Hebû tunebû, rehmet li gora dê û bavên min û we bû, li gundekî sê bira hebûn. Ji malê dinê tenê du kerê wan hebûn. Bi van kerana ji çiyê êzing dibirin bajêr difirotin û jiyana xwe pê dom dikirin.
Rojek ji rojan, ev herdu kerê wan hatin dizîn. Çol û çiya gişt geriyan nedîtin. Berê xwe dan malên gundiyan, disa nedîtin. Hersê bira li ser kevirekî rûniştin û ji hev re gotin:
- Ka em bavên ber aqila?
Yê mezin got:
- Heger ez bim, ê ku kerê me biriye yekî kinik e.
Yê ortê got:
- Ger kinik e, ji Xirbebelik e.
Yê biçûk got:
- Ger kinik e û Xirbebelik e, sed ji sedî ew Elik e.
Rabûn berê xwe dan gundê Xirbebelik. Girtin ser mala Elik.
Jê re gotin:
- Zû kanîn kerên me?
Elik got:
- Kerên we ne li cem min in.
Wan got:
- Me avêt ber aqila ker li cem te derket.
Elik got:
- Ger hûn bi aqilê xwe bawer in, çi di bin lihêfa min de ye?
Yê mezin got:
- Ger ez ez bim, tiştê di bin lihêfa te de ye tiştekî girover e.
Yê ortê got:
- Ger girover e, ez bibêm orte sor e.
Yê biçûk jî got:
- Ger girover e, orte sor e û sed ji sedî hunar e
Elik zer û şîn bû, destê wî di ber de ket û got: Kerê we wane di êxur de ne.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 3,300 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!