‘Hîna qalibê kurteçîroka Kurdî ya kilasîk neşikestiye’
Hemza Sêvo/#Qamişlo#
Rewşenbîrên kantona Cizîrê dan zanîn ku êşketina medya dijîtal hişt ku kurteçîrok ji warê devokî bikeve warê nivîskî û gotin, “Mijarên kurteçîrokan li pêş ketiye, terz weke xwe maye, herwiha jinên nivîskar bi şermokî nêzî pênûsê dibin.”
Li Rojavayê Kurdistanê bi dehan nivîskarên ku xwe berdane qada nivîsîan kurteçîrok a Kurdî. Li gorî hin rewşenbîran êdî ev şaxê wêjeyî yê kevnar li pêş dikeve û hin ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê nexasim piştî derfeta ku Şoreşa Rojava ji bo pêşxistina asta çandî û wêjeyê, bi taybet kurteçîroka Kurdî. Di dema heyî de jî heya astekê nirxandina kurteçîroka Kurdî bi erênî tê kirin. Derbarê rewşa Kurteçîroka Kurdî nivîskar Ciwan Silo û Leyla Ibrahîm ji rojnameya me re axivîn.
‘Rola medya dijîtal di pêşxistina kurteçîrokê de heye’
Ciwan Silo da zanîn ku pêşketina medya dijîtal hişt ku kurteçîrok ji warê devokî bikeve warê nivîskî û wiha bi lêv kir: “Di dema heyî de kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji ber pêşketina medya civakî hatiye pêşxistin. Bandora bikaranîna medya dijîtalî li nivîskar û xwîneran kiriye ku bi riya wê jî kurteçîrok, çand û wêjeya derdorê xwendine, herwiha xwe li pêş xistine. Pêşeketin di warê mijarê de pêk hatiye, mijarên kurteçîroka Kurdî û nivîskarên Kurd ên ku bi zimanê Erebî jî dinivîsînin bi gelemperî li ser Şoreşa Rojava, welat, şehîd, birîndaran, koçberiyê û hwd… in. Di heman demê de çîroka Kurdî ji warê devokî ber bi warê nivîsandinê ve çûye. Sedem ew e ku sazî, dibistan û zanîngeh hatine avakirin û pê re jî zimanê Kurdî gav avêtine.”
‘Hîna qalibê kurteçîroka Kurdî ya kilasîk neşikestiye’
Ciwan Silo diyar kir ku nivîskarên Kurd xwe ji kurteçîroka kilsîk rizgar nekirine û wisa got: “Kurteçîrok xwedî merc e, mercên wê hebûna kesayet, cih û dem, mijar û bûyer, divê nivîskar li ser van hêmanan kurteçîrokan binivîsînin. Kurteçîrok qadeke xweş, zehmet û berfireh e, divê nivîskar hêmanên wê pêk bîne, herwiha bi terz û xeyalekî estetîk çîroka xwe ya kurt bihûnîne. Kurteçîrok xwedî dibistanên wêjeyî ne, mîna dibistanên jîwarî, xeyalî, kilasîkî û hwd… çîroknivîsên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bêtirî xwe li ser terzê dibistana kilasîk çîrokan dinivîsînin. Hîna bandora qalibê kilasîk bikartînin di terzê hûnandina çîrokan de mîna terzê kevin ê ‘Hebû nebû’ bi kart ê. Em dikarin bibêjin ku pêşketin di warê mijara kurteçîrokan de çêbûye, lê hîna ew qalibê kevin û şêwazê nivîsandina helbestê nehatiye şikestin. Lidarxistina festîval û pêşbirkan pir girîng e ji bo lipêşketina kurteçîroka Kurdî. Lidarxistina festîvala Çandê ya Beşa Kurteçîrokê jî tê lidarxistin, ev xebeat gaveke pir hêja ye ji bo pêşxistina kurteçîrokê. Lê divê komxebat ji bo pêşxistina kurteçîroka Kurdî bên lidarxistin û nivîskarên Kurd ên ku kurteçîrokan dinivîsînin, li hev bicivin, ezeztiya xwe bidin hêlekê.”
‘Jin bi tirs nêzî kurteçîrokê dibe’
Leyla Ibrahîm destnîşan kir ku jin bi tirs û şermokî nivîsîna kurteçîrokan dibin û wiha axivî: “Wekî em dizanin festîvala duyemîn a Çandê- Beşa Kurteçîrokan li ser asta 3 rojan hat lidarxistin. Beşdarbûneke diyarker hebû û hejmara kurteçîrokan derdora 50’î bû. Çalakiyeke wiha xwedî sûdmendiyeke mezin in, hem ji bo pêşxistina asta pênûsa nivîskaran û hem jî ji bo astbilindkirina kurteçîroka Kurdî. Di demên bûrî de nivîskar nêzî kurteçîroka Kurdî dibûn, hin nivîskar û bi taybet jin hebûn ku xwe nedidîtin çîrokan binivîsînin, şerm dikirin an jî ji civakê, mêran û derdora xwe ditirsiyan. Lê piştî Şoreşa Rojava êdî ew tirs çû, derfet hat afrandin û nivîskarên kurteçîroka Kurdî gav avêtin, bi taybet jinan xwe isbat kir, di roja heyî de jî hîna ev tirs li cem jinan heye. Wekî em dizanin ku têkiliya jinê gelekî bi vegotina çîrokan de heye, herwiha jin derbirîna xwe herî zêde di vegotina çîrokan de dibînin.” [1]