Hewlêr (Rûdaw) - 12 baroyên #Bakurê Kurdistanê# derbarê #êrîşên Tirkiyê# de bo ser #Rojavayê Kurdistanê# dibêjin: “Tiştê îro pêwîstiya me pê heye, ne bombebarankirina herêmên ku piranî Kurd lê dijîn, aşitiya bi her aliyê civakê re ye.”
Baroyên Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Agirî, Êlih, Çewlig, Dêrsîm, Colemêrg, Mûş û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê derbarê êrîşên esmanî yên Tirkiyê de bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Daxuyaniya baroyan wiha ye:
“Eger operasyonên leşkerî berdewam bin, bêguman dê hejmara kesên canê xwe ji dest bidin, zêdetir bibe. Qadên operasyonên esmanî lê tên kirin, ew qad in ku piştî şerê navxweyî yê sala 2011an ê Sûriyê ji DAIŞê hatine paqijkirin û bi piranî Kurd lê dijîn. Me wek welat ezmûnên êşên mezin dîtine ku şer, lihevxistin û tundûtûjî pirsgirêkan çareser nake û berovajî kûrtir dike.
Tişta îro pêwîstiya me pê heye, ne bombebarankirina herêmên ku piranî Kurd lê dijîn, lê aştiya bi her aliyê civakê re ye. Ji bo herkesî tiştê pêwîst ew e; Tirkiye bi gelên cîran re pêwendiyê xwe di nav aştiyê de berdewam bike. Mafê kes, kom û gelan e, ku di nav aştiyeke daîmî, berdewam û dadmend de bijîn. Parastin û dabînkirina vî mafî berpirsiyariya dewletê ye.”
Doh 20ê Mijdarê, firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê çendîn navçe li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin armanc, di encam de li Rojavayê Kurdistanê 29 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 3,576 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!