Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  585,485
Bilder
  124,229
PDF-Buch
  22,106
verwandte Ordner
  126,130
Video
  2,187
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
275
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen 
6
Archäologische Stätten 
1
Bibliothek 
398
Kurze Beschreibung 
1,158
Märtyrer 
20
Dokumente 
58
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Alles zusammen  
274,453
Suche nach Inhalten
Nirxandin û hevberkirina Dr. Qasimlo û rêberên din ên Kurd bi hev re, nîşana neserwextî û nehişyariya civaka Kurdi
Gruppe: Kurze Beschreibung
Unsere Informationen sind von und für alle Zeiten und Orte!
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nirxandin û hevberkirina Dr. Qasimlo û rêberên din ên Kurd bi hev re, nîşana neserwextî û nehişyariya civaka Kurdi
Nirxandin û hevberkirina Dr. Qasimlo û rêberên din ên Kurd bi hev re, nîşana neserwextî û nehişyariya civaka Kurdi
Derheq belgenameyên Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê li ser dosiyeya terorkirina Dr. Qasaimlo û li bereberê 29.mîn salvegera terorkirina #Dr. Qasimlo# de, Ajansa #Kurd#payê gotûbêjek digel Şerîf Hejarî encam daye, ku deqa wê weha ye:
Pirs: Ji bilî Amerîkayê kîjan welatî li ser terorkirina Dr. Qasimlo helwest hebûye?
Bersiv: Eşkere ye ku heyamekê berî niha ku min belgenameyek li ser helwesta Amerîkayê li hemberî terorkirina Dr. Qasimlo de eşkere kir, heya radeyekê helwesta dîplomasiyane ya Amerîkayê derheq terorkirina Dr. Qasimlo bo hemû Kurdekî, û heta biyaniyan jî rohn bû!.
Vê belgenameyê gellek girîngiya xwe hebû, û heye jî, jiber ku belgenameyeke fermî ya Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê bû, û gihîştibû Wezaretên Derve û Wezareta Dad a Nemsayê. Wate di biyavê zanistî de, ew belgename wekî helwesta fermî ya dewleta Amerîkayê tê hesibandin, li ser terorkirina Dr. Qasimlo, ku heya niha tu akademî û siyasî û dîrokzan û nivîskarekî, ew zanyarî li ser helwesta fermî ya Amerîkayê bi dest nexistibû, heta ku di vekolîn û mijarên xwe de bixin rû, û şîkariyê jê re bikin, yan bo keysa dadgehê jî bê bikaranîn!.
Wekî belgenameya fermî heyamek e ku ez li pey vê pirsê ketime, û cuda ji vê belgenameya biqîmet û buhagiran ya Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ku min belav kiriye, vê heyamê jî bi hewla bêrawestiyan, min karî ku çend rûpelan ji belgenameyên nav parlemana Nemsayê jî, bi dest bixim, ku taybet e bi nîqaşa di nava parlemana Nemsayê de, li derheq keysa terorkirina Dr. Qasimlo de.

Şerîf Hejarî
Di van çend rûpelên belgenameyî ên behs û nîqaşa di nava parlemana Nemsayê de, ku rêkewta wê vedigere bo (06.05.1997)`an, rast dema civînê ji demjimêr 12`an ve dest pê dike, heya demjimêr 7:39 deqeyan, û çend keysên weha di vê civînê de kar li ser hatiye kirin ku yek ji wan: Keysa terorkirina Dr. Qasimlo bûye. Belgename çendîn rûpel e, lê navika behsê ser vê ye: ((Gellek ji parlemantarên Nemsayê, wekî (Dr. Heydî Sikmîdit ji partiya Lîberal foryom) û ( Rodolf Anşober ji partiya Kesk a Nemsayê), û (Dr. Hêlîn Patrîk parlemantar ji Hizba Azadî ya Nemsayê û hinek parlemantarên din jî) bi pirsyarekê li jêr navê (Terorkirina Kurdan li Nemsayê) ku piştre zelaltir dikin ku mebesta wan, (terorkirina Dr. Qasimlo û Ebdullah Qadirîazer e, bas li ser dikin, û daxwazê ji serokê parlemana Nemsayê dikin ku şopandin hebe, ku gelo lêkolînên dewleta Nemsayê û lêkolînên Wezaretên Navxwe, Derve, û Dad a Nemsayê çima hatine ragirtin?.
Piştre jî parlemantar (Rodolf Anşober) dipirse: Bo çi dewleta Nemsayê terorîst e û tawankar jî bi awayekî azadane şandine Îranê?!.
Îca parlemantar (Dr. Hêlîn Patrîk ji Hizba Azadî ya Nemsayê) îşareyê bi vê yekê dike: çima çi rohnkirinek tune ye derheq derbazkirina azadane ya terorîstan ji Nemsyê ve bo Îranê?! Piştre behs tê ser vê ku hinek ji parlemanteran sirrekê eşkere bikin,ku ew jî ew bûye ku dewleta Nemsayê û navendên têkildar çendîn belgenameyên zelal li ber dest de hebûn, ku tawanbar di welatê Nemsayê de bûn, û li ber destên wan bûn, lê dewleta Nemsayê û wezaretên pêwendîdar nexwastine ku biryarê li ser tawanbaran bidin!.
Piştî çendîn nîqaş û gengeşeyên din îca serokê parlemanê (Dr. Heynz Fîşer) dibêje: (Terorkirina Dr. Qasimlo li Viyenê bêbawerbûna bi wezareta Derve ya Nemsayê zêdetir nîşan da, û gellek nîşaneyên pirsê li ser pêwendiyên Nemsayê û Rejîma Îranê eşkere kirin, ku serpoşdanîna li ser terorkirina Dr. Qasimlo li Viyenê bû sedema vê ku rêberên din ên PDKÎ rasterast ji aliyê Îranê ve bibin armanc, û piştre rêberên din jî li Almanyayê bêne terorkirin, lê li wir li dageha Mîkonosê de, dewleta Îranê wekî terorîzma navdewletî hate mehkûmkirin.! Ew nîqaş çend demên din jî dom dike, û gellek zanyariyên din jî têne eşkerekirin. Di dawiyê de daxwaza pêkanîna komîsyoneke lêkolînê dikin, li ser bêdengiya demûdezgehên dewletê derheqê terorê, lê ew daxwaza rewa û yasayî tê retkirin, bi bê tu sedemekê!!.
Ew zanyariyên ku min bas kirin, belgenameyên fermî ne, ku min bi dest xistine, hem yên Wezareta Derve ya Amerîkayê, û hem jî yên nava parlemana Nemsayê.
Ew yek wekî helwesta fermî ya nav dem û dezgehên dewletî ên Amerîka û Nemsayê bûn!.
Lê ew daxwaziyên rewa û yasayî têne retkirin, bi bê çi sedemekê!!.
Lê wekî helwesta tak, çi wek wezîr û çi wek serkirdeyên siyasî ên Ewropayê, zelal e ku çendîn mînak hehe, her ji serkirdeyên hizban, û wezîrên Fransayê ve bigre heya serkirdeyê hizbên opozisyon ên Nemsayê. Her çend ku ji 2011`an ve nasnameya (Arşîvxaneya neteweyî ya Berîtanî) min heye, heya niha ez wekî (Şerîf Hejarî) bi hûrî van belgenameyan hildikolim, lê çi dest min neketiye, li ser helwesta Wezareta Derve ya Berîtanyayê, derheq terorkirina Dr. Qasimlo ve, lê xatircem im di pêşerojê de ezê bi dest bînim, jiber ku ez nakevim qedeman.
Eşkere ye ku metirsiyên tirsnak jî li ser jiyana min û terorkirina min hebûne, û hene jî. Belgenameyên derheq hebûna metirsiyê li ser terorkirina min li cem dadgeh û polîsê Kurdistanê hene, û beşeke van belgenameyan ên dadgeh û polîsên Kurdistanê li ser terorkirina min bi zimanên (Almanî, Îngilîzî, û Farsî) hatine belavkirin, û di vê derheqê de,di çend welatên Erebî de têne belavkirin. Lê pêdagirî dikim ku bi hewla bê rawestiyan heya dawî henaseya xwe kun bi kunê arşîvxaneyan bigerim û hewla vedîtina belgeyên din bidim, û di vê derheqê de belgeyên din jî ezê dest bixim, û belav bikim.
Herçend ku hekî bi tewahî ew belgenameyên nava parlemana Nemsayê ku min bi dest xistine (ku bi zimanê Almanî ye) bikin Kurdî, bi awayekî zelal bikerên kiryarê, û îskortkirina wan bo Tehranê ku bi fermî dewleta Nemsayê û Wezaretên Navxwe, Derve û Dad ya Nemsayê bûn, tê selimandin.
Pirs: Di arşîva welatên Ewropî de çawa bas ji Dr. Qasimlo hatiye kirin?
Bersiv: Qasimlo di belgenameyên veşartî ên Wezareta Derve ya Berîtanyayê de, û ji dîtingeha dîplomatkarên Berîtanî ve (ku hinek ji van belgenameyên nepenî, di çend pirtûkan de min çap kirine), wekî siyasetzaneke bêhevta di gengeşeya siyasî û xwediyê serxwebûna biryardanê di siyasetê de, û xwedî şiyan di çendîn hunerên siyasî di çawaniya rakêşana aliyan di dîplomasiyê de, hatiye binavkirin!.
-Qasimlo li cem Feransiyan wekî ensîklopîdiya hatiye hesibandin.
Wateya ensîklopîdya, her bi tenê siyaset û dîplomasiyê nagire, belku di demekê de ku nuxbeya siyasî ya Ewropî peyva ensîklopîdiya bo karakterekê bi kar tînin, dibe ew fîger (hekîm), yan xwe: feylesûf be.
Boçûna Firansiyan û nameyên wan rast wekî lênihêrîna Dr. Şerefkendî ye li ser Dr. Qasimlo, ku ew jî îşare ye bi vê ku Qasimlo hekîm ya bixwe feylesof bûye!.
Dema ku siyasiyên Fransî dibêjin: ((Li tewahiya cîhana rojhilat, Qasimlo di dîroka xwe de taqane bû!)), eva tê çi watayekê?! Wate: Qasimlo, diyardeyeke bêhempa bûye! Ku hinek ji siyasiyên navdra ên Fransayê Qasimlo wekî peyamber, bi nav dikin!.
-Di van deman de ku bi sedema kiryara hinek ji hizbên Kurdî, hewla vê dihate dan, ku tevegra neteweyî di nava parlemanên Ewropî de wekî terorîst binasîne, Madam Mîtran di nava parlemana Fransayê de dibêje: ((Em çawa dikarin bizava neteweyî ya neteweyekê bi terorîst binasînin, ku rêberên wekî Qasimlo tê de hilkewtibin, wî mirov neçar bi bîrkirinê dikir!)).
Eşkere ye ku destewajeya: (Wî mirov neçar bi bîrkirinê dikir!) wate Qasimlo hekîmê bexşîna ciwaniyê bû bi jiyanê, bîrmendek bû ku gotin û kiryarên wî wisa li kesê pêşberî xwe dikir, ku bi piştqahîmiya bi -bîrkirinê- bi vê hizra eqlanî nasyar bin, ku ji jiyarên cuda ên di nava civakê de heyrîmayî dimînin, û digihîjin vê baweriyê ku: Bi bê cudahî, mafê azadiyê wek yek bo hemû regez û çîn û neteweyan bê qebûlkirin, û ew baweriya li cem mirovan çê dibe.
(Wekî Şerîf Hejarî ger bas ji belgenameyên erşîvên Ewropa û dîtina Ewropayiyan derheq Dr. Qasimlo ji we re bikim, bi çend kitêban tewaw nabe, heya niha jî: Ne hinek ji kadrên hizba wî, û ne jî gellek ji takên neteweya Kurd jî, wekî Ewropiyan-bi vê şêweya kûr, ji Qasimlo û hizrên wî tênegihîştine), lê îşareyê bi çavkaniyeke din dikim, ew jî belavoka (The Times) e, ku di roja Şemiyê 15.07.1989, li rûpela 16 de, mijarek li ser terorkirina Dr. Qasimlo dixe rû.
Deq bi deq çend xetên destpêkê, û dawiya babetê weha ye: ((Qasimlo fîgerê herî girîng ê siyasî ê Kurd bû di vê serdemê de. Bi sê hezar partîzanî gellek caran spaha Îranê têk dibir, ku zêdetir ji 200 hezar serbazî heye.
Qasimlo ji meha sê ya sala derbazbûyî ve gellek li Sedam nerehet e, bi sedema kîmyabarana Helebçeya Kuran, û di tewahiya civînên Ewropayê de jî, ew bas aniye holê.
Qasimlo rêberê Kurd ê herî rewşenbîr bû, ku di dîrokê de heta niha Kurd berhem anîbe!. Di van deman de ku Dr. Qasimlo dem hebû, ew navneda herî çalak û bêhevta ya hilîncana bawer û ponijînên pirr ji behs û gengeşe bû. Di serdanên xwe yên salane de jî bo Parîsê, gellek caran li kaftiryayeke ser şeqameke navenda bajar dihate dîtin, û bîstekê li wir dima. Lê di vê dema kurt de jî, helbestvanên jin û hozanvanên mêr yên Fransî dewra wî kom dibûn!. Qasimlo piştî xwe du keç bi cih hêlan!)).
Pirsyar: Çima heya niha Kurd nekariye ku keysa terorkirina Dr. Qasimlo bixe ger. Sedem çi ne?
Bersiv: Vê pirsa te sedema serekî heye, û sedemên din jî hene!
1-Sedema serekî, sedema herî tirsnak eva ye ku heya niha dewleta Nemsayê bizanebûn, û bi dilê xwe, bi tu awayî naxwaze ku vê keysê bixe biyavê yasayî de, baştirîn belge jî her du belgeyên (Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ne bo dewleta Nemsayê, û gengeşeya nav parlemana Nemsayê).
Di gengeşeya nava parlemana Nemsayê de bi zelalî parlemantarên Nemsayê bi belge ve navê terorîstên bikuj birine, û parlemantar jî bixwe sersam bûn, bi vê ku: Bo çi heta niha jî, dewleta Nemsayê bi tu awayekî naxwaze tu lêkolîneke yasayî di vê derheqê de bê kirin, û heta ret jî dikin, ku lêjneyeke lêkolînê ya parlemanî jî bo vê keysa terorkirinê danê!?. Hekî ne ji wan belgenameyên Wezareta Deve ya Amerîkayê ku min belav kirine derdikeve ku: Nemsa jî destê wê tevlî vê pîlana biyom û tirsnak bûye. Jiber ku Amerîka dibêje Nemsayê ku: Di pêxema rêgirîkirina ji terora navdewletî dibe ku tu wekî Nemsa van tevdîran bo keysa terorkirina Dr. Qasimlo bigrî pêş.
Dema ku Nemsa jî rêbazên yasayî nagire pêş, tê vê watayê, ku Nemsa bixwe jî, di pêxema berjewendiyên aborî ên xwe de, û li pêxema nefta Îranê, û firotina çekan bi Îranê, rewş ji bo revîna terorîstên Îranê xweş kiriye, û piştre jî bizanebûn, nehêlaye ku lêkolîna yasayî ser vê keysê bê kirin.
Eva di biyavê eqlanî û lojîkê de Nemsa jî tawanbar e, û hevbeş e di vê kiryara terorêstî de! Heta parlemantarên Nemsayê bixwe jî li belgenameyên parlemana Nemsayê de bas ji vê dikin ku:
Di pêxema berjewendiyên aborî û sat û sewdayên dewleta xwe digel Îranê, xwîna Qaimlo kirin qurbanî! Îşareyê bi vê jî dikin ku: Her eva jî bûye sedem ku piştre rejîma Îranê dest bi kiryarên terorîstî bike, jiber ku di terora viyenê de jê re baş çû pêş!.
2-Lawazbûna PDKÎ piştî Qasimlo, sedemek din e ku keysa Dr. Qasimlo nekeve ser biyavê xwe yê yasayî. Lawazî û şepirzeyiya heykela giştî ya PDKÎ, piştî Qasimlo, bi taybetî piştî vê ku bi pîlan ve PDKÎ ji Qendîlê anîn xwar, ji aliyê hêzeke Başûr ve.
Ger Navenda Giştî ya PDKÎ bihêz bibe (hêvî dikim bihêz bibe), wê têhn û gurriyekê baştir bibexşe tewahiya organên rêkxistina derve. Herçend ku dikarîn li ber vê ku navenda PDKÎ zexteke zêde ya pilanên terorîstî li ser hebûye li başûr de, eva komîte û dîplomasiyeta Ewropa û Amerîka û Kanada û heta lînka wan jî digel Tirkiye û Îsraîl û Erebistanê gellek bihêztir kiriban. Lê min jêve ye ku: Niha jî PDKÎ li ser Xermana pirr-berhem a (Bîrmend û rêberê bêhempa yê Kurd Dr. Qasimlo) dijî. Di rastî de eva kêşe ye, jiber ku dibû di van nêzîk bi sî salan de ku bi ser terorkirina Dr. Qasimlo re derbaz bûye, gellek pêşveçûn, bi taybetî di moderntirkirin û biqavetirkirina rêkxistin, û pêkhateyên din ên rêkxiraweyî de pêk hatiban.
Çawa ku bo navxwey Rojhilata Kurdistanê, bizava Rasanê hewce ye ku bi stratejiyeke hûrtir kar li ser bê kirin, wisa jî bona bihêzkirina komîte û rêkxistinên derve û dîplomasiya derve, dibe ku PDKÎ stratejiyeke modern û biqavet û pirr cemawerî çê bike, ku bi hûrî bê cîbicîkirin!.
Mesele eva ye: Dibe ku heykelê giştî ê PDKÎ hevkar û harîkar be ku komîte û nûneratiyên derve bihêz û moderntir bikin. Ew hemû endamên PDKÎ li derve, gellek ji wan ji bilî çalakiya facebookê, gelo tekoşîna wan kîjan e?!.
Xwe hekî beşeke kêşeyê ya endamên wê be, eva beşa serekî ya kêşeyê, navenda serekî ya PDKÎ ye, ku bi başî nekariye bi van hemû endamên xwe ên derve, berhema giraniya (siyasî û diplomasî) bi dest bixe, û bixe ger. Stratîj û pilan dibû eva bûya: çawa û bi kîjan nexşeriyan pêwîst bû qazanca siyasî û dîplomasî ji hemû endamên derve wergirin?!.
Niha PDKÎ Navenda Siyasî heye, navendeke wisa dibe ku xalên lawaz ên derveyî hizba xwe diyarî bikin, û bikarin ku bi çend stratejiyan ve tewahya sêkterên hizbê çalak û bihêz bikin, bêguman dibe ku hemû heykelê PDKÎ yekdest û hevkarane di yek bi yek ji sêkterên hizbê de kar bikin, da ku bihêz dibe!.
Dibe ku Navneda Siyasî hêza darêtin û cîbicîkirina dehan ecênda û çendîn stratejiyan bona tokme û qahîmkirina biyavên cur bicur ên heykelê rêkxirawê hebe. Ger nebe û şûndestê ecênda û stratejiya han diyar nebe, eva şiyana hizrî ya endamên Navenda Siyasî ye ku di biyavê çêbûna têza siyasî-lojîkî û çareseriyê de, dikeve jêr pirsyarê!.
Xatircem im ku ger PDKÎ bê biqavetkirin, û komîte û nûneratiyên derve jî moderntir û çalaktir bibin, wê demê bi awayekî bibandortir wê tekoşîn û zexta xwe çê bikin, heya wê dema ku keysa terorkirina mezine bîrmendê bêhempa (Qasimlo) dixin ser biyavê yasayî ê xwe!Rohn e jî ku moderntirkirin û çalaktirkirina wan, li çendîn biyavên siyasî û dîplomasî û heta aborî jî bandora xwe dibe li ser bihêzkirina heykelê navxwe yê PDKÎ û bi taybetî ber bi pêşvebirina doza Kurd bi giştî.
Zêdetir ji vana jî, darêtina çendîn stratejiyên têr û tejî bona karkirina li ser Kurdên Lor û Kurdên Bextiyarî û sînorên Rojhilata Kurdistanê, hemû dibe karê hûr yê Navenda Siyasî a PDKÎ be, û stratejiya wan jî bandor hebe, û bê cîbicîkirin!.
3- Bêemegiya hizbên Başûr li hemberî xwîna Dr. Qasimlo, û peyrewiya hinek ji wan ji rejîma Îranê.
Digel vê de ku her ji yekem dema terorkirina Dr. Qasimlo de (belge li cem min heye), serkirdeyê diyar ê başûr hebûye, ku daxuyanî daye ku hizba Be`is bi terorkirina Dr. Qasimlo rabûye, û ew kiryar, Partiya Be`is encam daye! Bêy vê ku ew serkirde ji vê yekê bifikre ku keysa dadgehê maye, dibe daxuyaniyê belav neke, ku zirarê bigehîne keysa terorkirinê li dadgehê, û bîra lawên nehişyar ên Kurd ji rê derxe, û qazanc hebe ji bo revîna terorîstên tawanbar! lê Hikûmeta Herêmê jî bi vê zêdetir ji çarîkek sedsal a temenê xwe ve, ger bi dizî ve jî be, dibû kar li ser vê keysê bikiriba, yan jî xwe: bi awayekî nepenî wisa kiriba ku: keysa terora bîrmendê mezin (Qasimlo) ketiba ser biyavê yasayî yê xwe!.lê dema ku ew Sehrarûdî tînin û li zonên xwe de (kebab)an jê re lê didin, û (singê eloşîşkan) ji wan re diqelînin, û dehan kesên wekî Mensûr Reşe Hewramî dikin qurbanî, û diyarî bo bixêrhînana Sehrarûdî, êdî çawa dibe ew ew pirsyar bihê kirin ku: Gelo çima bizava Kurd nekariye keysa Dr. Qasimlo bixe ger!.
Eşkere ye ku hizbêb Başûra Kurdistanê, deshilat û aborî û dîplomasî û dadgeh di destên wan de ne, û hemû kare ne, û dikarîn di vê keysê de roleke girîng bilîzin, lê li hinek ciyên jêr deshilata xwe de, Demokratqiran e, û terorkirina Demokratan berdewam e! mirov dibe ku xwe ji wan biparêze, ku terorê nekin, ne tenê çavnihêriya vê yekê li wan bikin, ku keysa terorkirina Dr. Qasimlo bixin ger!. Ew Qasimlo nînin, ku neteweyekê ew çavnihêriya ji wan hebe!.
Şev û rojan rûniştiyên Herêma Kurdistanê dest bi destnimêj û du`ayan dikin, ku hizbên Başûr yektir nexon, û Heşda Şe`ibî û Pasdaran nehînin û kerkûkeke din pê nebexşin, bo vê keysê gelo dibe ku me çi çavnihêriyek ji wan hebe!. Xweda bike ku ew bi hev re şer nekin, û Heşd û Pasdaran nehînin ser hevdu, êdî hewce nake, ku em çavnihêrî wan bin ku di pirseke din ya neteweyî de hisab li ser wan bê kirin!.
Niha gelên Îranê bi berdewamî têne ser şeqaman, û dixwazin ku îmamê xwe yê decal ramalin, û merg bo paşmayiyên rejîma Xomêynî bûye gotara şeqama giştî ya neteweyên nav Îranê, lê em dibînin ku (reformxwazên deshilatdar ên Başûr) bi eşkere bangewazê bo pêkanîna: (Bereya îmamê berêz) dikin!!.
4-Berjewendîxwaziya cîhanê sedemeke din ya piştguhxistina karpêkirina yasayê ye di keysa terorkirina Dr. Qasimlo de, û digel de jî, hebûna Îranê wekî navendeke terorîstî ji sala 2001`an ve di naveçya Rojhilata Navîn de, ku xwediyê jeopolîtîkeke girîng û neftdar e, wisa kiriye, ku dewlet hisabê bo pêwendiyên xwe yên bazerganî bikin, heta vê ku perûşê karpêkirina yasyan û xistineger a bendên yasayî bin.
Hemû ew rastiyane bûne sedema vê ku, xwîna hekîmê bêhempa yê riya tekoşîna (wekheviya di navbera mirov û neteweyên cuda de) bikin qurbanî, û di dema terorkirinê de jî ew qas zulm lê bê kirin, ku yasayên welatên pêşkevtî jî, bixin bin piyê terorîstên tawankar ên bikujê: (Qasimloyê rêber û zana de)[1].

Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,485 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | kurdpa.net
Verlinkte Artikel: 6
Artikel Sprache: Kurmancî
Publication date: 05-07-2018 (8 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Inhaltskategorie: Kurdenfrage
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 96%
96%
Hinzugefügt von ( سارا کامەلا ) am 08-09-2022
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( ئاراس حسۆ ) auf 08-09-2022
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( ئاراس حسۆ ) am 30-11-2024 aktualisiert
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 1,485 mal angesehen
QR Code
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 3.594 Sekunde(n)!