajaran digere. Di sala 1997an de vedigere Yêrîvanê û bi nexweşiyeke pir giran dikevê û 3yê Gulana 1997an de stêrka wî dicilmise û koça xwe ya dawî dike. Mişextî û penaberiya wî ya vê cîhanê jî temam dibe.
“Ez ku mirim, hûn meytê min çehl kin li pêşa çiya,
Bila bibin kumeytê min tûmên ket û kuncîyan.”
“Bên li ser mexberê min beçêrin berx û kar,
Berxvan bibêjin ezberên min heyran û hijmekar.”[1]

Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 405 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî | https://politikart.net/ - 26-11-2024
Verlinkte Artikel: 7
Artikel Sprache: Kurmancî
Publication date: 14-09-2023 (3 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Inhaltskategorie: Literarische
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 26-11-2024
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا کامەلا ) auf 26-11-2024
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 405 mal angesehen
QR Code
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.25 Sekunde(n)!