$Kurtejiyana Çalakvanê Kurd Heyder Mehmûd$
Çalakvanê Kurd Heyder Mehmûd ku bi xwe eslê xwe ji gundê #Qeremux# ya ser girêdayî #Kobanî#ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 02.08.1996'an de li bajarê Şama sûriyayê ji dayîk bûye. Ew bi xwe di çavên xwe de astengdar e û gelek kêm dibîne, û bi rêjeya 5% di çavê xwe yê çepê de dibîne. Ew xwendina xwe seretayî di dibistana şehîd Rafi El-Şinwan li gundewarên Şamê derbas dike, û xwendina navîn di peymangeha perwerdehiyê ya taybet de bi dawî dike ku taybet girêdayî astengdaran e. Û di dîroka 20.11.2015'an de vedigere Kobaniyê bi armanca avakirina projeyên bîrdozî û perwerdehiyê bi taybet girêdayî mirovên astengar ên herêma Firatê û li ser vê armancê meşiya. Ji ber hezkirina xwe ya ji zimanê dayîkê re xwe fêrî zimanê kurdî kir û li ser berhemeke bi navnîşana ''Destpêkêk di zanista kombîtûrê de'' ya bi zimanê kurdî (Kurmancî) xebitî û di avakirina wê ede bi ser ket.
Her wiha ew mijûlî zanista dînî û xweavakirina mirovî ye. Her wiha wî bi hezaran gotinên pêşiyan ên bav û kalan berhev kiriye pê ve girêdayî gotinên fîlozof û zanyar werdigerîne zimanê kurdî. Ew bi pileya herî baş beşê kompîturê de li peymangeha Ş.Zozan e der diçe û tê de bi qasî salekê xwend.
Wî gelek zehmetî ji ber kêmbûna çavên xwe kişand û ruxmî wê yekê li beranber armancên xwe berxwe da. Her wî di biçûkaniyê de rastî gotegotên nexweş hat, lê wî ev tişt derbas kir û bi berhemên herî hêja kesayetiya xwe nîşan da.
Ew a niha bi projeyeke wiha ji mirovên astengdar dixebite da ku ew kes jî di nava civakê de bi kar bibin û bixebitin. Li gorî wî wê yekê bihêle civak ber bi pêşveêûnê ve biçe. her gotin û slogana wî ya sereke ev ''Tu mirovê/a astengdar di civakek taybet de tune ne.[1]
Aras Hiso
Jêder: Hevpeyvîna bi Mehmûd Heyder re
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 942 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!