Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke Kanadayî plan dike ku li bajarê #Efrîn#ê yê #Rojavayê Kurdistanê# yan jî li bajarê Babê gundekî ji bo Erebên hawirde ava bike.
Gundê ku ji aliyê Rêxistina Karûbarên Mirovî ya Navdewletî (HCI) ve bi qasî 1,7 mîlyon dolarên Amerîkî tê çêkirin, dê 500 xanî, nexweşxane û dibistan, hejmarek park û yarîgeheke futbolê tê de hebin.
Hilbijartina Efrînê weke cihê çaverêkirî ji bo avakirina wî gundî di demekê de ye ku Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê bi guhertina demografiya bajarê Kurdî û bicihkirina Ereb hawirde têne tawanbarkirin.
Li gor daxuyaniya rêxistina xêrxwaziyê ya Kanadayî, 3 hezar û 500 kes dê ji malên wî gundî sûdê werbigirin ku her yek ji du ode, metbex, serşok, û odeyeke rûniştinê pêk tê.
Rêxistina Kanadayî got, “Gund dê malbatên Sûrî yên bêwar bi hestek nû ya aramî, rûmet û cîhek ku jê re dibêjin mal peyda bike.”
Li gorî rêxistinê, dibistana gund wê 1000 xwendekaran werbigire û wê ji 16 polên xwandinê, 6 serşok, odeyên rêveberiyê, sîstema dabînkirina enerjiya rojê pêk bê.
Rêxistinê got ku proje dê 12 heta 16 mehan biqede. Armanca wan ew e ku di vê mehê de 35 xaniyan ava bikin.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 2,018 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!