Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê berdewam navçeyên cuda yên #Rojavayê Kurdistanê# û bakurê Sûriyê topbaran dike. Di çarçoveya van êrîşan de, grûpên çekdar ên Opozîsyona Sûrî ên ser bi Tirkiyê ve, xwe ji bo êrîşa bejayî li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê amade dikin.
Artêşa Tirkiyê di topbarankirina navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de, berdewam e û li ser van #êrîşên Tirkiyê# Parlamenterê Sûrî yê Kurd û Serkirdeyê Partiya Komunîst a Sûriyê Dr. Ebdulrehman Xelîl, ji Rûdawê re got ew wek parlametnoya Sûriyê êrîşên Tirkiyê şermezar dikin û daxwaza sizadana Tirkiyê dikin.
Parlementerê Sûrî ji Partiya Komunîst a Sûriyê Ebddulrehman Xelîl got: “Ez van êrişên Tirkiyê şermezar dikim. Tirkiye dijminê welatê me û miletê meye. Tirkiye dixwaze welatê me dagir bik.”
Di çarçoveya van êrîşan de, grûpên çekdar ên opozisyona Sûrî yên ser bi Tirkiyê, xwe ji bo êrîşa bejayî li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê amade dikin.
Fermandar di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de Mihemed Yûsif got: “Me amadekariyên xwe ji bo Operasyona Pencê Şûr biserî kirine û em bi hemû hêzên xwe yên bejayî amade ne, ji bo çi êrîşekê li rojava yan rojhilatê Ferat.”
Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser, li dergehê sînorî yê #Qamişlo# – Nisêbînê, Artêşa Tirkiyê hêzên Artêşa Sûriyê gulebaran kirin, di encam de serbazekî Sûrî birîndar bû. Hevdem, Gundê Til Zîwan ê Rojhilatê Qamişlo hate topbarankirin. Li Tirbespiyê jî, Artêşa Tirkiyê bi dronekê zeviyeke petrolê û gundê Girdehol yê başûrê wê nahiyeyê bombebaran kirin.
Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê jî, roja Sêşemê di twîttekê de nivîsiye: “Hevpeymaniya Navdewletî hana kêmkirina girjiyan li Sûriyê dide. Ev êrîş selametiya welatyian û wê aramiya ku bi zehmetî li vê navçeyê atiye bidestxistin, dixe metirsiyê.”[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 3,108 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!