=KTML_Bold=‘Armanca Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan parastina kevneşopiya civakê ye’=KTML_End=
Dîlan Mulhim\#Qamişlo#
Hevseroka Navenda Çand û Huner a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî diyar kir ku Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan kar û xebatên pîroz dide meşandin û wiha got: “Armanca Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan parastina #kevneşop# iya civakê ye.”
Govend berhema cerbandin û awayê jiyana mirovan a demdirêj e. Berhevbûna çandekê ye ku her dem tê domandin. Di heman demê de, berhemên folklorî bi hevkariya mirovan a bi sedê salan bi hev re hatiye afirandin.
Di navenda #Çand û Huner# a bajarê Amûdê de, gelek kom cihê xwe digirin, yek ji wan koman jî Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan e. Di nava vê komê de 16 dayik cihê xwe digrin. Ev dayik da ku kevneşopiyên bajarê Amûdê û herêmê winda nebin, her dem di nava kar û xebatê de ne. Herwiha Koma Şehîd Rîhan bi vê rolê dilîze û komeke xweser e. Di vê çarçoveyê de Rêvebera navenda Çand û Huner a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Hejimara dayîkên komê 16 ne’=KTML_End=
Bêrîvan Elî anî ziman ku armanca bingehîn ji avakirina Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan parastina kevneşopiya civakê ye û wiha got: “Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan kar û xebatekî pîroz dide meşandin. Herwiha ev kom di hemû şahiyê herêmê de cih digre û bi xwedî rol e. Hejimara dayîkên ku cihê xwe di nava vê komê de digirin 16 ne, ev dayîk ruxmî ewqas astengî û zehmetiyan jî xebatên xwe bê navber berdewam dikin.”
=KTML_Bold=‘Dayîk ya ku filklor û kevneşopiyên civakê di parêze’=KTML_End=
Bêrîvan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dayîk ya ku filklor û kevneşopiyên civakê di parêze, li ser vê bingehê me xwest ku komeke xweser a dayîkan ava bikin. Di destpêkê de gelek astengî li pêş berî me derketin, ji ber ku gelek kesan digotin ku çawa ev dayîkên bi temen mezin wê di nava şahiyan de karê hunerî bike û bi taybet dayîkên Kurd. Lê bi serkeftina koma Şehîd Rîhan a Dayîkan ev atengî û zehmetî hatin şikandin. Herwiha bi demê re gel piştgirtiya vê komê kir û rojan e hejimara dayîkan zêde dibû.”
=KTML_Bold=‘Temenê dayîkan ji 30 heta 80 salî ne’=KTML_End=
Bêrîvan Elî da zanîn ku temenê dayîkên ku cihê xwe di nava Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan de digirin, ji 30 salî heta 80 salî ne û wiha pê de çû: “Di nava Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan de gelek dayîkên bi temen mezin hene. Herwiha ev dayîkên bi temen mezin parastina kevneşopiyên civaka xwe dikin. Ev kom li ser tabloya ku rengê kevneşopiya karê destan yên dayîkan dide nîşan, di heman demê de ev kom jî ji hemî civkan re dide nîşan dan ku hîn kevneşopiya dayîkên me zindî ye. Mîna amûra destar, teşî, bêjing û hwd…”
Rêvebera Navenda Çand û Huner a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Di demên pêş de çi festîval û şahî werin lidarxistin, wê Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan tevlî bibe. Herwiha ez bi hêvî me ku her kes xwedî li parastina kevneşopiya civaka xwe derkeve û bi taybet jin.” [1]