Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  585,337
Bilder
  124,191
PDF-Buch
  22,101
verwandte Ordner
  126,111
Video
  2,193
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
275
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen 
6
Archäologische Stätten 
1
Bibliothek 
397
Kurze Beschreibung 
1,158
Märtyrer 
20
Dokumente 
58
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Alles zusammen  
274,435
Suche nach Inhalten
”LÊNÊRÎNEK LI DÎROKA KURDISTANÊ”
Gruppe: Kurze Beschreibung
Jeder Winkel des Landes, von Ost nach West, von Nord nach Süd... wird zu einer Quelle der Kurdipedia!
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
DÎROKA KURDISTANÊ
DÎROKA KURDISTANÊ
=KTML_Bold=”LÊNÊRÎNEK LI DÎROKA KURDISTANÊ”=KTML_End=
#Lokman Polat#

KURDINO, DÎROKA KURDISTANÊ BIXWÎNIN!
Ji bo salvegera bîranîna rahmetî Zekî Bozarslan.
” Em bi kirin, gotin, nivîs û tevgera xwe wisan bikin ku heta li dinyayê roj hil bide, li deşt û zozanên Kurdistanê kulîng vebibin, bila gelê kurd ji bo serxwebûn û azadîya welatê xwe, ji bo dinyayeka adîl ku tirs, xof û bindestî tunebe, têkoşîna xwe bidomîne.”

Zekî Bozarslan kurdperwerekî hêja bû. Wî pirtûkeke giranbiha nivîsî û du hefte piştî weşandina pirtûkê çû ser heqîya xwe, wefat kir. Cenazê wî birin li Amedê binax kirin. Zekî Bozarslan dîroknas bû. Întresa wî li ser ziman û dîrokê bû. Hinek nivîsên wî yên derbarê pirs û pirsgirêkên ziman de, di kovara ”Nûdem” , ”Çira” ”Gulistan” û ”Mehname”yê de derketin. Wî pirtûkeke bi navê ”Lênerîneke Li Dîroka Kurdistanê ” wek du cîld pirtûk nivîsî û yekê weşand. Cälda 2 hêj jî nehatiye weşandin. Herweha wî bi navê ”Ziman û Edebiyata Kurdî” pirtûkek din nivîsîbû, ji bo weşanê amade kiribû, lê temenê wî têr nekir ku ew şiklê dawîn bide pirtûka xwe û pirtûkê biweşîne. (Çi heyf ku ev herdu pirtûkên wî a li ser ”Ziman û Edebiyata Kurdî” û ”Lênerîneke Li Dîroka Kurdistanê – Cîld – 2.” hêj jî nehatine weşandin. Divê herdu pirtûkên wî û hemû nivîsên wî ên ku di kovara ”Nûdem” , ”Çira” ”Gulistan” û ”Mehname”yê de derketine û nivîsên wî ên ku di kompîtura wî de mane, nehatine weşandin hemû were civandin û di pirtûkek de bê weşandinê. Di vê hêlê de jî wezîfe dikeve ser milê Sidik Bozaslan. Divê ew wan nivîsên Zekî Bozaslan ji bo weşandinê amade bike, bicîvîne ser hev û weke pirtûk biweşîne.)
Zekî Bozarslan ji navça Licê, ji gundê Akro bû. Ew hêj xortekî hêjdeh salî bû ji bo doza kurd û Kurdistanê kete hepis û zindanan. Ew endamê komela DDKO’yê bû û di sala 1971ê de hate girtin. Piştê hatina cunta faşîst ya leşkerî, di sala 1980yî de hêzên dewletê lê geriyan ku wî bigrin, ew ji bo ku neyê girtin, ji welat derket û hate li Swêdê bi cih û war bû. Wî li Stockholmê mamostetiya dersa zimanê kurdî dikir û zarokên kurd bi kurdî fêrê xwendin û nivîsîna kurdî dikir. Ew digel mamostetî û nivîskariya xwe, xwendevanekî baş ê kovar û berhemên kurdî bû. Çi pirtûk û kovarên kurdî derketana, wî dikiriya û dixwend. Wî herweha kovarên kurdî yên elektronîk ku di înternetê de diweşin jî teqîb dikir, dixwend. Ji xwe nivîseke wî di kovara ”Mehname”yê de derketibû. Dema ku me hev didîtin, me li ser naveroka kovara ”Mehname”yê û kovarên kurdî yên elektronîk sohbet dikir.
Zekî Bozarslan di salên heftêyî de bi aktîfî di nav tevgera kurd de cih girt. Wî ji bo azadiya gel û rizgariya welat gelek kar û xebatên hêja yên siyasî pêk anî. Ew kurdekî welatperwer û sosyalîst bû. Wî di wan salan de bi şêweyeke rêxistinî di nav gel de xebat kir û ji bo hişyarbûna gel û têkoşîna bi rêxistinî xizmetên hêja kir e. Ew wê demê endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bû û wî bi xwe gelek însan bi rêxistinî kir. Ji bo belavkirina kovara ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ew diçû gelek deweran, li navçe û gundan digeriyan. Ji gundiyan re, ji gel re doza netewa kurd behs dikir.
Zekî Bozarslan bi navê ”Lênerîneke Li Dîroka Kurdistanê ” du cîld pirtûk nivîsî û yekê weşand. Wî li ser damezrandina partî û rêxistinên kurdan jî xebateke lêkolînî pêk anîbû û damezrandina partî û rêxistinên kurdan weke pirtûk amade kiribû. Wî van lêkolînên xwe û xebatên xwe yên derbarê ziman û edebiyata kurdî de nivco hêşt û zû ji vê dinê koç kir. Dema mirov li emrê –temenê- wî û li kar û xebatên wî dinêre, bi rastî jî wî pir zû koç kir. Ez hêvîdarim ku pirtûkên wî yên neçapkirî ji bo çapê bêne amadekirin û weke pirtûk bêne çapkirin û bikevin destê xwendevanên kurd.
Zekî Bozarslan pirtûka xwe îmze kiribû û weke diyarî dabû min. Wî weha nivîsiye :
”Ji hevalê min ê hêja Lokman Polat re.
Em bi kirin, gotin, nivîs û tevgera xwe wisan bikin ku heta li dinyayê roj hil bide, li deşt û zozanên Kurdistanê kulîng vebibin, bila gelê kurd ji bo serxwebûn û azadîya welatê xwe, ji bo dinyayeka adîl ku tirs, xof û bindestî tunebe, têkoşîna xwe bidomîne.
Bi silavên germ.
Zekî Bozarslan
10-04-2004 Stockholm ”
Ez ê li jêr pirtûka wî ya çapkirî bi xwendevanên kurd bidim danasîn.

”LÊNÊRÎNEK LI DÎROKA KURDISTANÊ”
Di nav weşanên ”Doz”ê de –li Stenbolê- pirtûka Zekî Bozarslan ya bi navê ”Lênêrînek Li Dîroka Kurdistanê” derket. Pirtûk 628 rûpel e û cîlda yekem e. Li ser dîroka Kurdistanê bi tirkî hinek pirtûk derketine, lê bi kurdî ev cara yekem e ku ji alî dîroknasekî kurd yê ji Kurdistana bakur, pirtûkeke weha berfireh li ser dîroka Kurdistanê bi kurdî derdikeve. Ev pirtûk pirtûka dîroka Kurdistanê ye û bi kedeke giranbiha, bi xebata çend salan hatiye amadekirin. Di pirtûkê de sed û yanzdeh çavkanîyên dîrokî hene ku heta niha haya gelek kesan ji wan çavkanîyan tunebûye. Ji xwe piraniya çavkanîyan bi swêdî ne û haya lêkolînvanên kurd yên li welêt û haya xwendevanên kurd yên dîrokhez ji wan agahdariyan tunebû. Ji xwe yê ku bi swêdî nizane qet ji van çavkaniyan hayidar nabe.
Zekî Bozarslan di pirtûka xwe ya li ser dîrokê de bi berfirehî li bûyerên dîrokî dinêre û wan şîrove dike. Wî ji dema beriya zayina Îsa Mesih, anku ji dema Sumerîyan dest pê kiriye û hatiye hetanî dema salên 1940î. Ev hêj cîlda yekem a pirtûkê ye. Cîlda duyem jî ji sala 1940î dest pê dike û tê hetanî dema niha.
Di pirtûka Zekî Bozarslan de kurd neteweyeke qedîm, serbilind, arîstokrat û xanedan têne nîşandan û nivîskar gelek qîmet û rûmet dide berxwedan û têkoşîna kurdan ya hezar salan. Ew dide diyarkirin ku; dijminên kurdan, dagirker bi tu hawayî bi qasê kurdan tunin. Di hêla çand, ziman û edebiyatê de tirk qels in û di dîrokê de jî ew leşkerên bi peran bûne, talanker bûne. Ji xwe ordiya serdarê kurd Selhadînê Eyûbî bi piranî ji tirkmenên ku bi peran leşkerî dikirin hatibû pêk anîn. Lê, wan leşkerên ku ji bo peran leşkerî dikirin, bêbext derketin. Ji bo dewleta Eyûbiyan bê xirab kirin çi bêbextî ji destê wan hate, kirin.
Nivîskarê pirtûkê Zekî Bozarslan di pêşgotina pirtûkê de serbilindîya netewa kurd weha tîne ziman : ”Kurd li rojhilata navîn yek ji wan gelên herî kevn in. Kurdan di pêvajoya dîrokê de dewlet damezrandine, gelek kele, qesr û qonax ava kirine, li herêma xwe ji bo pêşketina civakî hewl daye…. Ew neteweyên ku îro li ser erdên kurdan desthilatdar in, hemû bi derfetên me dijîn, hemûyan bi serê hespên me digirtin, hemû di ber destên me de derbas bûne, bi nan û ava me xwedî bûne. Dema ew hatin welatê me, ew ne xwedî ziman, çand û dîrok bûn, ew di artêşên ereb û farisan de leşkerên bi pere bûn.”
Di nivîseke kurtedanasîna pirtûkê de ne mimkûne ku ez bikaribim behsa hemû mijarên naveroka pirtûkê bikim. Ez ê navê sernivîsên beşên pirtûkê pêşkêş bikim û hinek li ser nirxandina nivîskar ya di derbarê serîhildana Şêx Seîdê nemir de bisekinim.
Sernivîsên beşên pirtûkê ev in : Di berbanga dîrokê de sumerî, li Asya biçûk dewleta Hîtîtê, Gotî, Kasîtî, Horî/dewleta Mîtanî, Med, Kardûk, Makedonyayî Kurdistanê dagir dikin, li Kurdistanê dagirkerîya Romayiyan, li Kurdistanê desthilatiya Partan, li Kurdistanê desthilatiya Sasaniyan, Ereb Kurdistanê dagir dikin, li rojhilatê Kurdistanê dewleta Deylem, li rojavayê Kurdistanê dewleta Hemdanî, li Misirê dewleta Fatîmî û desthilatîya Selhadînê Eyûbî, di pey xirabûna împaratorîya ereb de dewletên kurd, dewleta Şadadî, dewleta Hesenweyh, dewleta Lor, dewleta Merwanî, dewleta Eyûbî, li Kurdistanê desthilatiya Akkoyunlu û Sefewîyan, di pey şerê Çaldiranê de rewşa mîrekîyên kurd, Edebiyata kurdî ya klasîk, rewşa mîrekîyên kurd ya dawî, di sedsala 19-yê de rewşa mîrekîyên kurd, mîrekîya Baban, mîrekîya Amedê, mîrekîya Rewandûzê, mîrekîya Botan, şerê Bedirxan beg û dewleta Osmanî, serhildana Şêx Ubeydullah, xebatên bîrewirên kurd ên sîyasî û çandî, serhildana Qoçgiriyê, damezrandina komara Tirkiyê û şerê Şêx Seîd, şerê pişêrî, Xerzan û Mûtikê, şerê Pêçarê, şerê Licê yê sala 1927-ê, berxwedana çîyayê Agrîyê, şerê gêlîyê Zîlan, li herêma Dêrsimê êrişên dewleta tirk, di sedsala 20-ê de li başurê Kurdistanê rewşa kurdan, li başur serhildanên kurdan û sîyaseta Amerîka û Sovyetê, ji sala 1975-ê û vê de li başurê Kurdistanê rewşa kurdan, di pey bûyerên Amerîkayê yê 11-ê Îlona sala 2001-ê de li başurê Kurdistanê rewşa kurdan, di sedsala 20-ê de li rojhilatê Kurdistanê rewşa kurdan, di pey hilweşîna rejima şah de li Îranê şerê kurdan û desthilatîya Xumeynî, di sedsala 20-ê de li başurê biçuk rewşa kurdan, çend gotinên dawî li ser şerê Amerîka û Iraqê.
Nivîskar bi berfirehî li ser serîhildana Şêx Seîdê nemir sekiniye û di derbarê serhildanê de şîroveyeke gelek baş, hêja û giranbiha kiriye. Ne tenê Kemalîst, niha kurdên ku pesnê Kemalîzmê didin ji bo serhildana Şêx Seîdê nemir gelek gotinên tewş, bêbingeh dikin. Kemalîst û kurdên kemalîst dixwazin serhildanê bi Îngilîzan ve bidin girêdan û weke tevgereke paşverû bidin nîşandan. Lê, dîrok kîngê be jî rastiyan derdixe holê û direwçînan şermezar dike. Di rastiyê de tu têkiliya serhildana Şêx Seîdê nemir bi Îngilîzan re tunebûye. Piştî mirina Mustafa Kemal, Îsmet Înunu bu serokkomarê Tirkiyê û beriya mirina xwe wî bîranînên xwe nivîsî û qebûl kir ku; tu têkiliya Şêx Seîd bi Îngilîzan re tunebûye. Lêkolînvanê tirk zilamê ergenekonê, ajanê genel kurmayê Yalçîn Kuçuk jî dibêje ”ez çûm li Londonê salek mam, min tevahiya belgeyên Îngilîzan kontrol kir, min tu girêdaneke di nav Şêx Seîd û Îngilîzan de nedît.”
Serîhildana Şêx Seîdê nemir cihê xwe yê bi qîmet û bi rûmet di nav dîroka Kurdistanê de girtiye. Şêx Saîdê nemir li pêşberê dadgeha dagirker poşmaniya xwe nîşan neda, xwe li pêşberê dadgeha dijmin netewand, bi serbilindî ber bi sêdarê ve çû, rûmeta xwe parast û hate darve kirin.
Nivîskarê pirtûkê Zekî Bozarslan bi berfirehî behsa serhildanê dike û mêrxasiya serhildêran pêşkêşê xwendevanan dike. Ew mînakek ji Dr. Fuad dide ku, gelek balkêş e û divê her kurd bi wan bûyerên dîrokî bizanibin. Nivîskar dibêje : ”Dixtor li gora daxwaziya bavê Dr. Fuad raporekê dinivîse dide wî. Dixtor di rapora xwe de dinivîse ku ”Dr. Fuad di hêla pisokolojîk de ne rihet e. Ji ber wê yekê jî mehkemekirin û cezakirina wî ne rast e.” Bavê Dr. Fuad raporê tîne dide serokê dadgeha Îstiqlalê, ew raporê dide ’Elî Saîb.’ Elî Saîb raporê di dadgehê de dixwîne. Dr. Fuad li dijê wê raporê derdikeve; ew ji Elî Saîb re weha dibêje : ”Dadger beg, eger tu jî dewlemend bûya, yek kurekî te tenê hebûya û di bin mercên pir giran de, di dadgehên leşkerî de bihatana mehkemekirin, ji bo xilasiya kurê xwe tu jî dê çûbûya cem dixtorekî, te yê jî ji kurê xwe re raporeka wiha bianiya! Ez bavê xwe fêm dikim. Lê bila ew min bibexşîne, ez tiştekî wiha napejirînim. Ez mirovekî xwedî hiş im, hişê min li serê min e, ez bi zanatî beşdarî van kar û barên sîyasî bûme. ”
Nivîskar lênêrîna xwe ya di derbarê başurê Kurdistanê de jî tîne zimên. Ew bi hestekî welatperwerî piştgiriya gelê kurd û tevgerên sîyasî û rêxistinî yên başur dike. Herweha ew li sîyaseta Apoyiyan ya şaş jî rexne digre ku ev siyaseta wan rûn li nanê dewleta dagirker a tirk dike. Dewleta tirk herdem xwestine ku hêzên çekdar yên Apoyî li hemberê hêzên başurên Kurdistanê bi kar bînin. Lewre jî dewleta tirk ji bo PKK û PDKê bera hevûdu bide di nav leyistikan û hewldanan de ye. Lê, helwesta kurdayetî ya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nahêle ku şer pêk bê.
Pirtûka Zekî Bozarslan di hêla zanîna dîrokî û şîrovekirina bûyerên dîrokî de pirtûkeke hêjaye, çavkaniyeke giranbiha ye ku divê hemû xwendevanên welatparêz yên kurd bixwînin.
Bi vê kurtenivîsa xwe ez kurdperwer û dîroknasê hêja Zekî Bozarslan bi bîr tînim. Ev dê di dilê kurdperweran de her dem bijî.
[1]

Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 3,916 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî | https://portal.netewe.com/ - 05-04-2023
Verlinkte Artikel: 56
Artikel Sprache: Kurmancî
Publication date: 20-10-2022 (4 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Inhaltskategorie: Geschichte
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 05-04-2023
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( زریان سەرچناری ) auf 07-04-2023
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( ئاراس حسۆ ) am 06-04-2023 aktualisiert
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 3,916 mal angesehen
QR Code
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.703 Sekunde(n)!