=KTML_Bold=Kurdan li ber avahiya hikumeta Brîtanyayê xwepêşandanek li dar xist=KTML_End=
Kurdên li paytexta Brîtanya Londonê li ber ber avahiya hikumeta Brîtanyayê li Londonê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza rawestandina êrişên li ser taxên #Şêxmeqsûd# û #Eşrefiyê# yên li Helebê, parastina sivîlan û hesabpirsîna ji berpirsên binpêkirin û sûcên berdewam kirin.
Bi dehan Kurdan li ber avahiya Himumeta Brîtanyayê li Londonê xwepêşandanek li dar xistin, bombebarana çeteyên Hikûmeta Demkî ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji 6'ê Çile ve, şermezar kirin.
Xwepêşandêran daxwaza rawestandina êrişan û parastina sivîlan kirin, her wiha bang li hikûmeta Brîtanî û civaka navneteweyî kirin ku bi lezgînî destwerdanê bikin da ku rageşiyê rawestînin û hesab ji berpirsiyaran bipirsin.
Her wiha Xwepêşandêran alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û sembolên Kurdî bilind kirin. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 74 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!