Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  586,234
Bilder
  124,424
PDF-Buch
  22,121
verwandte Ordner
  126,540
Video
  2,193
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
276
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen 
6
Archäologische Stätten 
2
Bibliothek 
400
Kurze Beschreibung 
1,159
Märtyrer 
20
Dokumente 
58
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Alles zusammen  
274,973
Suche nach Inhalten
Romana Helîm Yusiv a Wehşê Di Hundirê Min De Deng Li Kurdan Nake
Gruppe: Kurze Beschreibung
Dank Kurdipedia wissen Sie, was an jedem Tag unseres Kalenders passiert ist!
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Wehşê di hundirê min de
Wehşê di hundirê min de
Welat Ramînazad
Romana #Helîm Yusiv# a #Wehşê Di Hundirê Min De# Deng Li Kurdan Nake

Dema ku dost an jî hevalekî/e min kitêbekê dîyarî min dike demildest dixwazim vê kitêbê bixwînim. Hevaleke min a jidil romana dawî ya Helîm Yûsiv di rojeke dawîya meha Gulanê de li Mêrdînê dîyarî min kir. Ev roman, Wehşê Di Hundirê Min De ye, di sala 2018an de ji weşanxaneya Peywendê derketîye û ji 144 rûpelan pêk tê.
Mekanê romanê Sûrîye ye, dema wê rasterast nehatîye dîyarkirin lê em ji bûyeran derdixin ku dema romanê ji sala 1971an dest pê dike heta sala 2016-2017an berdewam dike. Teqrîbî dîroka çil salên dawî yên dewleta Sûrîyeyê ji romanê re bûye mijar. Li Sûrîyeyê sîstema dîktatoryal di sala 1971an de bi derbeya Hafiz Esed dest pê dike, di sala 2000an de li dû mirina wî kure wî Beşar Esed cîyê wî digire, heta şerê naxweyîyê Sûrîyeyê ku di sala 2010an de derket, berdewam dike, heta îro jî Sûrîye bûye qada şerê.
Nîvîskar rasterast wehşîtiya sîstema welatekî dîktatoryal ji xwe re kiriye problem. Di welatekî dîktatoryal de psîkolojî, têkîlîya takekesan û jîyana civakî çawa ye? Di vê romanê de nivîskar xwestiye bersivên van pirsan bide. Roman xwe li ser welatekî antîdemokrat, totalîter û dîktator ava kiriye. Welatê ku ji roman re bûye mekan ne welatekî dîktatoryal bûya ev roman jî nedihat nivîsandin.
Tirs puxteya sîstema dîktatoryal e, civak û takekesên ku di vê sîstemê de dijîn bi tirsê tên rarê xistin. Di vê sîstemê de tirs ne tişteke takekesî an jî girseyî ye, tirs sosyalîze dibe; di her derê civakê de tirsa sîstemê heye. Sîstem dixwaze tirs her tim zindî be. Ji ber wê di romanê de temaya sereke tirs e. Roman jî bi vegêrranê tirsê wekî panoramaya bîranîn û bibîrxistinên çil salên dawî yên Sûrîyeyê pêk tê. Tiştên wehşî tirsê tematîze dikin. Em dikarin bi vî rengî jî bibêjîn; dîktatorek, polîsek, bavek, mamosteyek, mêrek, patronek, kujerek di hundirê takekesan de ye.
Lê di romana Helîm Yusivî de tirsa sereke; tirsa sîstema serokê dîktator e. Roman bi zayîna leheng Salar dest pê dike. Jidayikbûna wî gelek bi zehmet dibe; di malê de zayîn pêk nayê, bavê wî bi erebeyekê diya Salarî dibe nexweşxaneyê û di rê de gava li ber peykera “serokê nemir” derbas dibin Salar çavên xwe li dinyayê vedike. Peykera serokî heta ku tê hilweşandin ji bo Salar dibe sedema tirsê.
Tirs di her derê welatê dîktatoryal de ye lê di romanê de bi tenê bi rêya peykerê serokî, xewnên lehengan û di çend cîyên din de tirs tê nîşandan. Di romanê de hem di dema zaroktîya hem jî dema xortanîya Salar de tirs di heman rêjeyê de ye, naguhere. Tirs bi rêjeyeke bilind, şêwazeke cîyawaz nayê nîşandan û hîskirin. Ji ber wê vegêrrana tirsê pir qels maye. Alîyê din jî bersiva pirsa, herkes çima ditirse nehatiye vekolîn. Anatomîya, rêzimana tirsê nehatîye derxistin, bi tenê nimandin û vegotina tirsê heye.
Em dikarin bibêjin ku di romanê de perspektîfa qederparêzî û mutlaqiyetparêzî heye. Ev hevok, “Xwedê bi xwe ku navê wî Xwede ye, nikare rewşa vî welatî biguherîne” nîşanî me dide ku bawerî û hêvîya nîvîskar tune ye ku qeder û realîteya welêt biguhure. Lewma di romanê de ji bo rizgarbûna ji tirsê ti çareserî û perspektîfek nehatiye pêşniyazkirin.
Yek ji armanca sereke ya edebîyata lehengan ew e ku realîteya jîyan, civak û takekesan bide famkirin. Lê di vê romanê de nîvîskar rewşa realîteya bajarê xwe, welatê xwe qet nade famkirin, ji bilî vê yekê wan didarizîne; zem û reş dike, bi perspektîfa xwesergîrî û em dikarin bibêjin bi self-oryantalîzm nêzî metna xwe dibe.
Berî ku ez dest bi romanê bikim, hêviya min ew bû ku wekî kurdekî takekes ez xwe tê de bibînim. Jixwe di her xwendinê de xwesteka bingehîn a xwînerî/ê xweditîn e. Lê di romanê de wekî ferdekî kurd min xwe kêm caran dît. Ev roman her çi qas zimanê wê bi kurdîya kurmancî û navên lehengan bi kurdî be jî bi tenê wek hemwelatiyên Sûrîyeyê dikare deng li kurdên Rojavayê bike, ji bîlî wê roman deng li kurdan nake, ji bo kurdan nehatiye nivîsîn. Roman deng li du tiştan dike: yek li ereban û du li welatên ku bi dîktatoriyê tên birêvebirin. Jixwe dema roman tê xwendin welatên wek Koreya Bakurî tê bîra xwînerî.
Ji ber çi deng li kurdan nake? Tirsa kurdan ji bindestiya wan tê. Di kurdan de tirsa serokekî dîktator tune ye, ji ber ku welatê wan hatîye dagirkirin, tirsa dagirkeran heye. Nîvîskar rastiya bindestiya netewe û dagirîya welatê xwe ji xwe re nekiriye mijar. Bi tenê di cihekî de peyva kurdî derbas dibe, ji bilî wê di tu cihan de peyvên wek kurd, kurdî û Kurdistan derbas nabin. Bajarên ku di romanê de derbas dibin bê nav in. Xwîner nizane qala kîjan bajarî tê kirin: bajarê kurdan an jî yê ereban. Navlênekirina bajaran, romanê dike bê nasname. Dîyardeya navlênekirina bajaran di romanên Firat Cewerî, Bextîyar Elî, Mehmed Uzunî de jî heye. Helîm Yusiv jî bi vê berhema xwe li wan kesan zêde dibe. Gelo çima nivîskar di romanên xwe de navên bajarên Kurdistanê diyar nakin? Ma qey ji bajarên xwe fedî dikin? Dema ku nav li bajaran neyê kirin berhemên wan zêdetir dibin gerdûnî? Di hejmara yekem Kovara Wêje û Rexneyê de Fexriya Adsay der barê navlênekirina bajarên ku di romanên Firat Cewerî de derbas dibin, gotarek têr û tije nivîsîye. Fexriya Adsay sedema navlêkirinê bi van hevokan behs dike: “Bîrewerîyek ku ji dûr ve bi çavekî derve li civaka xwe û welatê xwe dinêre, xwe weke xwediyê welatê xwe nabîne ku navekî lê bike, lê navê welatên din bi serbilindî bi lêv dike, lê dîsa jî qala rizgarkirina, rizgarbûn û azadîyê dike.” Nivîskar di binhişê xwe de qebûl nake ku bindest e, dixwaze wek nivîskarên serdestan tev bigere. Di dinyayê de her bûnewer bi navê xwe tên nasîn, bi vî awayî ontolojîya wan saz dibe. Heqîqeteke ku navê wê tune ye hebûna wê çawa çêbe?
Di hejmara çarem a Kovara Kundê de Arafat Uygur nivîsek li ser romana Wehşê Di Hundirê Min De nivîsîye. Uygur cureya romanê wek dîstopîk kategorîze dike. Di edebîyata kurdî de ji hêla kategorîzekirinên romanan ve gelek gengeşî çêdibin. Bi min mesele ne cureyên romana kurdî ye anku bi kurdî kîjan cure roman hene an jî tune ne. Mesele ew e ku cureyên romana kurdî, di qada xwe de çi zêde kirine? Divê em hêza xwe ji kategorîzekirina romana kurdî zêdetir bidin vê yekê û di çarçoveya vê pirsê de li cureyên romana kurdî binêrin.
Gelo peresana nivîskarekî/ê çawa ye? Romana dawî ya nivîskarê divê ji yên berê baştir nebe? Geşedana nîvîskarekî/ê bi her romanekê her zêdê dibe an jî paşve diçe? Li gorî fehma min ku ez li gel vê yekê me, ez dibêjim qey kitêba dawî li gorî yên berî pêşketîtir û baştir e lê belê Wehşê Di Hundirê Min De nîşanî min da ku têgihîna min xelet e. Mirî Ranazin, Tirsa bê Diran, Memê bê Zîn, Gava ku Masî Tî Dibin, Auslander Beg, 99 Morîkên Belavbûyî; min berê ev berhem giş xwendibûn. Dema ku romana dawî ya Helim Yusivî bi berhemên wî yên berî didim ber hev; ez dikarim bibêjim ku dubarekirin jixwe heye û paşveçûyîn heye. Lê ji bo vê tesbîtê nivîseke din û xwendineke berfirehtir pêwîst e.
[1]

Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 2,420 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Verlinkte Artikel: 12
Artikel Sprache: Kurmancî
Publication date: 01-02-2020 (6 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Roman
Inhaltskategorie: Literarische Kritik
Mehr als einmal veröffentlicht: Ja
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 02-02-2023
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا کامەلا ) auf 03-02-2023
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا کامەلا ) am 02-02-2023 aktualisiert
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 2,420 mal angesehen
QR Code
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 1.219 Sekunde(n)!