Li #Dêrik#ê dema ku şevê din cara destpêkê balafirên dagirkeran bombebaran pêk anî, welatî çûn cihê êrîşê û daxuyanî dan çapameniyê. Lê piştre balafiran welatiyên ku daxuyanî dan, kirin hedef. Li pey êrîşê dîmenên daxuyaniya welatiyan man.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker şevê din herêmên #Kobanê#, #Şehba#, #Girê Spî#, #Zirgan# û Dêrikê bombebaran kirin. Di êrîşa li Dêrîkê de li gundê Teqil Betil wesayitek hat hedefgirtin. Di vê êrîşê de 2 kes şehîd bûn. Hat diyarkirin ku yek ji kesên şehîd bûne, welatiyê bi navê Xeyrî yê ji Mexmûrê ku nobedariya santrala ceyranê dikir e.
Piştî êrîşê komek welatiyan çûn cihê bombebaranê û daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cihê hatiye bombebaran kirin santrala ceyranê ye, her wiha bombebaran li nêzî cihê hêzên Amerikiyan pêk hatiye, lê ev hêz bêdeng mane, lewma dibin hevparên êrîşan.
Piştî daxuyaniyê, hîn welatî belav nebibûn, balafirên dagirkeriya Tirk careke din ew kirin hedef. Di êrîşê peyamnêrê ajansa me İsam Ebdullah jî di nav de 9 kes şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn.
Di dîmenên ku piştî êrîşa yekemîn hatine kişandin de, daxuyaniya welatiyan tê xuyakirin û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Di dîmena ku piştî daxuyaniyê hatiye kişandin de jî, encama bombebarana dagirkeran tê dîtin. Ji kesên ku tevlî daxuyaniyê bibûn, şehîd û birîndar çêbûn, lê nasnameyên wan hîn nehatine zelalkirin.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,969 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!