Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser bi rêya daxuyaniyekê gelek projeyên xizmetguzariyê ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pratîkê de ne eşkere kirin.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cihê sererastkirin û qîrkirina rêya Hesekê ya bi rêya M4 ve tê girêdan, bi beşdariya cîgira hevserokatiya desteyê daxuyaniyek da.
Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê Medya Bozan daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Ji dema Rêveberiya Xweser hatiye damezrandin û heta niha, dest bi projeyên xizmetkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, tevî ku êriş û gef berdewam in. Daîreya Pîşeyî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê planên stratejîk ên 2022´an danîn; mîna rêyên navendî.
Desteyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser projeya rêya Hesekê bi ya M4 ve tê girêdan û ev tişt tê de hate gotin: Desteyê dest bi qonaxa duyemîn a sererastkirina projeya rêya ku Hesekê bi rêya M4 ve girê dide kir; ji gundê Beko heta bi çata bi ser M4 ve. Dê rê were rêşkirin û bi dirêjahiya 16 kîlo metre û kêmberiya 9 metreyan were qîrkirin. Lêçûna wê 350 hezar dolar e.
Desteyê li ser vê projeyê di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: Ev proje ji plana Daîreya Pîşeyî ya desteyê amade kiriye ku rêyên sereke sererast bikin. Da ku zextê li ser komîte û desteyên şaredariyan ên li kanton û herêman sivik bikin û ji bo pêkanîna xebatan li bajar û bajarokan vala bibin.
Desteyê hin projeyên girêdayî rêyên sereke ku hîna di pratîkî de ne eşkere kirin; ji wan jî projeya rêya Seêdiyê, Um Cilod ên li Minbicê bi dirêjahiya 11 kîlo metre û kêmberiya 7 metreyan, projeya rêya Madroda ya rojhilata Reqayê bi dirêjahiya 32 kîlometre û kêmberiya 7 metreyan, rêya Til Semin û Hezîme ya bakurê Reqayê bi dirêjahiya 10 kîlometreyan, rêya otostrad a ku Qamişlo û Dêrikê bi hev ve girê dide, rêya Qamişlo û rêya M4 ya bi dirêjahiya 10 kîlo metreyan.
Desteyê bi rêya daxuyaniyê bal kişand ser ku ew projeya pira Bêrûtî ya li Hesekê ya li navenda kantonê lêkolîn dike û gelek planên stratejîk ên girêdayî rêyên sereke û pireyan lêkolîn dikin, da ku asta beşa xizmetguzariyê baş bikin.
(fr)
ANHA
[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,778 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!