🔓 چوونەژوورەوە
➕ تۆمارکردنی بابەت
⌨ کیبۆرد
📁 زۆرتر ...
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا: ئامارنامە - وەشانی 1
🏠|📧|دەربارە!|پەڕتووکخانە|📅 20-02
🏠 دەستپێک|📧 پەیوەندی|💡 دەربارە!
|
📅 ئەمڕۆ 20-02 لە مێژوودا
📅کڕۆنۆلۆژیای رووداوەکان
📅 رۆژەکان
📆20-02-2020
📆19-02-2020
📆18-02-2020
📆17-02-2020
📆16-02-2020
📆15-02-2020
📆14-02-2020
📂 زۆرتر ...
📅20 February
📝 بەڵگەنامەکان
📊 ئامار و راپرسی
✌️ شەهیدان
💚 ئەنفالکراوان
☪ قوربانیی شەڕی دەوڵەتی ئیسلامی - داعش
😞 قوربانیی شەڕی ناوخۆ
👩 قوربانیی توندوتیژی
📅 رۆژی لەدایکبوون
📅 رۆژی کۆچی دوایی
|💳 کۆمەکیارمەتیمان بدە بۆ پێکهێنانی کوردیپێدیایەکی باشتر. تەنانەت کۆمەکێکی بچووکیش دەبێتە یارمەتیدەرمان.
یارمەتیی ئێوەمان دەوێت بۆ:
* بەدەستهێنانی تەکنەلۆجیای باشتر و خێراتر...
* دانانی ئۆفیسێک بۆ رێکخراوی کوردیپێدیا لە باشووری کوردستان.
* دامەزراندنی چەند کارمەندی تایبەت بەخۆیەوە، تا بەردەوام ناوەڕۆکی کوردیپێدیا باشتر بکرێت.
|📕 پەڕتووکخانەگەورەترین و پۆلێنکراوترین پەڕتووکخانەی دیجیتاڵی کوردی! - (10,674) پەڕتووک||
📅 18-02-2020
باکووری کوردستان
- شەوی رابردوو، لە ناوچەی توشبا لە وان بومەلەرزەیەک بە گوڕی 4.1 پلە بە پێوەری رێختەر روویدا.[2]
رۆژهەڵاتی کوردستان
- هونەرمەند جەعفەری ماملێ لە شاری مەهاباد بە خاک سپێردرا.[1]
- سێ زیندانیی لە زیندانی ناوەندیی شاری ورمێ، لەلایەن دادگای ئینقلابی ئەو شارە، بە تۆمەتی پێوەندییدار بە ماددەی سڕکەر بە ئێعدام مەحکووم کرد. شوناسی ئەو سێ زیندانییە شاران تووفانی، ئەحمەد باشوو لە بەندی 14 و هەروەها هاووڵاتییەکی دیکە که لە بەندی 15 دایه و شوناسی روون نەبووەتەوە.[7]
- هاووڵاتییەکی کورد خ
📅 18-02-2020
🏷️ پۆل: رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
بافڵ تاڵەبانی و لاهور شێخ جەنگی بوونە هاوسەرۆکی یەکێتی
کلیک بکە بۆ زانیاریی زۆرتر و وێنەی گەورەتر!
👫 شەماڵ موفتی
ناوی خۆی (شەماڵ عەبدولرەحمان موفتی) یە، لەنەوەی (موفتی چاومار)ە، لە ساڵی 1955 لەشاری بەغدا لەبنەماڵەیەکی خانەدان و ئایین پەروەر لەدایک بووە و سەرەتای قۆناغی خوێندنی لەوێ دەست پێکردووە.
شەماڵ موفتی دەرچووی بەکالۆریۆسە لە کۆلێژی بەغدای ئەمریکیی ساڵی 1972، هەروەها دەرچووی کۆلێژی کشتوکاڵ – بەشی زانستی گڵی زانکۆی سلێمانی بووە، لە ساڵی 1977 دا بووە بە مامۆستا بۆ ماوەی نۆ ساڵ لەفێرگەی ناوەندی و ئامادەییەکانی شاری سلێمانی سەرگەرمی وتنەوەی وانەی ئینگلیزی بووە، لەوانە ناوەندیی کاوەی کوڕان و بناری کچان و
👫 شەماڵ موفتی
🏷️ پۆل: کەسایەتییەکان
شەماڵ موفتی
کلیک بکە بۆ زانیاریی زۆرتر و وێنەی گەورەتر!
👫 شێخ ئەنوەر
شێخ ئەنوەر
کوڕی شێخ ئیبراهیم کوڕی باوە مەحمودە، کە دەچنەوە سەر بنەماڵەی بابانییەکان
لەساڵی 1931 لەشاری سلێمانی لەگەرەکی سابونکەران لە دایکبووە.
لەساڵی 1941 دا بۆ خوێندن دەچێتە قوتابخانەی (فەیسەڵییە) بەلام بە هۆی مردنی باوکییەوە هەتا دوا پلەی سەرەتایی خوێندووە.
شێخ ئەنوەر لە تەمەنی 75 ساڵیدا لە شەوی 19-02-2006 کۆچی دوایی کردووە.
👫 شێخ ئەنوەر
🏷️ پۆل: کەسایەتییەکان
شێخ ئەنوەر
کلیک بکە بۆ زانیاریی زۆرتر و وێنەی گەورەتر!
👫 ئەمەریکێ سەردار
رۆژنامەنووس، ڕۆشنبیر، نووسەر و سەرۆکی ڕۆشنبیرانی کوردی ئەرمەنستان بوو. چل ساڵ بۆ ڕۆژنامەی ڕێگای تازە تێکۆشانی کردبوو، سەرئەنجام ڕۆژی 19-02-2018 لە شاری کارکۆڤی ئوکراین کۆچی دواییکرد.[1]
👫 ئەمەریکێ سەردار
🏷️ پۆل: کەسایەتییەکان
ئەمەریکێ سەردار
کلیک بکە بۆ زانیاریی زۆرتر و وێنەی گەورەتر!
📊 بابەت 370,348 | وێنە 57,335 | پەڕتووک PDF 10,674 | فایلی پەیوەندیدار 38,763 | 📼 ڤیدیۆ 164 | 🗄 سەرچاوەکان 13,593 |
ئەنجام: 14 تۆمار دۆزرایەوە، لاپەڕە 1 لە 2 ژمارەی تۆمار لە لاپەڕەیەکدا:
ریزبەندی














ℹ️
🔄 نوێکردنەوە
📥 Export to MS Excel
Facebook
Twitter
Google+
LindedIn
Viber
Facebook Messenger
WhatsApp
Email
📋 Copy Link to Clipboard
📝 Bangewaza komîsyona jinan a KNKê | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
✍️
Bangewaza komîsyona jinan a KNKê
📝 بەڵگەنامەکان

Birêz.....
Di peşengtiya komîsyona jinan a KNKê de em jinên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê li derveyê welêt di 18ê Adarê de li Brûksela Paytextê Belçîkayê kom bûn. Me bîryar girt ku em ê li gel hemû jinên Kurd bi hemû hêza xwe kar bikin, da ku kongra neteweyî ya Kurd a li Rojavayê Kurdistanê pek were. Eger em li Rojavayê Kurdistanê xwedî derbikevin, em ê karibin peşîya xeterîya dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê jî bigrin. Qedera Bakûr, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistan bi hev ve hatîye giredan. Bi taybet jî ya Rojava û Başûrê Kurdistanê. Em mecbûr in, bi afirandina stratejîya yektîtîya neteweyî bêbextîya li ser Kurdistanê rawestînin. Hêza me Kurdan ya ji bo vê yekê têra xwe heye.
Birêz,
Ji ber rewşa aloz a li Kurdistanê em wek jinên Kurd bang li we dikin ku bi lezûbez kongireya neteweyî ji bo pêşîlêgirtina xeterîyên li ser Kurdistanê, pek bînin.
Him di erîşên li ser Efrînê û him jî di 16ê Cotmeha 2017an de erîşen dagirkeran yên li ser Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê de dîyar bû ku hezên li dij Kurd îro stratejîyeke ji bo tekbirina destkeftîyên Kurd çalak kirine. Hezên navdewletî beramberî erîşên Dewleta Tirk yên li ser Efrîn bê deng man û bêdengîya xwe berdewam dikin. Heman hêz beramberî erîşên li ser Kerkûkê jî bêdeng man. Wek di Şerên Cîhanê yên I. û II. de îro dîsa dixwazin Kurd û Kurdistanê bikin qurbana berjewendîyên xwe. Di guhertina nexşeya Rojhilata Navîn de Kurdan pêşkêşî hêzên dagirkerên herêmî dikin. Sîyaseta navdewletî ne Kurdan, lê dewletên wek Tirk, Îran, Irak û Sûriyê esas digrin.
Dewleta Tirk ji ber vê bêdengiya siyaseta dewletan, NATO û UNyê îro jî dibeje em ê tevahî Rojavayê Kurdistanê têk binin. Di heman demê de Erdogan pir eşkere dibêje ku ew ê biçe Şengal, Qendîl û Kerkûkê.
Ev 2 mehe ne, gelê Kurd, jinên Kurd û Kurdistanê li gel dostên xwe li hemû deverên cîhanê ji bo Efrînê li ser piyan in.
Lê ji hemûyan grîngtir û pewîstir hêza me ya yekîtîya neteweyî ye. Di rojên wisa bixeter yên wek îro, pêkanîna Kongra Neteweyî ya Kurdistanê pewîst, dîrokî û zarûrî ye.
Em wek jinên Kurd tu astengiyekê li peşîya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê nabînin. Dagirkeran îro dîsa Kurdistan kirine merkeza alozî, pevçûn û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku li Rojhilata Navîn diqewime. Heger ne îro be wê kengê yekîtîya hêzên sîyasî yên Kurd rola xwe ya ji bo parastina ax û niştimana xwe bilîzin?
Em jinên Kurd bangê li we dikin ku hemû hesabên xwe yên hîzbayetî, takekesî, parçeperestî li alîyekî bihelin û tenê ji bo parastina Kurd û Kurdistanê di Kongra Neteweyî ya Kurdistanê de li dijî dagirkerîyê helwestê bigrin. Tu tiştek ji berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê bi rûmettir û girîngtir nîne.
Li gel rêz û silavavan
18-03-201818-03-2018
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 رۆژی دەرچوون: 18-03-2018
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
📄 شێوازی دۆکومێنت📠 چاپکراو
🗺 وڵات - هەرێم🌏 دەرەوە

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 91% ✔️
91%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (نالیا ئیبراهیم)ەوە لە: Apr 2 2018 6:48PM تۆمارکراوە
👌 ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Apr 2 2018 7:26PM پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Apr 2 2018 7:26PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 1,112 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ
Bangewaza komîsyona jinan a KNKê
📝 بەڵگەنامەکان

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
📝 بەڵگەنامەکان
1.👁️بانگەوازێک لە کۆمسیۆنی ژنانی کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستانەوە
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️18-03-2018
📂[ زۆرتر...]
📝 Bîst salîya KNKê pîroz be | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
Ger dê hebûya me tifaqek digot Xanîyê mezin di sedsala 17an da... Ev pirsa giran ya miletê Kurd berê jî hebûye ku Xanî mecbûr maye kirîye hawar û gazî ku Kurd ji bo vî derdê mezin çareyekê peyda bikin. Va ye em di sedsala 21an da ne û hêj jî behsa vê tifaqa ku Xanî bi kul û kesereke mezin destnîşan kirî dikin. Cihê xemê ye ku hêj jî pêknehatîye û eve astenga herî mezin e di pêşîya rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê da.
Di hemû bizavên serhildanê da mixabin ku Kurdan ji ber vê egera kûr nekarîne bigihine xwezî û daxwazên xwe yên miletiyê û welatîyê. Nebûna tifaqa navxweyî sedsal bi sedsal berdewam bûye û bûye êş û janeke domdar û jîyana miletê Kurd birîndar kirîye. Bîrewerên Kurd herdaîm bal kêşane ser vê jana mezin. Behskirina vê pirsa giran ji alîyekê ve jî nîşan dide ku miletê Kurd ji bo azadîya xwe, ji bo rizgarîya welatê xwe, daîm di nav bizav û têkoşînê da bûye. Lê belê, wekî Xanî gohtî ji ber nebûna tifaqê jî, herdaîm tûşî sedan zor û zehmetî û derd û belayan bûye û negihiştîye wê hêvîya xwe ya bilind. Di vê pêvajoya dûr û dirêj da, ji bo pêkînana tifaqa navxweyî hewildanên berfireh çêbûne. Lê mixabin dîsa ji milekê ve hesabên biçûk û tengbînîya navxweyî û li milê dî jî planên neyaran keys nedaye ji bo pêkhatina vê tifaqa mezin ya navxweyî.
Di sedsala 20an da jî hewildanên azadî û rizgarîyê dom kirine. Negihiştina van armancan jî dîsa ji ber nebûna tifaqa fireh ya navxweyî bûye.
Gava dem hatîye dûmahîka sedsala 20an, careke dî ev bizava pêkînana tifaqa navxweyî hate germ kirin. Dawîya sedsala 20an herweha demê bilindbûna têkoşîna neteweyî jî bû. Paralelî vê geşîya bizava neteweyî, êrişkariya dijminan jî di dereceyeke bilind da bû. Ji xwe ji kûrahîya dîrokê were kengê gazîya tifaqa navxweyî hatibe kirin, di wî demî da bizava azadîxwazîyê jî germ û geş bûye û daku ev pêşkevtin bête parastin û mayînde kirin banga tifaqa navxweyî hatîye bilind kirin.
Di dawîya sedsala 20an da bizava azadî û rizgarîyê ya miletê Kurd di durêyankeke wisa da bû ku hewcehî bi yêkîtîyeke mezin ya neteweyî û herweha niştimanî didît. Piranîyeke giran ya dînamîkên polîtîk yên bizava neteweyî ya miletê Kurd, digel berpirsiyarên dî yên pêkhateyên Kurdistanê, bi rênîşanîya tecrubeyên berê, ji bo yêkîtîyeke nû gav avêtin û di 24ê Gulana 1999ê da Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK ava kirin.
KNK ji ber hewcehîyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û vucût dît. Di wê salê da hem hêvîya azadîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê geş bû hem jî êrişkarîyeke bêtixûb ya neyarên doza Kurdistanê hebû. Di serî da hejmareke bilind ya temsîlkarên miletê Kurd û herwisa berpirsiyarên pêkhateyên dî yên Kurdistanê destên xwe dane hev û avabûna KNKê di kombûna li Hollandê da îlan kirin. Bi avêtina vê gava mezin ya di warê tifaqa navxweyî da hem şuûr û manewîyata miletê Kurd û xelkên Kurdistanê hate bilind kirin hem jî beramberî neyarên Kurdistanê hêz û îradeyeke hevgirtî ya navxweyî hate nîşandan.
24ê Gulana îsal (2019) KNK dibe bist salî. Di midehê van bîst salan da, KNKê daku ew tifaqa herî fireh ku biçûk mezin hemû dînamîkên navxweyî tê da cih bigirin, kar û xebateke berbiçav kir. Ji bo ku şuûra neteweyî û niştimanî xurt bibe, di nav xelkên Kurdistanê da serwextîyeke mezin pêkanî. Di warên polîtîk, sivîl, ziman û bi giştî kulturê da, kêm jî bin, xebatên giring hatin kirin. Helbet di nav vê bizava dînamîk da xeletî, kêm û kasî û qusûr jî hatin kirin. Lê di xeta esasî ya bi dest ve anîna tifaqa neteweyî û niştimanî da xebat nehate sist kirin û hewildan bi xurtî hatin domandin.
Îsal KNKê bîst salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşîya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.
Ji roja avabûnê heta vê gavê, partîyên polîtîk, organîzasyonên sivîl û kesayetîyên neteweyî û niştimanî xizmeteke mezin kirîne. Bi sedan kes di dewreyên cuda da bûne endamên KNKê. Di vê prosesa avabûn û xebatê da keda wan hemûyan heye û ev keda wan, xizmeta wan bihadar e. Di dirêjîya van bist salan da hejmarek endamên KNKê jî koça dawîyê kirine û KNK wan bi dilgermî bi bîr tîne. Gelek kesan endametî kirine û gelek kes jî vê gavê endamên KNKê ne. KNK bihayekî mezin dide kar û xebata wan hemûyan û spasdar e.
KNK di bîst salîya xwe da, ji bo gihiştina azadî û rizgarîya Kurdistanê bi hêvî ye. Lê KNK herweha jî dixwaze bala hemû Kurdistanîyan bikêşe ser hewildanên fetisandinê yên li dora Kurdistanê jî. Lewma KNK dixwaze miletê Kurd û pêkve xelkên Kurdistanê beramberî neyarên Kurdistanê, dijî polîtîka û êrişkarîyên dewletên Tirkîye û Îranê, desthilatdarên şoven û nijadperest yên li Bexda û Şamê, di nav hişyarî û baldarîyeke bilind da bin. Ev merkezên neyarîyê dijî doza Kurdistanê bi hev ra hereket dikin. Li ber vê rastîyê Kurdistanî jî divêt di nav xwe da yêk bin.
Di bîst salîya KNKê da, li başûr û rojavayê Kurdistanê rêvebirî û îdareyên xweser pêkhatine û eve di dîroka polîtîk ya Kurdistanê da, di prosesa têkoşîna neteweyî da destkevtên giring û bihadar in. Lê di vê bîst salîya KNKê da, bi dilekî şkestî divêt bêjin ku di navbeyna van du îdareyên xweser da tifaqeke ku miletê Kurd û hemû xelkên Kurdistanê jê razî, pêknehatîye û eve cihê xemeke kûr e. KNK di bîst salîya xwe da ji nîveka dil hawar û gazîyê li rêvebirên polîtîk yên başûr û rojavayê Kurdistanê dike ku ber bi tifaqa mezin ya navxweyî ve gavan biavêjin ku xelkên Kurdistanê pê şa û bextiyar bin û neyar jî pê bişkên. KNK herwisa daxwazê ji partî, bizav, rêxistinên sivîl û kesayetîyên neteweyî û niştimanî yên bakur û rojhilatê Kurdistanê jî dike ku di xweşkirina têkilîyên îdareyên xweser yên başûr û rojavaya Kurdistanê da hevkar bin, destekdar bin û rênîşandar bin.
KNK herweha bi bîr û hizireke bilind ya neteweyî û niştimanî daxwaz û tikayê ji rêvebirîyên polîtîk û îdarî yên xweser yên başûr û rojavayê Kurdistanê dike ku di nav xwe da, di cografyaya ku lê hukûm dikin da, huqûq û edaletê serdest bikin, maf, azadî, wekhevî û demokrasîyê pêşve bibin, kamil bikin û di hemû waran da jîyaneke bi huzûr û refaheke têr û tejî ya layiqî xelkên welêt pêkbînin.
KNK li ser têkoşîna azadî û rizgarîyê ya li bakur û rojhilatê Kurdistanê bi baldarî radiweste û herdaîm piştevan e û xwazyar e ku dînamîkên neteweyî û niştimanî xwe bikin yêk ku bi vê hêza hevgirtî bikarin bigihine xwezî û daxwazên xwe.
KNK gazîyeke germ li Kurdistanîyên li meydanên dîasporayê jî dike ku ji bo jîndemana xwe ya etnîk di nav xebatên xurt da bin û bi vê dînamîzma xwe xizmeta pêşxistina doza Kurdistanê bikin.
KNK digel hemû zor û zehmetî, kêm û kasî, qusûr û xeletîyên navxweyî yên di pêvajoya azadî û rizgarîya Kurdistanê da rû didin, geşbîn bin û daxwazê ji xelkên Kurdistanê jî dike ku ji paşeroja xwe hêvîdar bin û her bi çi halî be xebata pêkanîna tifaqa mezin ya navxweyî, sist nekin û fişarê bibene ser hemû rêxistinên polîtîk ku berjewendîyên neteweyî û niştimanî, di ser her tiştî da bigirin û bo pêkanîna vê yêkîtîya mezin kar û xebateke xurttir bikin.
KNK rastbîn e û dizane ku hem bi hebûna xwe û hem jî bi van hemû xebatên hatine kirin jî, yêkîtîya mezin ya seranserî hêj jî pêknehatîye û ji ber hindê jî, KNK di pêdivîya jîyanî ya pêkanîna tifaqa mezin ya navxweyî da dê bi israr be.
KNK di bîst salîya xwe da careke dî û bi giringî, ji baskê partî û rêxistinan bigirin heta hemû dem û dezgehan û medyayê, bangî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dike ku di ber bi avakirina tifaqa mezin da, erkên xwe bînin cih û xelkên Kurdistanê bigihînin vê xewn û xiyala dîrokî.
KNK di vê bîst salîya xwe da careke dî dixwaze balê bikêşe ser zehmetîyên dijwar yên pêkanîna yêkîtîya navxweyî. Lê divêt ev zor û zehmetî, gir û giriftarî nebin sebebê bêhêvîtîyê û divêt daîm bawerî, hêvî û daxwaza pêkanîna tifaqa mezin bête bilind kirin û xebata di vî warî da bête xurt kirin.
KNK di bîst salîya xwe da, bi çavekî rexneyî li xwe jî dinêre û piştî tecrubeya bîst salan ji bo bi dest ve anîna armanca tifaqa herî mezin ya navxweyî dê di nav xwe da jî, nûbûneke esasî û berfireh pêkbîne û bi hêz û enerjîyeke xurttir xwe bide ser kar û xebata vê pêkanîna yêkîtiya mezin ya neteweyî û niştimanî.
Li ber van hemû pêşhatin, pêşkevtin, bûn û bûyer û rûdanan, bîst salîya KNKê li hemû endamên KNKê û xelkên Kurdistanê pîroz be.

Bijî yekîtîya neteweyî û niştimanî.

Konseya Rêvebir ya KNKê
24 Gulan 2019, Bruksel
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 رۆژی دەرچوون: 24-05-2019
🏟 پارت / لایەن کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📄 جۆری دۆکومێنت⊶ زمانی یەکەم
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
📄 شێوازی دۆکومێنت📠 چاپکراو
🗺 وڵات - هەرێم بەلژیک

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 99% ✔️
99%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: May 24 2019 9:21AM تۆمارکراوە
👌 ئەم بابەتە لەلایەن: (زریان سەرچناری)ەوە لە: May 24 2019 2:12PM پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (زریان سەرچناری)ەوە لە: May 24 2019 2:12PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 269 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ

Bîst salîya KNKê pîroz be

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
📝 بەڵگەنامەکان
1.👁️بیست ساڵەی کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان پیرۆز بێت!
☂️ پارت و رێکخراوەکان
1.👁️کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️24-05-2019
📂[ زۆرتر...]
📝 Daxuyanîya KNK ê li ser encamên helbijardinên başûr ji bo parlemanê Îraqê | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
✍️
Daxuyanîya KNK ê li ser encamên helbijardinên başûr ji bo parlemanê Îraqê
📝 بەڵگەنامەکان

Li ser encamên ragehandina komîsiyona bilind a serbixweya helbijartinên Îraqê li 14-05-2018 an, ya helbijartinên giştî yên Îraqê li 12-05-2015, rewşeke siyasî ya ne li bar li başûrê Kurdistanê serî hilda.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, di destpêkê de biryara hinde da kul i hember hilbijartinên Îraqê li başûrê Kurdistanê bê alî be. Ji ber ku başûrê Kurdistanê kiyanekê siyasî xwebirêveber heye. Daxwaz û ûmêda me ew bû ku hilbijartin li başûrbak û bê gire û bê arîşe derbaz bibe û herweha hemû alî hewl bidin beramber hikûmeta Îraqê ewên ku bi çörek dijberiya mafên neteweyî û demokratîyên xelkê Kurdistanê dikin, yek helwîst û yek deng bin.
Piştî ragehandina serencaman şeş 6 rêxistiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ji wan ( Goran, Komela Îslamî, Yekgirtiya Îslamî, Bizava Îslamî, Hevpeymanî ji bo demoktasî û dadperwerîyê û Parta Şû´î ya Kurdistanî.) li 17 -05 -2018 an li ser astê parêzgeha Silêmanîyê nerazîbûna xwe nişan dan û serencaman bi rast û drust nizan in. Herweha nûnerên wan her 6 alîyan li Hewlêrê jî civîyan û heman peyam ragihand. Lew li ser astê başûrê Kurdistanê bi giştî doxeke bê dengîyê li hember wan daxwaziyan xweyaye û ew jî cihê diltengîyê ye.
Hevwelatiyên başûr bi taybetî û Kurdistanî bi giştî wê dizanin ku piştî buyerên 16 ê Oktobera 2018 an rewş û doxeke ne seqamgîr, ne tebayî, tundutîjî û bê biryariyê ya li başûrê Kurdistanê didome. Hêvîyek hebû ku beşdarîya hêzên başûr di hilbijartinên seraserî yên Îraqê de bi corekî Kurdistanî ji hev du nêzîk bike û di rêya yek helwîstî û yek dengî û pilaneke hevpar da wan qeyran û ziraran verevîne. Lê mixabin heta îro jî qeyran û kirîzên başûr hîn aloztir û kûrtirin.
Li ser vê rewşa li başûrê Kurdistanê heyî KNK daxwaz ji hemû alîyên başûr bi taybetî û tev Kurdistana mezin dike ku bi giyan û riheke lêborîn û paşerojbînî û berjewendîya neteweyî û niştîmanîya berfireh bi hev re bbikevne nava deyalogeke demokratîk û zelal û çarenivîshembêz.
Di vê hole de her core çareserîyek, her ji dubare vavartin û hejmartina dengan û îtifaqeke dadperweriyane ku bi xer û qezenca xelk û Kurdistanê be, ne tekkes û viyana partayetî berçav bête girtin.
Niha ew dewletên Kurdistan dagîrkirine di nava kirîzên mezin de ne. ew hewl didin ku xelkê Kurdistanê jî di xebata niştîmanperwerî- welatparêzîya xwe dûr bixe û me pavêjne nava kirîz û qeyranên xwe da. Ji ber vê yekê persîva drust a pilanên dagîrkeran , tenê rêzgirtina yekîtiya neteweyî û ploralizma siyasî û herweha li ser encamên proseya demokratîk.
Em pêwîste li başûrê Kurdistanê bikaribin rihûrîşe ûsînûrên hizbatîya berteng û navçeperêsî derbaz bibin heta ku başûr bibe kelheke xurt û bi hêz û hêza xebata neteweyî û niştîmanîya Kurdistanê li dijî dagîrkeran. Bi taybetî ku di roja îro de hal û rewşa wan ber bi jêr de diçe. Hunerê şûreûgêrî û demokratîxwazîyê ewe ku bi çi awayî be nekevîne nava ejindayên dagîrkeran.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK ji hemû hevwelatî, civaka Kurdistaî, grup û alîyên siyasî û tev rêxistiyên sivîl û rewşenbîrî yên başûr û Kurdistana mezin dixwaze û bang dike:- ku xwe ji zimanê nesiyasîyê zivir û birîndarker, li zimanê tundûtîjî û bi taybetî ji kar û kiryarên dirbeyî bi dûr bigrin. Berovajî vê doxa dijwara niha bikene ezmûneyek jib o nîşandana dilpakî, serrastî û dilsozbûnê li hember xwîna pîroza neteweya me û jib o paşeroja Kurdistanê.
KNK e, tekez dike ku pir girînge peyama başûrî ji bo hevwelatîyên Îraqê û ji bo aliyên siyasî yên heyîn, peyama Aşitî, birayetî û rêzgirtin ji mafê mirov û serwerîya her kesekî be.
Piştî 3 sê heftiyên pêş, bakûrê Kurdistan û li Tirkiyê gelê me dikeve nava hilbijartinekê de. Bakûre Kurdistanê di bin zext û fişareke mezin û giran a hukmî nizamî û totalîtariya Ardogan û dewleta wî de ye, şert û mercên niştîmanî û neteweyî yên li başûrê Kurdistanê persîva dirust bi rêveberîya ne dadperweriya Tirkiya yê dibe.
Di nava kirîz û qeyranên rojhilata navîn de gelekî girîng e, Em bi hev re Kurdistanê bikine mêrga aramî ûseqamgîriyê û azadîxwazîyê. Ev kar bi îradeyeka siyasî dikare berqerar be, ku berjewendiya niştîmanî berçav bête girtin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan - KNK
18-05-201818-05-2018 - Broksel
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 رۆژی دەرچوون: 18-05-2018
🏟 پارت / لایەن کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
📄 شێوازی دۆکومێنت📠 چاپکراو
🗺 وڵات - هەرێم⬇️ باشووری کوردستان
🗺 وڵات - هەرێم🌏 دەرەوە
🗺 وڵات - هەرێم🇮🇶 ئێڕاق

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 97% ✔️
97%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (نالیا ئیبراهیم)ەوە لە: May 19 2018 11:45AM تۆمارکراوە
👌 ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: May 19 2018 12:15PM پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: May 19 2018 12:15PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 866 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ
Daxuyanîya KNK ê li ser encamên helbijardinên başûr ji bo parlemanê Îraqê
📝 بەڵگەنامەکان

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
📝 بەڵگەنامەکان
1.👁️سەبارەت بە سەرئەنجامی هەڵبژاردنەکانی باشوور بۆ پارلەمانی عێراق
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️18-05-2018
📂[ زۆرتر...]
📝 Hişyarî û Banga KNKê - Dewleta Tirk Şa nekin! | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
✍️

Hişyarî û Banga KNKê - Dewleta Tirk Şa nekin!

Dewleta Tirk a di bin rejîma faşîst, nijadperest û dij Kurd ya AKP-MHPê de, îro bi hemû hêza xwe dixwazê destkevtiyên gelê Kurd têk bibe. Di serî de li dijî Bakur û Rojavayê Kurdistanê Dewleta Tirk li dij destkevtîyên Başûrê Kurdistanê jî di nav şerekî de ye. Li Başûrê Kurdistanê hewl dide ku bi rêya afirandina nakokiyan, siyaseta Kurd lewaz bike da ku pevçûnê di navbera hêzên Kurdan de bi pêş bixe, zext û şantajan li ser siyaseta Kurd pêk tîne.
Dewleta Tirk di siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn û cihanê de ketiye qonaxeke xeternak a tekçûyînê. Di siyaseta derve de jî hemû bazirganiya xwe li ser dijbertiya Kurdan ava kiriye. Zext û zora li ser Kurdistanê zêdetir dike.
Berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kirîz û aloziya dewletê kûrtir dike. Gelê me li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bi rihê niştîmanî û neteweyî piştgriyê didin vê berxwedanê. Dewlet dixwaze berxwedana Kurdan a serkeftî bi destên sîyaseta Kurd li Başûrê Kurdistanê bişkîne. Yanî sîyaseta “parçe bike û bi rê ve bibe” dimeşîne. Ew karekterê dewleta Tirk a dagirker, karektereke nû nîne.
Lê mixabin dewleta Tirk gav bi gav siyaseta xwe ya li dijî Kurdan, li Başûrê Kurdistanê bi pêş dixe. Piştî bêdengiya desthiladariya siyasî ya li deverên Behdînan, niha li deverên YNKê jî siyaseta ku zerarê dide berjewendîyên Kurdan bi pêş dikeve.
Herî dawî di 11ê Çile de qedexekirina bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ya li Silemaniyê vê rastiyê piştrast dike. Balkêşe ku li paytexta Fransa Parîsê, şaredarîya bajarê mezin dîmenên Sakîne Cansiz bilind dike, lê li Silemanî ev tê qedexekirin. Beriya demekî jî, nûnertîyên Tevgera Azadî hatibûn girtin.
Em dibinîn ku YNK di demên dawîye de bi polîtîkayên xwe yên di derbarê siyaseta yekîtiya neteweyî de, gav bi gav dikevê nava kemasiyên cidî. Em bang li YNKê dikin ku bila wan kemasiyên xwe sererast bike û di mijara yeketiya neteweyî de xwedî helwest be.
Siyaseta dewleta Tirk a parçekirina hêzên Kurd, ji ber lewaziya vê helwestê pêk tê. Pêwîst nîne siyaseta Kurd temenê rejîma pûç dirêj bike.
Kurd îro dikarin bi siyaseteke yekrêzî pêşiyê li stratejiya Dewleta Tirk a li dij Kurdan bigrin, ji ber ku dewleta Tirk îro di hemû aliyan de di nav qeyraneke kûr û dîrokî de ye. Dewleta Tirk ne tenê li serê Kurdan, lê belê li serê hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bûye bela, xeterî û tehdît. Dem ew dem e ku em Kurd bi hev re dewleta ku mafê hebûnê nade gelê me, têk bibin.
Konseya Revebir ya KNKê
15-01-201915-01-2019
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 رۆژی دەرچوون: 15-01-2019
🏟 پارت / لایەن کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
📄 شێوازی دۆکومێنت📠 چاپکراو
🗺 وڵات - هەرێم بەلژیک

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 99% ✔️
99%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (نالیا ئیبراهیم)ەوە لە: Jan 24 2019 3:36PM تۆمارکراوە
👌 ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Jan 24 2019 3:43PM پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Jan 24 2019 3:43PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 346 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ

Hişyarî û Banga KNKê - Dewleta Tirk Şa nekin!

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
📝 بەڵگەنامەکان
1.👁️ئاگادارکردنەوە و بانگی کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان: دەوڵەتی تورک شاد مەکەن!
☂️ پارت و رێکخراوەکان
1.👁️کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️15-01-2019
📂[ زۆرتر...]
📝 KNK بانگەوازیەک ئاراستەی هەموو لایەنەسیاسیەکوردییەکان دەکات - 06-08-2014 | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ کوردیی ناوەڕاست
✍️
KNK بانگەوازیەک ئاراستەی هەموو لایەنەسیاسیەکوردییەکان دەکات - 06-08-2014
📝 بەڵگەنامەکان

جارێکی تر بانگی هێزە سیاسیەکان و گەلی کورد بەگشتی دەکەین، هەرچی زووە هێزی پاراستنی نەتەوەیی هاوبەش سازبکرێ. دوا بەدوای هێرشی داگیرکەری چەتەکانی داعش بۆ سەر شنگال، دیسانەوە گرنگی و زەروریەتی نەتەوەیی لەژێر چەتری ئەو یەکیێتیەدا، سازدانی هێزی پاراستنی هاوبەشی نەتەوەیی سەرهەڵدەدات. ئەم پرسە بە شێوەیەک کە پەلەی لێبکرێ بۆهەمان ئەو پێویستیە کەوتە نێو رۆژەڤی ئێمەی کوردەوە.
لە و سەروبەندەدا ئاشکرابوو کە لەو شەڕە گەورەیەدا، گەلی کورد و کوردستان ئامانجێکی سەرەکیە تێیدا. ئەزانرێ کە ئەوهێرشانەی پێشووتر، بە ئامانجی لەناوبردنی شۆڕشی رۆژاوای کوردستان لە سەرێکانی پێکهات. هێرشەکەی تریان بە پلانکراوی دوای داگیرکردنی موسڵ لە دژی کۆبانی بە ئەنجامگەیێنرا. ئەمڕۆش، لە دژی شنگال و دەستکەوتەکانی گەلی کورد لە باشوری کوردستان لە هێرشکردندان و هەردێ و هێرشەکانیان بەرفراوان و دژوارتر دەبن. پێویستە کورد، پارتە کوردیەکان و رۆناکبیرانی کورد. چەتەکانی داعش، وەکو کۆمەڵێکی توندڕەوی ئاینی و خەیاڵی سەیر نەکەن و واش بە بچوکی وەک هێزێکی گوزەر نەنرخێنن. داعش دەرەنجامی ستراتیژیەتێکی نەگریسی چەپەڵە لە دژی هەموو گەلانی رۆژهەڵاتی ناوەڕاست لەو گەمەیە گەورەیەدان. هەر بۆیە چەتەکانی داعش، بە بلانڕێژی و پرۆگرامی توکمەو ئامانجدار دەجووڵێرێ و بەکاردەهێنرێن.
پێش چەند رۆژێک، میتی دەوڵەتی تورکیا رایگەیاند، کە; شنگال بووەتە قەندیلی دووەهەم;. هەر دوای ئەو راگەیێنراوەی دەزگای;میت; بە چەند رۆژێک چەتەکانی داعش هێرشیان بۆ سەر شنگال هێنا. دوابەدوای هەوڵی بەشداری YPG و YPJ لە ناوچەکا، هێزە لەشکریەکانی کورد بە گشتی لە یەک سەنگەردا کۆبوونەوە و لوولەی تفەنگەکانیان ئاراستەی داعشیەکان کرد.
ئەمڕۆ، هێرشی چەتەکانی داعش لە سەر سنووری باشوری کوردستان لە رەبیعە، حەسەکە تاوکو دەگاتە شنگال بەرفراوانتر بوون. ئەمە وا دەردەکەوێ کەرۆژئاوا، باشور و بەگشتی تەواوی پارچەکانی کوردستان و هەموو دەستکەوتەکانی گەلانی کوردستان، نرخ و پیرۆزیەکانی گەلی کورد و ئاشوری-سریانی- کلدانی، ئەرمەنی، تورکمان، عەرەب لەژێر مەترسیدان. بۆ ئەم مەبەستە ئێمە جارێکی تر بانگی هێزە سیاسی و تەواوی گەلی کورد دەکەین کە یەکێتی نەتەوەیی سازبکەن و لەژێر چەتری ئەو یەکیێتیەدا هێزگەلی پاراستنی نەتەوەیی هاوبەش و هەماهەنگ وەک پێویستیەکی ژیانی هەرچی زوووە سازبدرێ.
ئێمە لە کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان – KNK، بەرخۆدان و تێکۆشانی خەڵکی شنگال وهەلوێستی لاوان و گەنجانی کورد کە لە هەر چوارپارچەی کوردستان، ئەوانەی کە دەنگیان بەرزدەکەنەوە کە فریای شنگال بکەون، سڵاو دەکەین. دووبارە ئێمە لە کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان – KNK، بانگی هێزە سیاسەکان وتێکڕای پێشەنگانی گەلی کورد دەکەین هەرچی زووە یەکڕیزی خۆمان سازبدەین و بۆ پاراستنی نرخ و بەها و پیرۆزیەکانی گەلی کورد بەگشتی، شان بەشانی یەکتری و بەیەک دەنگ و یەک ستراتیژی لە دژی دوژمنانمان تێبکۆشین.
کۆنسەی بەڕێوەبەری کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان – KNK
⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ کوردیی ناوەڕاست

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 70% ✔️
70%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Aug 6 2014 9:33PM تۆمارکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Aug 6 2014 9:34PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
⚠️ ئەم بابەتە بەپێی 📏 ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
👁 ئەم بابەتە 8,101 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ
KNK بانگەوازیەک ئاراستەی هەموو لایەنەسیاسیەکوردییەکان دەکات - 06-08-2014
📝 بەڵگەنامەکان

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
☂️ پارت و رێکخراوەکان
1.👁️کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📂[ زۆرتر...]
📝 KNK راگەیەندراوێک لەبارەی دۆخی مەخمور و هەماهەنگی پێشمەرگە وگەریلا بڵاودەکاتەوه | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ کوردیی ناوەڕاست
✍️
KNK راگەیەندراوێک لەبارەی دۆخی مەخمور و هەماهەنگی پێشمەرگە وگەریلا بڵاودەکاتەوه
📝 بەڵگەنامەکان

با هەموومان لە رێکەوتنی نەتەوەیی و نیشتیمانی بەرخۆدانی مەخمور، خاوەندارێتی بکەین.
لە سەر لە بەیانی ئەمڕۆوە بە دواوە، لە پێناو پاراستنی مەخمور، گەریلاکانی (ه پ گ) هێزی پاراستنی گەل، (ی ژ ئا – ستار) یەکینەکانی ژنانی ئازاد – ستار و پێشمەرگەکانی (ی ن ک) و (پ د ک)، تێکۆشان و بەرخودانی هاوبەش لە یەک سەنگەر دا دەست پێدەکەن.
ئێمە بۆ ئەو هەماهەنگی و یەک سەنگەریەی پارێزەرانی خاک و وڵاتی کوردستانیان سڵاو ئەکەین. لە هەمان کاتدا ئێمە یەک سەنگەری گەریلاکانی ه پ گ، ی ژ ئا – ستار و پێشمەرگە نەبەزەکانی ی ن ک و پ د ک بە مایەی ئازادی گەلی کورد دەبینین، تێکۆشان و بەرخۆدانی هاوبەشی ئەوان بە هەنگاوێکی پیرۆز دەنرخێنین.
لەو باوەڕە داین کە ئەو هەماهەنگی و رێکەوتنەی لە نێوان هێزە چەکداریەکانی کوردستان لە بەرەکانی مقاومەت و پارێزگاری گەل و نیشتیمان پێکهاتووە، لە کاتێکی نزیکدا لە سەرانسەری کوردستان ئەو یەکێتی و یەکڕیزی یە باڵئەکێشێتە سەر تەواوی ئاستە سیاسی و کۆمەڵایەتیەکانی کوردستان. بۆ ئەم مەبەست و پێوەرە ئومێد بەخشە، ئێمە بانگی گەلی کوردستان بە گشتی دەکەین کە بە دڵسۆزی و گیانفیدایی وبە هەست بەبەرپرسیاریەتیکردنەوە، تێکۆشان و یەکسەنگەری هێزەکانی گەریلا و پێشمەرگە خاوەندارێتی بکەن.
سەرکەوتنی گەلەکامان لە رۆژئاوای کوردستان لە بەرامبەر چەتە تیرۆرستەکان، شایەتی ئەوە دەدەن کە هیچ هێز و رێکخستنێک ناتوانێ زەفەر بەهێزی لەبننەهاتو و قارەمانێتی مێژووی کوردستانیان ببات. خۆڕاگری و جەنگاوەری هاوبەشی گەلانی کوردستان، هەمیشە هێزی دوژمنانیان تێکشکاندووە. چەتە تیرۆرستەکانیش وەکو شمشێری دەموکلێس و داقوقی هیماندی لە دژی گەلان بەکاردەهێنرێن، بۆ ئەوەی حیسابیان بۆ بکرێ، لە رێگای میدیا کانیانەوە گەورە دەکرێن و بە هێزێکی لەبننەهاتوو پیشانی دونیایان دەدەن.
ئەو چەتە تیرۆرستانە، لە رۆژئاوا تێکشکێنران، ئێستاش ئەیانەوەی رق و کینی ئەو دۆڕاندنەیان لە باشور تۆڵە بکەنەوە. لە شنگال دەستیان بە هێرشی دڕندانەی خۆیانیان کرد و ئەیانەوەی بەرەو شارەکانی تری کوردستان هەڵکشێن.
لە شنگال، بەرخۆدانی یەکینەکانی پاراستنی گەل (ی پ گ) و یەکینەکانی پاراستنی ژنان (ی پ ژ) لە هەرچوارپارچەی کوردستان بە جۆش و خرۆش و دڵخۆشیەوە دەنگی دایەوە. ئەمڕۆ لە مەخموریش، رێکەوتنی تێکۆشان و ویەکسەنگەری، لەسەر بنەمای هەمان ئەو باوەڕی و جۆش و خرۆشە مەزنە بێکهاتووە. بۆیە ئەم سەرکەوتنە مەزن و مێژووییانە بەرفراوانتر دەبن.
لەو قۆناغە گرنگ و مێژووییە دا، بانگی هێزە سیاسی و رێکخراوە مەدەنیەکان بە گشتی دەکەین کە لە بەرامبەر ئەم هەنگاوە پیرۆزەی پاراستنی نەتەوەیی و نیشتیمانیە، ئەرک و بەرپسیارێتی خۆیان جێبەجێ بکەن.
گومانی تێدا نی یە کە یەکیەتی، یەکڕیزی و هاوسەنگەری ئازادی و سەرفەرازی مسۆگەر دەکات.
ئێمە بانگی هێزە هەرێمی و نێودەوڵەتیەکان دەکەین، ئەو یەکیەتیە نەتەوەیی و نیشتیمانییەی کە لە کوردستان سەریهەڵداوە وەکو تەهدیدێک چاولێنەکەن، بەڵکو وەکو مسۆگەرکردنی ئاشتەوایی لە رۆژهەڵاتی ناوەڕاست مامەڵەی لەگەڵدا بکرێ. ئەم هەنگاوە مێژووییە وەک دەرفەت وهێزی هاتنەکایەوەی ئاشتی وئارامی لە هەرێمەکە دا بنرخێندرێت، هەروەها لە بەرامبەری ئەوەش بەرپرسیاری و ئەرکداری بەجێبگەیەنرێن.
داعش، دەستەیەک چەتەن کە لە کوردستان و رۆژهەڵاتی ناوەڕاست دا کردارو تاوانی دژە مرۆیی ئەنجام دەدەن. لە بەرامبەر ئەم ماشێنی تاوان و دڕندانەیە، پێویستە هێزەکانی هەرێمی و ئێودەوڵەتی هەڵوێستی دژە تیرۆری خۆیان جێبەجێبکەن. ئەو دەوڵەتانەی کە ئەو چەتە دڕندانەی داعش ئاکتیڤ دەکەن و یارمەتیان دەدەن، بە بەرپەرچدانەوەی سیاسی – ئابوری و دیپلۆماتیک و یاسایی زسا بدرێن.
لە بەر ئەوەی کە چەتەکانی داعش، بە یارمەتی دان و ئاکتیڤکردن لە لایەن چەند وڵاتێکەوە دروستکراون و بە هاوکاری ئەوان تاوانی گەورەیان دژبە بەشەریەت ئەنجامداوە، لەو چوارچێوەدا ئێمە چاوەڕوانی لە سەروویانەوە : لە نەتەوە یەکگرتوەکان، هەمو هێزە نێونەتەوەییەکان، خەمخۆرانی مرۆڤایەتی کە هاوکاری مرۆیی و پێداویستیەکانی پاراستن هەرچی زووە بگەیەنرێنە ناوچەکە و زەرەرپێکەوتوانی ئەو تاوانە دژ بە مرۆڤایەتیە لە کوردستان.
بۆ ئەم مەبەستە، ئێمە لە کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان کنک، ئەو رێکەوتنەی نێوان هێزە کوردستانیەکان و ئەو هێزانەی کە تێکۆشان و بەرخۆدان دەکەن بۆ پاراستنی گەل و وڵات، جارێکی تر سڵاو دەکەین و بە پیرۆزیەکی مەزنەوە دەینرخێنین و بە ئومێدی سەرکەوتن.
کۆنسەی بەڕێوەبەری کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان
08-08-2014 برۆکسل
⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ کوردیی ناوەڕاست
📅 رۆژی دەرچوون: 08-08-2014
📄 جۆری دۆکومێنت⊶ زمانی یەکەم
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی ناوەڕاست
🏙 شار و شارۆچکەکان⚪ مەخموور
🗺 وڵات - هەرێم⬇️ باشووری کوردستان

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 93% ✔️
93%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Aug 9 2014 1:06AM تۆمارکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (بەڕێوەبەری سیستم)ەوە لە: Jan 7 2017 11:49PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 8,748 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ
KNK راگەیەندراوێک لەبارەی دۆخی مەخمور و هەماهەنگی پێشمەرگە وگەریلا بڵاودەکاتەوه
📝 بەڵگەنامەکان

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
☂️ پارت و رێکخراوەکان
1.👁️کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️08-08-2014
📂[ زۆرتر...]
📝 KNK: CEJNA REMEZANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE! | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
✍️

KNK: CEJNA REMEZANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

Sibe cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Erînê niha jî berê xwe yên dagirker dane Başûrê Kurdistanê. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewame. Li hember êrîşên dagirkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadîyê û berxwedana gelê me, bi hemî awayî berdewam diki.
Mixabin di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ewe ku yên êrîşa dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nişandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.
Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.
Em bi hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, sêrîde li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li alema Islamê pîroz dikin.
Konseya Rêvebir ya KNK
03-06-201903-06-2019
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 رۆژی دەرچوون: 03-06-2019
🏟 پارت / لایەن کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
📄 شێوازی دۆکومێنت📠 چاپکراو
🗺 وڵات - هەرێم بەلژیک

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 99% ✔️
99%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Jun 3 2019 1:25PM تۆمارکراوە
👌 ئەم بابەتە لەلایەن: (زریان سەرچناری)ەوە لە: Jun 5 2019 12:31PM پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (زریان سەرچناری)ەوە لە: Jun 5 2019 12:31PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 171 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ

KNK: CEJNA REMEZANÊ LI GELÊ ME Û LI HEMÎ ALEMA ISLAMÊ PÎROZ BE!

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
📝 بەڵگەنامەکان
1.👁️کەنەکە: جەژنی رەمەزان لە گەلی کوردستان و هەموو جیهانی ئیسلامی پیرۆزبێت
☂️ پارت و رێکخراوەکان
1.👁️کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️03-06-2019
📂[ زۆرتر...]
📝 KNK: Li ser Terteleya Dêrsimê | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
Berî 82 salan, ji heft heyvî heta 70 salî xelkê Kurd li Dêrsimê hate qir kirin. Komkujîyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dêrsim û Dêrsimîyan hate anîn. 4ê Gulana 1937an bi biryara fermî ya dewlet û hukûmeta Tirk, êrîşeke mezin ya leşkerî bi armanca ji navbirina xelkekê hate kirin. Dewlet û hukûmeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî, ji erd û esmanan êrişî Dêrsimê kir. Bi hezaran Dêrsimî kuştin, hind jî birîndar û bi hezaran jî bi darê zorê dane koç kirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, bi belge hate kirin. Tiştekî wisa li çu derê dinyayê nehatîye dîtin. Ya ku dewlet û hukûmeta Tirk bi serê xelkê Kurd li Dêrsimê anî çu dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertinn û kirin Tuncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenodsîda mezin bi kul e û çu caran ji bîr nakin û divêt ji bîr jî nekin. Kurd divêt hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe da adeta bikolin ku çu caran jê neçe.
KNK di 4ê Gulanê da vê jenosîda bi serê xelkê me li Dêrsimê hatîye anîn, piştî 82 salan jî bi hemû hêza xwe ve careke dî şermizar dike. Berpirsiyarên dewlet û hukûmeta xwûnxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtîya li ser xelkê me hatîye kirin, rûpelekî reş yê dîroka bi xwîn ya dewlet û hukûmeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj da divêt xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî da biryardêr bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.
Hesaba jenosîda Dêrsimê divêt ji dijmin bête pirsîn.
Jenosîda Dêrsimê nayê ji bîr kirin, divêt neyê ji bîr kirin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
4 Gulan 2019, Bruksel
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 رۆژی دەرچوون: 04-05-2019
🏟 پارت / لایەن کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📄 جۆری دۆکومێنت⊶ زمانی یەکەم
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
🗺 وڵات - هەرێم بەلژیک

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 99% ✔️
99%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: May 21 2019 1:37PM تۆمارکراوە
👌 ئەم بابەتە لەلایەن: (زریان سەرچناری)ەوە لە: May 21 2019 8:00PM پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (زریان سەرچناری)ەوە لە: May 21 2019 8:00PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 132 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ

KNK: Li ser Terteleya Dêrsimê

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
📝 بەڵگەنامەکان
1.👁️کەنەکە: لە یادی کۆمەڵکوژی دێرسیمدا
☂️ پارت و رێکخراوەکان
1.👁️کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️04-05-2019
📂[ زۆرتر...]
📝 KNK’ê salvegera damezirîna xwe pîroz kir | 🏷️ پۆل: بەڵگەنامەکان | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
✍️

KNK’ê salvegera damezirîna xwe pîroz kir

Kongreya Netewî ya Kurdistanê salvegera 20’an a damezirîna xwe bi daxuyaniyeke niviskî pîroz kir û got, ‘’Îsal KNK’ê bîst salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşiya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.’’
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) salvegera damezirîna xwe ya 20’an bi daxuyanyiyeke niviskî pîoz kir. KNK’ê di daxuyaniyê de got, ‘’ KNK ji ber hewcehiyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û vucût dît. Di wê salê da hem hêviya azadîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê geş bû hem jî êrişkariyeke bêtixûb ya neyarên doza Kurdistanê hebû.’’
‘KNK JI BER HEWCEHIYEKE MEZIN A TIFAQA NAVXWEYÎ DERKETE MEYDANÊ’
KNK’ê got,‘’Di dawiya sedsala 20’an da bizava azadî û rizgariyê ya miletê Kurd di durêyankeke wisa da bû ku hewcehî bi yêkîtiyeke mezin ya neteweyî û herweha niştimanî didît. Piraniyeke giran ya dînamîkên polîtîk yên bizava neteweyî ya miletê Kurd, digel berpirsiyarên dî yên pêkhateyên Kurdistanê, bi rênîşaniya tecrubeyên berê, ji bo yêkîtiyeke nû gav avêtin û di 24’ê Gulana 1999’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK ava kirin.
KNK ji ber hewcehiyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û vucût dît. Di wê salê da hem hêviya azadîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê geş bû hem jî êrişkariyeke bêtixûb ya neyarên doza Kurdistanê hebû. Di serî da hejmareke bilind ya temsîlkarên miletê Kurd û herwisa berpirsiyarên pêkhateyên dî yên Kurdistanê destên xwe dane hev û avabûna KNK’ê di kombûna li Hollandê da îlan kirin. Bi avêtina vê gava mezin ya di warê tifaqa navxweyî da hem şuûr û manewiyata miletê Kurd û xelkên Kurdistanê hate bilind kirin hem jî beramberî neyarên Kurdistanê hêz û îradeyeke hevgirtî ya navxweyî hate nîşandan. ‘’
‘JI BO ŞUÛRA NETEWÎ Û NIŞTÎMANÎ SERWEXTIYEKE MEZIN PÊK ANÎ’
KNK’ê di daxuyaniyê de got, di van 20 salan de ,da ku ew tifaqa herî fireh ku biçûk mezin hemû dînamîkên navxweyî tê da cih bigirin, kar û xebateke berbiçav kir û domand, ’’Ji bo ku şuûra neteweyî û niştimanî xurt bibe, di nav xelkên Kurdistanê da serwextiyeke mezin pêkanî. Di warên polîtîk, sivîl, ziman û bi giştî kulturê da, kêm jî bin, xebatên giring hatin kirin. Helbet di nav vê bizava dînamîk da xeletî, kêm û kasî û qusûr jî hatin kirin. Lê di xeta esasî ya bi dest ve anîna tifaqa neteweyî û niştimanî da xebat nehate sist kirin û hewildan bi xurtî hatin domandin.’’
Îsal KNK’ê bîst salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşiya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.’’
’KNK BIHAYEKÎ MEZIN DIDE KAR Û XEBATÊN DIDE ENDAMÊN KNK’Ê’’
KNK’ê bi berdewamî di daxuyaniyê de wiha got:
’’Ji roja avabûnê heta vê gavê, partiyên polîtîk, organîzasyonên sivîl û kesayetiyên neteweyî û niştimanî xizmeteke mezin kirîne. Bi sedan kes di dewreyên cuda da bûne endamên KNK’ê. Di vê prosesa avabûn û xebatê da keda wan hemûyan heye û ev keda wan, xizmeta wan bihadar e. Di dirêjiya van bist salan da hejmarek endamên KNK’ê jî koça dawiyê kirine û KNK wan bi dilgermî bi bîr tîne. Gelek kesan endametî kirine û gelek kes jî vê gavê endamên KNK’ê ne. KNK bihayekî mezin dide kar û xebata wan hemûyan û spasdar e.
’’KURDISTANÎ DIVÊ DI NAVA XWE DE YEK BIN’
KNK di bîst saliya xwe de, ji bo gihiştina azadî û rizgariya Kurdistanê bi hêvî ye. Lê KNK her wiha jî dixwaze bala hemû Kurdistaniyan bikêşe ser hewildanên fetisandinê yên li dora Kurdistanê jî. Lewma KNK dixwaze miletê Kurd û pêkve xelkên Kurdistanê beramberî neyarên Kurdistanê, dijî polîtîka û êrişkariyên dewletên Tirkiye û Îranê, desthilatdarên şoven û nijadperest yên li Bexda û Şamê, di nav hişyarî û baldariyeke bilind da bin. Ev merkezên neyariyê dijî doza Kurdistanê bi hev ra hereket dikin. Li ber vê rastiyê Kurdistanî jî divêt di nav xwe da yêk bin.
BANGA LI RÊVEBERIRYA BAŞÛR Û ROJAVA
Di bîst saliya KNK’ê da, li başûr û rojavayê Kurdistanê rêvebirî û îdareyên xweser pêk hatine û eve di dîroka polîtîk ya Kurdistanê da, di prosesa têkoşîna neteweyî da destkevtên giring û bihadar in. Lê di vê bîst saliya KNK’ê da, bi dilekî şkestî divêt bêjin ku di navbeyna van du îdareyên xweser da tifaqeke ku miletê Kurd û hemû xelkên Kurdistanê jê razî, pêk nehatiye û eve cihê xemeke kûr e. KNK di bîst saliya xwe da ji nîveka dil hawar û gaziyê li rêvebirên polîtîk yên başûr û rojavayê Kurdistanê dike ku ber bi tifaqa mezin ya navxweyî ve gavan biavêjin ku xelkên Kurdistanê pê şa û bextiyar bin û neyar jî pê bişkên. KNK herwisa daxwazê ji partî, bizav, rêxistinên sivîl û kesayetiyên neteweyî û niştimanî yên bakur û rojhilatê Kurdistanê jî dike ku di xweşkirina têkiliyên îdareyên xweser yên başûr û rojavaya Kurdistanê da hevkar bin, destekdar bin û rênîşandar bin.
KNK herwiha bi bîr û hizireke bilind ya neteweyî û niştimanî daxwaz û tikayê ji rêvebiriyên polîtîk û îdarî yên xweser yên başûr û rojavayê Kurdistanê dike ku di nav xwe da, di cografyaya ku lê hukûm dikin da, huqûq û edaletê serdest bikin, maf, azadî, wekhevî û demokrasiyê pêş ve bibin, kamil bikin û di hemû waran da jiyaneke bi huzûr û refaheke têr û tejî ya layiqî xelkên welêt pêkbînin.
KNK li ser têkoşîna azadî û rizgariyê ya li bakur û rojhilatê Kurdistanê bi baldarî radiweste û herdaîm piştevan e û xwazyar e ku dînamîkên neteweyî û niştimanî xwe bikin yêk ku bi vê hêza hevgirtî bikarin bigihine xwezî û daxwazên xwe.
BANGA LU KURDISTANIYÊN LI DÎASPORAYÊ
KNK gaziyeke germ li Kurdistaniyên li meydanên dîasporayê jî dike ku ji bo jîndemana xwe ya etnîk di nav xebatên xurt da bin û bi vê dînamîzma xwe xizmeta pêşxistina doza Kurdistanê bikin.
KNK digel hemû zor û zehmetî, kêm û kasî, qusûr û xeletiyên navxweyî yên di pêvajoya azadî û rizgariya Kurdistanê da rû didin, geşbîn bin û daxwazê ji xelkên Kurdistanê jî dike ku ji paşeroja xwe hêvîdar bin û her bi çi halî be xebata pêkanîna tifaqa mezin ya navxweyî, sist nekin û fişarê bibene ser hemû rêxistinên polîtîk ku berjewendiyên neteweyî û niştimanî, di ser her tiştî da bigirin û bo pêkanîna vê yêkîtiya mezin kar û xebateke xurttir bikin.
KNK rastbîn e û dizane ku hem bi hebûna xwe û hem jî bi van hemû xebatên hatine kirin jî, yêkîtiya mezin ya seranserî hêj jî pêknehatiye û ji ber hindê jî, KNK di pêdiviya jiyanî ya pêkanîna tifaqa mezin ya navxweyî da dê bi israr be.
’KNK BI ÇAVEKÎ REXNEYÎ LI XWE DINERE’
KNK di bîst saliya xwe da careke dî û bi giringî, ji baskê partî û rêxistinan bigirin heta hemû dem û dezgehan û medyayê, bangî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê dike ku di ber bi avakirina tifaqa mezin da, erkên xwe bînin cih û xelkên Kurdistanê bigihînin vê xewn û xiyala dîrokî.
KNK di vê bîst saliya xwe da careke dî dixwaze balê bikêşe ser zehmetiyên dijwar yên pêkanîna yêkîtiya navxweyî. Lê divêt ev zor û zehmetî, gir û giriftarî nebin sebebê bêhêvîtiyê û divêt daîm bawerî, hêvî û daxwaza pêkanîna tifaqa mezin bête bilind kirin û xebata di vî warî da bête xurt kirin.
KNK di bîst saliya xwe da, bi çavekî rexneyî li xwe jî dinêre û piştî tecrubeya bîst salan ji bo bi dest ve anîna armanca tifaqa herî mezin ya navxweyî dê di nav xwe da jî, nûbûneke esasî û berfireh pêkbîne û bi hêz û enerjiyeke xurttir xwe bide ser kar û xebata vê pêkanîna yêkîtiya mezin ya neteweyî û niştimanî.
Li ber van hemû pêşhatin, pêşkevtin, bûn û bûyer û rûdanan, bîst saliya KNK’ê li hemû endamên KNKê û xelkên Kurdistanê pîroz be.[1]’’
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!


🗄 سەرچاوەکان
[1]📃 بەیان و راگەیاندننامە | 🏳️ کوردیی ناوەڕاست | كۆنگره‌ی نه‌ته‌وه‌یی كوردستان

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:📝 بەڵگەنامەکان
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
📅 رۆژی دەرچوون: 24-05-2019
🏟 پارت / لایەن کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📄 جۆری دۆکومێنت⊶ زمانی یەکەم
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
🗺 وڵات - هەرێم⬇️ باشووری کوردستان
🗺 وڵات - هەرێم🌏 دەرەوە
🗺 وڵات - هەرێم⬅️ رۆژئاوای کوردستان

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
✨ کوالیتیی بابەت: 99% ✔️
99%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✔️
ئەم بابەتە لەلایەن: (نالیا ئیبراهیم)ەوە لە: Oct 7 2019 3:14PM تۆمارکراوە
👌 ئەم بابەتە لەلایەن: (ئاسۆ ئەحمەدیان)ەوە لە: Oct 8 2019 12:14AM پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (ئاسۆ ئەحمەدیان)ەوە لە: Oct 8 2019 12:14AM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
👁 ئەم بابەتە 53 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ

KNK’ê salvegera damezirîna xwe pîroz kir

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
☂️ پارت و رێکخراوەکان
1.👁️کۆنگرەی نەتەوەیی کوردستان - کەنەکە
📅 رێکەوت و رووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
1.👁️24-05-2019
📂[ زۆرتر...]
🔤 knkê | 🏷️ پۆل: وشە و دەستەواژە | زمانی بابەت: 🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
✍️
knkê
🔤 وشە و دەستەواژە

⚠️ ئەم بابەتە بەپێی 📏 ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
⚠️ تێبینی: کوردیپێدیا بەهیوایە تەواوی وشە و دەستەواژە کوردییەکانی هەموو شێوەزمانەکان بە پێناسی رێزمانییان و خستنە رستەیانەوە کۆبکاتەوە و وێنەی پێویستیش بۆ زۆریان پەیدابکات، تکایە یارمەتیی کوردیپێدیا بدە...
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!

⁉️ تایبەتمەندییەکانی بابەت - Meta-data
🏷️ پۆل:🔤 وشە و دەستەواژە
🏳️ زمانی بابەت:🏳️ Kurmancî - Kurdîy Bakûr
🌐 زمان - شێوەزار🏳️ کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
🗺 وڵات - هەرێم⬆️ باکووری کوردستان
🗺 وڵات - هەرێم⬅️ رۆژئاوای کوردستان

⁉️ تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
©️ خاوەنی ئەم بابەتە بەسوپاسەوە، مافی بڵاوکردنەوەیی بە کوردیپێدیا بەخشیوە! یان بابەتەکە کۆنە، یاخود بابەتەکە موڵکی گشتییە.
✨ کوالیتیی بابەت: 52% ✖️
52%
✖️
 30%-39%
خراپ👎
✖️
 40%-49%
خراپ
✖️
 50%-59%
خراپ نییە
✔️
 60%-69%
باش
✔️
 70%-79%
زۆر باشە
✔️
 80%-89%
زۆر باشە👍
✔️
 90%-99%
نایاب👏
✖️
ئەم بابەتە لەلایەن: (هاوڕێ باخەوان)ەوە لە: Feb 23 2011 5:20PM تۆمارکراوە
✍️ ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: (بەڕێوەبەری سیستم)ەوە لە: Sep 2 2012 12:13PM باشترکراوە
☁️ ناونیشانی بابەت
🔗
🔗
⚠️ ئەم بابەتە بەپێی 📏 ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
👁 ئەم بابەتە 670 جار بینراوە

✍️ ئەم بابەتە باشتر بکە!
☰ زۆرتر
⭐ بۆ ناو لیستی کۆکراوەکان
💬 رای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!

✍️ گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە!
🏷️ Metadata
RSS

📷 گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
🔎 گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
⠪ بەشکردن
Facebook
Twitter
LinkedIn
Whats App
Viber
SMS
Facebook Messenger
E-Mail
👍
⭐ نرخاندنی بابەت
⭐⭐⭐⭐⭐ نایاب
⭐⭐⭐⭐ زۆر باشە
⭐⭐⭐ باش
⭐⭐ خراپ نییە
⭐ خراپ
knkê
🔤 وشە و دەستەواژە

📚 فایلی پەیوەندیدار: 0
🖇 بابەتە پەیوەستکراوەکان: 0

Kurdipedia.org (2008 - 2020) version: 12.02
| 📩 contact@kurdipedia.org | ✔️CSS3 | ✔️HTML5
| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0,78 چرکە!
☎ +9647701579153 +9647503268282
| ☎ +31654710293 +31619975574