Li parêzgeha #Meletiyê# ya Bakurê #Kurdistanê#, di demsala nû ya qeysiyan de ji 1ê Tebaxê heta 20ê Tebaxê bi bihayê 16 milyon dolaran qeysiyên hişk hatin hinardekirin.
Li gor amarên Borseya Bazirganî ya Meletiyê, di demsala nû ya qeysiyan de ji 1ê Tebaxê heta 20ê Tebaxî di serî de Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya û Brezîlya 2 hezar û 908 ton qeysiyên hişk hatin hinardekirin, ku dahata wê 16 milyon û 54 hezar dolar bû.
Meletî li ser asta cîhanê girîngtirîn bajarê qeysiyan e ku 9 milyon darên qeysiyan lê hene. Meletiyê ji 1ê Tebaxa 2021ê heta 31ê Temûza 2022an bo 113 welatan 80 hezar û 720 ton qeysiyên hişk hinarde kiribûn û 375 milyon dolar dahat bidest xistibû.
Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand ku armanca wan a demsala nû 100 hezar ton hinarde û 500 milyon dolar dahat e.
Qeysiyên Meletiyê her sal ji aliyên karkerên demsalî yên ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê wek Riha, Amed, Mêrdîn, Şirnex û Semsûrê ve tên komkirin û hişkkirin. Karkerên demsalî salane 2 mehan li baxçeyên qeysiyan dixebitin.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,478 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!