Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  582,467
Bilder
  123,323
PDF-Buch
  22,038
verwandte Ordner
  124,592
Video
  2,187
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
273
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen 
6
Archäologische Stätten 
1
Bibliothek 
396
Kurze Beschreibung 
1,151
Märtyrer 
20
Dokumente 
57
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Alles zusammen  
271,882
Suche nach Inhalten
Melayê Cizîrî - Mela Ehmedê Cizîrî
Gruppe: Biografie
Historische Fotos sind unser nationales Eigentum! Bitte entwerten Sie sie nicht mit Ihren Logos, Texten und Farben!
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî
Nav: Ehmed
Nasnav: Melayê Cizîrî
Navê Bav: Mohammed
Sala jidayîkbûnê: 1570
Sala koçkirinê: 1640
Cihê jidayîkbûnê: Şirnex, Cizîr
Cihê koçkirinê: Cizîr
$Jîname:$
Melayê Cizîrî an Mela Ehmedê Cizîrî (jdb. 1570, Cizîr – m. 1640, Cizîr) yek ji helbestvan û nivîskarekî mezin yên kurd e.
Melayê Cizîrî zanyarekî kurd e ku di sala 1570 an de ji dayîk bûye. Mela Ehmedê Cizîrî ji xeynî zimanê kurdî zimanê erebî û farisî dizanî û bi tenê bi zimanê kurdî xwe bi wêjeyî xwe îfade kiriye. Li bajarê Cizîrê dest bi xwendina xwe dike û ji bo perwerdeya felsefe, stêrnasî û dînîvasyonê (pêşdîtina bûyeran) li Bexda, Sûriye, Misir û Farisan berdewam kiriye. Di vê serdemê de bi Hafizê Şîrazî ku jê bi bandor dibe û di helbestên wî de dibe xwedî bandor, nas dike. Bandorên din jî Rûmî, Saadê Şîrazî û Camî bûn.
Bi hizir û ramana ji xwe re jî mezin bû. Dema xwe baş û qenc fêhm kiribû û têgihiştî bû. Tê gotin ku wî pir nivîsandiye, lê ji wan pirtûkên ku wî nivîsandine zêde nehatin dema me. Gelek hê jî winda ne. Hizra Melayê Cizirî pir mezin û pir bi kifş e. Ji ber vê yekê, pêşî em ji hizra wî dest pê bikin û behsa wî û jiyana wî bikin. Wî bi hizra xwe gelek kifşkirinên mezin dana çêkirin û ji xwe re demek da vekirin. Di sedsala 16an de, hizir bi nêzîkatiyeke bi pergal bidest pêşketinê dike. Ew jî di vê yekê de, li Kurdistanê pêşavaniyeke mezin ji gel re dike. Ji ber vê yekê, ew û hizra wî çiqas were fêhmkirin û têgihiştin, ewçend jî rastiya wî û pêşketinên ku wî bi hizra xwe pêşengitî ji wan re kiriye, wê bêne dîtin.
Meleyê Cizirî di dema xwe de bi hizra xwe temenê demekê diafirîne. Temenê hizra hemdem û nûjen bi wî re li Kurdistanê mezin tê afirandin. Ew bi hizra xwe pêşavaniya vê yekê dike. Piştî wî çend zanistvan werin, bandora wî li ser wan xuya dibe.
Di wê demê de, Li Anatoliya hinek pêşketin hene. Lê pêşketinên ku dibin jî, pêşavaniya wan herêmê Mezopotamya dike. Bi zêdeyî jî, naqabine Dijlê û Ferat, di vê pêşavaniyê mezin bidest kirinê dike. Di wê demê de, Wek Semerqendê, Bexdayê û Şamê, Cizîra Botan jî navendeke mezin e. Li hewbûneke mezin li wir dibe. Ne tenê mirovên Misilman, yên Fileh û Êzîdî jî li wir dicivin. Wê derê ji xwe re weke navendekê dibînin. Bi vê yekê re, divê mirov bêje ku Cizîre Botan, navendeke mezin e. Bi vê navenditiya xwe re di serê mirovan, di nav gel û di pêşketinan de cih û war digire. Bi vê yekê re, divê mirov navê wê bi rêz hilde û bîne ser ziman.
Melayê Cizîrî li Cizire Botan dimîn û mezin dibe. Malbata wî ji wir e. Ji derûdore wir e. Ne ji deştê lê ji torê ya. Ji ber vê yekê jî, ew zû bi pêşdikeve. Malbate wî bi ehlîtiya xwe ve jî digihe malbata mîr. Nêzîkî hevdû ne. Ya rastî ku mirov bêje, malbate wî jî bi navê heye û mezin e û mîrîtiyeke wan jî heye. Malbate wî ji ber rewş û waxtê wan xweş e, êdî ji bo xwandin û pêşketinê ji Melayê Cizirî re gelek derfet derdikevin holê. Ew wan derfetan baş bi kar tîne û xwe bi pêş dixe. Piştî ku zarokatiya xwe li malê li gunde Hasetê dibuhurîne, êdî bi pêşavaniya bavê xwe û xwedîderketina mîrê botan, tê Cizîra Botan û li wir dest bi xwebdina xwe dike. Di nav îlm (hizir) de kûr diçe û mezin dibe. Bi vê yekê re di demeke kin de bi hişmendiya xwe, derdikeve pêş di nav gelê de. Ji ber ku di xwendinê de jîr û bi fêhm e, êdî zû bi pêş dikeve.
Meleyê Cizirî, bi wê zû pêşketine xwe rê, di demeke kin de xwe digihinê asteke mezine, di zanebûnê de. Bi vê yekê re, ku ew jî digihê wê qinyatê ku di hizir de mezin bûye, êdî dike ku xwe bigihinê zanistên dema xwe û bi wan re bide û bistêne. Ji ber vê yekê ji, êdî ew bîryara xwe dide ku ji Cizîre Botan derkeve û herê herêmên din yên Kurdistanê. Di wê demê de, herêmên ku navê wan hen, Sêrt, Çemişgezeg, Amed, Xîzan, Îdir, Heskîf û hwd. Ev der, tenê derne ji wan derên ku navê wan hene. Ew jî dixweze ku xwe bigihinê wanderan.
Di mala xwe de, Meleyê Cizirî birayê mezin e. Ji ber vê yekê jî, piştî ku bavê wî diçê li ser dilovaniya xwe, êdî divêt ku ew werê dewsa wî. Lê ew vê yekê erê nakê û birayê xwe yê ku ji xwe biçûktir didêne dewsa xwe û ji wir diçê. Êdî ew tê wan herêmên Kurdistanê, yên ku navê wan hene û di wan de zanist jî hene. Piştî ku ji Cizirê Botan derdikeve, êdî tê û li gelek deverên Kurdistanê dimene û wanderên ku lê dimene, li wanderan, di nav civatên wan de dimene û diaxivê û xwe dide naskirin. Piştî ku diçê gelek deveran, êdî tê û xwe digihinê Heskîfê.
Li wir, li cem Şêx Hisên demeke dirêj li cem wî dimene. Li wir meleyê Cizirî xwe digihinê asteke mezin. Piştre ku demekê li wir dimene, êdî piştre tê Amede. Li Amedê, di wê demê de mele Taha heye. Mele Taha, bi zanebûn û alimtiye xwe mirovekî pir mezin û zane ya. Meleyê Cizirî tê cem wî û li cem wî jî weke demekê dimene. Li wir jî xwe bi pêş dixe. Pir dixwîne. Pir eşqî xwandina. Piştî ku demekê li wir dimenê, piştre, êdî ku ew di zanebûne xwe de û di îlmê xwe de hê ji mezin dibe, êdî Mele Taha qinyatê pê têne ku ew mirovekî ku alime, êdî wî dişene gundekî bi navê Sirba ku li wir seydetiyê bike û fêran bide feqiyan. Ew jî, ku Mele Taha jê re vê yekê dibêje û dixweze, êdî ew jî bi dilekî xwêş dibêje erê û piştre rê digirê û diçê wir û li wir demeke dirêj dimene û seydetiyê dikê.
Piştî ku demekê li wir dimene, êdî careke di tê Amedê û li wir hinekî di jî li civate mele Taha dimene û dirûnihê û piştre careke dî rêya xwe digirê û tê cem Şêx Hisên Heskîfê û li wir jî demekê dimene. Piştî ku demeke dimene, duvre rêya xwe digirê û tê Cizîre Botan. Piştre ku carek dî tê Cizîre Botan êdî li wir bidest seydetiyê dikê. Meleyê Cizîrî, li herême botana hema bêja hemûkî digerihê û wanderan dibînê. Bi mirovên herêmê yên zanist rê hemûnkan rê dirûnihê û li wan dihisenê û xwe li wan dide hisandin. Bi vê yekê qedr û qiymetê wî hê mezintir dibe.
Meleyê Cizîrî, piştî ku divegerihê, careke dî derdikeve geran û li herêman digerihê. Lê êdî ne weke berê derdikeve geran. Êdî ew demên xwe bêhtir li Cizîra Botan bi fêrdayina faqayên ji xwe re dibuhurêne. Di wê demê de jî dinivîsene. Biqasî ku em zanin, wî li ser gelek mijarên hizrî nivîsên mezin nivîsandina. Gelek ji wan nivîsên wî ne gihana roja ma. Lê gelek ji wan jî, yên ku gihana îro, bidev gihana. Haya dawiya umrê xwe li Cizîre Botan dimîne. Li wir, li Medresa Sor jî, demeke dirêj seydetiyê dikê. Gelek faqa jê fêran digirin. Gelek feqiyên wî jî, piştre dibine zanistvanên mezin. Piştî vêqasê, heya ku digihê dilovaniya xwe, li wir dimene. Piştî ku digihê dilovaniya xwe, wî ji wî cihê ku wî lê fêr didana feqiyan û şîret li mirovan dikirin, naveqetênin. Mezele wî li Medresa Sor tê çêkirin û ew li wir tê bicihkirin.
$Pirtûkên wî$
Dîwana Melayê Cizîrî, Dîwan 114 beş in.
Pirtûk ji aliyê nivîskar Celaleddin Yöyler ve bi navê Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî hatiye neşrkirin....[bi giştî çar cureyên helbesta kurdî hene: 1. helbesta QEHREMANÎ-NETEWÎ ku mînaka wê ya herî berceste di zimanê kurdî da Mem û Zîn e 2. helbesta AWAZÎ-STRANKÎ ku mînaka herî berçav, xezelên Cizîrî ne 3. Helbesta AMOJGARÎ-PERWERDEYÎ û 4. helbesta NIMAYIŞÎ...her yek ji van cureyên helbestan hêman û girovên xwe ne...her wiha di wêjeya kurdî da pênc rêbazên sereke hene: 1. rêbaza kevin ku pêşengê wê Ebdusemmed Babek e 2. rêbaza Êzidiyan 3. Rêbaza Botanê ku her yek ji kenkeneyên wekî Feqî, Cizîrî û Xanî bavê çiqeke vê rêbazê ne 4. rêbaza wêjeya kurdên Xorasanê ku pêşengên wê Ibni Xerîb û Ce'fer Qulî Zengî ne 4.rêbaza nû ku ji 1900 vêvetir bi destê Ebdurrehîm Rehmiyê Hekarî wek yekemîn nûxwazê kurd di qada wêjeyê da tê hisabê, dest pê bûye.
[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,347 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî | https://wikiwand.com/ 25-06-2024
verwandte Ordner: 1
Verlinkte Artikel: 12
Gruppe: Biografie
Artikel Sprache: Kurmancî
Geburtsdatum: 00-00-1570
Todesdatum: 00-00-1640 (70 Jahr)
Geschlecht: Männlich
Land der Geburt: Nord-Kurdistan
Land des Todes: Nord-Kurdistan
Lebendig?: Nein
Nation: Kurde
Ort der Geburt: Jazeera
Ort des Todes: Jazeera
Persönlichkeitstyp: Dichter
Persönlichkeitstyp: Schriftsteller
Sprachkenntnisse: Persisch
Sprachkenntnisse: Arabisch
Wohnort: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) am 25-06-2024
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا کامەلا ) auf 26-06-2024
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( ڕۆژگار کەرکووکی ) am 02-07-2024 aktualisiert
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 1,347 mal angesehen
QR Code
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.235 Sekunde(n)!