Yekitiya Jinên Ciwan a #Minbic#ê konferansa xwe ya 2’yemîn bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Nûjiyan û Viyan em ê di cenga azadiyê de bi ser kevin” li dar xist.
Konferans li hola Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin, tê de endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Jinan, Kombûna Jinan a Zenûbya û Mala Jinan a Minbicê, beşdar bûn.
Di destpêka konferansê de, Mizgîn Cotkar bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Mizgîn Cotkar lidarxistina konferansa 2’yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan pîroz kir.
Mizgîn Cotkar bal kişand ser rola mezin a ciwanan di birêxistinkirina civakê de û gotina rêber Ocalan anî ziman: “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala rizgariya jinan ji koletiyê.”
Piştre, endama Yekitiya Jinên Azad a Minbicê Sara Îbrahîm perspektîfên rêber Ocalan ên li ser ciwanan xwendin û got: “Ciwan ew beşa ku coşa xwe diparêze û ber bi avakirina civakeke azad ve diçe. Bikeftinê qebûl nake.”
Piştre, sînevîzyonek li ser xebatên yekitiyê hat pêşandan, geşedanên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şîrovekirin û rapora salane ya yekitiyê ji aliyê endama yekitiyê Şîrîn Ehmed ve hat xwendin.
Di dawiya konferansê de, gelek biryar hatin stendin ku ji aliyê endama yekitiyê Sara Îbrahîm ve hatin xwendin, hinek ji biryarên sereke ev in: “Zêdekirina perwerdeyên girtî, pêkanîna projeyên xizmetguzariyê ji bo pêşxistina aboriya jinên ciwan, lidarxistina hemleyên ji bo şîrovekirina rêbazên şerê taybet, zindîkirina çand û folklorê û avakirina komên govend û stranan.”
Di dawiya konferansê de, beşdaran 11 endam ji bo Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê hilbijartin.[1]
ANHA
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 4,469 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!