=KTML_Bold=‘Pêwîst e sîstema navendî û qirkirin bidawî bibe’=KTML_End=
Birûc Resûl/Qamişlo
Hevserokê Ofîsa Giştî ya Têkilyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb diyar ku pêwîst e hikumeta veguhêz a #Sûriyê# li gel guhdar bike û got: “Beriya her tiştî pêwîst e peymana 10`ê Adarê bikeve piratîkê de û hikumeta veguhêz gavên erênî bavêje û hemû pekhate cihê xwe di rêvebirina Sûriyê de bigrin.”
Piştî 13 salan ji kirîza Sûriyê sîstema netewperest a rejîma Baasê hat hilweşandin. Bêguman hikumeta veguhêz a Sûriyê hat avakirin, li gorî biryarên wê, tê xuyakirin ku Sûriye ber bi sîstemek olperest ve diçe. Di heman demê de ku heya roja îro hikumeta veguhêz a Sûriyê dixwaze biryarên yekol, yekreng û yek diruşma li ser gelê Sûriyê bide meşandin. Di heman demê de gef, êriş, koçberî, kuştin û revandin berdewam e. Ev yek dibe sedem ku rewşa Sûriyê ber bi aloziyên mezintir re ve biçe.
Di vê çarçoveyê de Hevserokê Ofîsa Giştî ya Têkilyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Heya ku mafê pêkhateyan Sûriyê neyê dayin wê aştî û aramî xewn be’=KTML_End=
Silêman Ereb di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kiryar û sûcên hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser gelê Sûrî û wiha got: “Wek tê zanîn ku di 8’ê Berfanbara 2024’an de rêjîma Bass hat hilwşandin, herwiha li şûna wê hikumeta veguhêz ya Sûriyê hat li ser desthilatdariyê, lê mixabin heya roja îro tu guhertin û veguhertinên erênî nehatine çêkirin, ev desthiletdarî jî xwe bi xwe hilbijartinên xwe dan çêkirin û kesên li gor fikr û tevgera wan hatin hilbijartin, ji bo rêvebirina Sûriyê. Lê ev rewşa Sûriyê her ku diçe aloztir dibe. Ew zehniyeta yekol, yekreng û yekdiruşme li ser gelê Sûriyê feriz dike û dixwaze gel hemû bi hişmendiya xwe ve bide fetsandin, ji ber vê yekê ev kiryar bûn sedem ku gelên Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan bide, ji ber ku her pêkhateyek xwedî ol, çand û kevneşopiyeke resen e, ev wê neyê qebûlkirin. Lê hikumeta veguhêz ji bo hin biryarên xwe yê çewt bide ferizkirin, xwest ku bi rêya komkujiyan, kuştin, talankirin, revandina jinan û tundiyê, çavê gel bide şikandin. Lê dîsa jî negihîşte armanca xwe ku heya roja îro mafê tevahî pêkhateyên Sûriyê dixwe û wan qebûl nake. Li Sûriyê heya niha şer, kirîz û pevçûn dewam dikin, heta ev yek jî gef li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike. Ji van kiryar û sûcan zêdetir pêwîst e hikumeta veguhêz ya li gel guhdar bike, di heman demê de ku kongreyeke niştîmanî li dar bixe û hemû pêkhate di nav de cih bigirin ku guhertinên destûrî bide çêkirin. Heya ku mafê hemû pêkhateyan neyê dayin, wê aştî û aramî xewna Sûriyê be.”
=KTML_Bold=‘Pêwîst e ji bo Sûriya nû destûreke demokratîk were nivîsandin’=KTML_End=
Silêman di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dive bawerî û mafê hemû pêkhateyan were dayin û wiha domand: “Pêwîst e ji bo Sûriya nû destûreke demokratîk were nivîsandin ku mafê hemî pêkhateyan têde hebe. Herwiha niha Sûriyê di qonaxekî veguhêz de ye û ev pêvajo ango qonaxa veguhêz pir girîng e, eger ev kiryar û sûcên hikumeta veguhêz bi vê rengî dewam bike, helbet wê baweriya gel bi hikumetekî bi vî rengî neyê. Di serî de pêwîst e koçberên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî vegerin mal û milkê xwe ku jiyana wan li malên wan bi awayekî ewle be. Xala herî girîng jî ew e ku mafê jinan neyê windakirin, ji ber ku jin bingeha jiyan û civakê ne, eger maf û keda wê were çewsandin, wê demê jiyana civakê wê were windakirin. Ji bo gavavêtina Sûriyayeke demokratîk di destpêkê de divê hikumeta veguhêz jinan di hundirê rêvebirina Sûriyê de qebûl bike. Ji ber ku jin ne jinên berê ne ku serî ji dewletên hegemon re bitewînin, jinên îro bi hêz û îradeyekî pir xurt serî radikin.”
=KTML_Bold=‘Pêwîste sîstema navendî û qirkirinê bidawî bibe’=KTML_End=
Hevserokê Ofîsa Giştî ya têkilyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Beriya her tiştî pêwîst e peymana 10`ê Adarê bikeve piratîkê de ku hikumeta veguhêz gavên erênî bavêje, di heman demê de ev deng û biryarên ku ji hikumeta veguhêz dedikevin pêwîst e geêli dijî wê nerazîbûn û tekoşînê nçşan bide. Pêwîst e kuştin, talankirin, êrişkirin, şerê taybet û yê ragihandinê werin rawistandin. Divê di avabûna Sûriyeke nû de azadî, wekhevî û qebûlkirina jinê esas be û pêwîste ku sîstema navendî û qirkirinê bidawî bibe. Di heman wextî de sîstema demokrasî û azadiyê were avakirin.” [1]