Li #Mîdyad#a #Mêrdîn#ê bi îdiaya ku polîs “xwestiye raweste, ranewestiya ye” gule li ciwanê bi navê Adam Kara reşandiye û kuştiye.
Li Taxa Işiklar a navçeya Midyada Mêrdînê, li sûka ajalan polîsan gule AdemKara (21) reşandiye û kuştiye.
Kara berê ji ber sûcekî edlî ketibû girtîgehê û hatibû berdan. Duh polîs gule bera Karayî daye û piştre birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê û li wir can daye.
Cenazeyê wî duh bi şev piştî otopsiyê radestî malbatê hatiye kirin û li Goristana Kaloya Midyadê hatiye definkirin.
Li gor nûçeya Ahmet Kanbal ku li MAyê belav bûye têkildarî bûyerê polêsek hatiye desteserkirin, şahidên bûyerê jî diyar kirine ku li cihê bûyerê 4 polîs hebûne.
Her weha şahidan destnîşan kirine ku herî kêm 3 gule reşandine ji wan yek li Kara ketiye.
Selman Kara, birayê Adem Kara bi Kanbalî re axiviye û destnîşan kiriye ku çi dibe bila bibe heqê polîsan tune ku gule berdin birayê wî û gotiye: “Dikaribûn gule berdan ber lingê wî. Dikaribûn bigirtana û cezayê wî çi bûya bila bikişanda. Gelo ev der Teksas e? Ev çi ye yanî? Çi heqê wan heye zarokên me dikujin. Wê demê kî ket ber wan bila polîs çeka xwe derxin û mirovan bikujin. Tiştên wisa dibe? Gelo edalet wiha dibe? Sibê jî wê kesek din bikujin. Gelo ka heya kê ji feqîran heye? Heke yek ji wan bûya niha Tirkiyeyê rakiribûn ser pêya. Polîs bûne mîna mafyayê. Em ê dest ji vê bûyerê bernedin û bikevin pey van polîsan.”
Heta niha Walitiyê û Qeymaqamtiyê derbarê bûyerê de daxuyanî nedane. Kara bertek nîşanî vê daye.
Dayika Adem Kara Hasîne Karayê jî wiha gotiye: “Kurê min kuştin. Dewletê kurê min kuştiye. Polîsan kurê min kuştine. Heta mirinê ez ê vê bişopînim.”[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,550 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!