Navê pirtûkê: Zimanê Kurdî. Navîn 1
Sazîya Mînhêcan
Sala çapê: 2019
Ev pirtûk ji aliyê Saziya Minhacan ve, wek pirtûka wanedayînê, ji bo dibistanan hatiye pejirandin.
Em di bêhnvedana havînê de, ji bo serdana mala xalê xwe çûn gund. Mayîna me ya li wir, pir xweş û şad bû. Çiyayên bejnbilind, ezmanê şîn ê zelal, darên spîndar, çinar û bîşengan, dilê me pir xweş kiribû. Mirov ji ava kaniyên wê yên zelal û bayê wê yê hênik têr nedibû.
Ew xaniyê biçûk ê xalê min tê de dijiya, ji ber xweza û rengîniya derdorê, li ber çavên me dibû hêlîna aramî û tenahiyê. Bêhna me wisa tê de fireh dibû, me nediviya em bihêlin û bizivirin mala xwe.
Ji bo destpêkirina xwendinê, hîn hefteyek mabû. Em vegeriyan û me amedakiriya çûna dibistanê kir. Roja destpêkirina xwendinê, em sibehê zû ji xewê rabûn û çûn dibistanê.Careke din, li kolanên me liv û tevgerê dest pê kir. Xwendekar ber bi dibistanan ve diçûn. Dema ku em gihiştin dibistanê, me silav li rêveberî û mamosteyên xwe kir û wan jî sala me ya nû pîroz kir. Paşê em bi rêzê rawestiyan û me guh da axaftina rêveberiya dibistanê ya li ser sala nû.
Dilê hemûyan bi hev xweşbû, ji ber ku bêriya hev kiribûn û daxwaza serkeftinê ji hev re dikirin. Me dixwest em zû pirtûkên xwe yên nû bigirin, waneyan bibînin, guh li dengê mamosteyên xwe bikin û
kêrhatinên xwe nîşanî wan bidin.[1]
Lesen Sie das Buch: Zimanê Kurdî. Navîn 1
Gesamt Download
425 Wir bitten alle Autoren, Übersetzer und Verleger sich mit uns in Verbindung zu setzen, falls Ihre Bücher nicht in Ihrem Einvernehmen heruntergeladen wurden.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 3,564 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!