Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan li #Rojavayê Kurdistanê# Şêxmûs Ehmed got gefeke cidî li ser xelkê Kampa Holê heye, ji ber ku #DAIŞ# her kesî dikuje ku her cara ku Tirkiye tehdîd dike, DAIŞî kiryarên terorkirinê li nav kampê bêhtir dikin.
Şêxmûs Ehmed ji dewletan xwest ku welatiyên xwe ji nav Kampa Holê vegerînin cem xwe.
Şêxmûs Ehmed her wiha ji Civaka Navdewletî daxwaz kir, bi #Rêveberiya Xweser# re alîkar bin, ji bo ku çareseriyekê ji bo Kampa Holê bibînin û rê nedin ku DAIŞ ji nû ve zindî bibe.
Roja Sêşemê 15ê Mijdara 2022an, hêzên asayîşê li nav Kampa Holê cenazeyên du keçên zarok ên Misrî yên 11 û 15 salî, kuştî dîtibûn û birayê wan jî winda bûye.
Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan li Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed anî ziman, “Her dema ku Tirkiye gefan li navçeyê bike, yan derbasî hin navçeyên din bibe, êdî ev rêxistin bi kiryarên terorkirinê li nav kampê radibe, hevdem peyaman ji Civaka Navdewletî re dişîne ku ew ê berdewam be û her ew ê bimîne û kar li ser nû-rêkxistina rêzên xwe bike, herwiha dibe komkujiyên bêhtir di derheqê gel û nişteciyên navçeyê de, encam bide.”
Şêxmûs Ehmed bang li civaka navdewletî kir û got, “Em bangewaziya xwe digihînin Civaka Navdewletî ku, destêwerdanê bike û alîkariya Rêveberiya Xweser bike, derbarê nû-rêkxistina kampê, serbarî ku her dewletek welatiyên xwe ji Kampa Holê vekişîne û piştgiriya Hêzên Ewlehiya Navxwe û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike, wiha jî helwesteke ciddî li hember gefên Tirkiyê, derbarê encamdana êrîşeke nû li dijî navçeyê, bisitîne. Êdî Kampa Holê zemîneke guncaw e ji DAIŞê re, ji bo encamdana komkujiyên nû.”[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 2,910 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!