Konserta hunermenda navdar Îlkay Akkaya ya ku biryar bû li bajarê #Mêrdîn#a #Bakurê Kurdistanê# birêve biçe ji aliyê Waliyê Mêrdînû ve 'hinceta PKKê' hat qedexekirin.
Konserta ku biryar bû di 24ê Îlonê de li Mêrdînê bê lidarxistin, walîtiya Mêrdînê bi sedema ku “di koma vê hunermendê ya mûzîkjenan de kesên ku pesnê PKKê û KCKê didin hene û ev ji aliyê walîtiyê ve hatiye lêkolîn kirin û bi vê sedemê guncaw nabînin ku ev konsert were lidarxistin” û hat qedexekirin.
Her wiha duh 30ê Tebaxê jî konserta heman hunermendê ya li navçeya Ceyhanê ya ser bi parêzgeha Edenê ve ji aliyê waliyê wî bajarî ve hatibû qedexekirin.
Piştî van qedexeyan Îlkay Akkaya li ser hêjmara xwe ya twitter di derbarê qedexekirina konsertên xwe de twittek belav kir û got:
“Li qedexeyan yeke din jî hat zêdekirin û diyar e dê hê zêde bibe. Di nav 34 salan de bi sedan caran ev yek hat serê min. Li ser her dika ku ez lê bûm, min stranên wekhevî, edalet, evîn û azadiyê got. Min hewl da ku vê hestê bigihînim qada herî berfireh. Ji niha şûn ve jî dê wisa be.
Ev rêya min e û ti caran dev jê bernadim.”
Di van demên dawiyê de ji aliyê walî, qeymeqam û serokşaredarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ve gelek festîval û konsertên gelek hatine qedexekirin.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,812 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!