Li Silêmaniyê jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan li dijî qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen #Nagîhan Akarsel# li ber Tiba Edlî daxuyanî dan, bûyer şermezar kirin û daxwaza cezakirina bikujan kirin.
Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel îro li taxa Bextiyar a Silêmaniyê di encama êrişekê de şehîd bû.
Li Silêmaniyê jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel li ber Tiba Edlî daxuyanî da.
Endama Peywendiyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) Şîlan Şakir axivî û got: “Em vê qetilkirinê şermezar dikin. Em hatine vi, da ku daxwaz bikin ku bikujên Akarsel werin cezakirin û bidin dadgehê. Ev ne qetilkirinek asayî ye. Qetilkirinek siyasî ye. Em li benda daxuyaniya aliyên peywendîdar in.
Piştre Endama Yekîtiya Jinan Jinêr Ebdullah axivî û got: “Eger bikujên Nagîhan û hemû ew kesên ku ji berê hatine qetilkirin, negihîn cezayê xwe, wê valehiyek mezin çêbibe û ev karasat dubare bibe.”
Her wiha Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî wiha axivî: “Ev qetilkirin siyasî ye. Ji ber ku Nagîhan jinek çalakvan, akademîsyen û lêkolînvan bû. Li navendekî cîhanî ya weke jineolojî kar dikir. Derdikeve holê ku dijminê Kurdan bi hevkariya desthilata navxweyî destê xwe tavêje çalakvan, rewşenbîr, dîroknas û lêkolînvanan. Peyama me ji b asayîşê û hêzên ewlehiyê ew e ku demildest bikujan bibînin û bigihîn cezayê xwe.”1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 5,342 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!